Diyarname
Rojnameya Ozgur Gundemê piştî 17 salan careke din derket pêşberî xwendevanên xwe.
O. Gundema ku di 30’ê gulana 1992’yan de dest bi weşanê kiribû, di dema weşanê de bi dehan xebatkarên wê hatibûn kuştin, gelek doz lê hatibûn vekirin îro (04.04.2011) dîsa dest bi weşanê kir.
Di roja yekemîn a Ozgur Gundemê de rojname bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma. Hat dîtin ku li hin bayiyan berî nîvro hemû rojnameyên ku ji wan re hatibûn şandin firotine.
**
Nûçeya eleqedar: