Diyarname
Kurtedemek berê meseleya berendamtiya Başak Demirtaş ji bo Stenbolê ketibû rojevê. Demirtaş îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got "Ligel partiya me, me biryar da ku ez nebim berendam."
Başak Demirtaş jina siyasetmedar Selahattin Demirtaş e. Ew mamoste ye. Piştî Demirtaş hat girtin ew bi xwe jî ket nava siyasetê; di gelek çalakî û mîtîngan de amade bû. Kurtedemek berê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser navê DEM Partî berendamtiya wê ketibû rojevê. Demirtaş îro daxuyaniyeke nivîsî belavkir û got ku roja 5'ê mehê ligel heyeteke ji partiya wan hatine ba hev û ev yek lê zêde kir: "Di dema nîqaşa berendamtiya min de ez sipasiya her kesê piştgirî daye me, Navenda Giştî ya DEM Partî ku bawerî bi me aniye û sipasiya hemû gelê me yê bi rûmet dikim. Ligel vê yekê ligel Partiya me em gihîştine heman fikrê ku ez nebim berendam. Bila hemû gelê me bizanibe ku em ligel Partiya xwe di nav lihevkirin û kordînasyoneke baş de ne. Di rojên pêş me de partiya me dê berendamên xwe eşkere bike û emê bi hemû hêza xwe li pişt van hevalan bin, ji bo serketina Partiya xwe emê bixebitin."
Demirtaş gotiye ji bilî daxuyaniyên fermî ên partiyê bila kes guh nede daxuyaniyên din û rê li ber spekulasyonan veneke. Demirtaş di dawî de wisa gotiye, "Emê hemû bi hev re bi ser bikevin, çi dibe bila bibe emê dest ji rêgezên xwe yên demokratîk, dest ji lêgerîna edalet, wekhevî û aştiyê bernedin. Û emê miheqeq bi ser bikevin. Dem dema me ye!"