Hevpeyvîn: HAYDAR DILJEN - STOCKHOLM
Li Stockholmê 13’emîn Festîvala Çanda Kurdî ya li Skandînavyayê pêk hat. Bi hezaran kes bi coşeke mezin beşdar bûn. Yek ji taybetiyên vê festîvalê ew bû ku piştî 10 salan cara yekem Şivan Perwer derdiket pêşberî temaşevanên ku piraniya wan alîgirên PKK’ê û dostên wê bûn. Ez jî tê de gelekan meraq dikir ka dê pêwendiyên Şivan û beşdaran çawa bin û Şivan dê çi bêje. Ez ji salên 70’yî ve Şivan ji nêz ve nas dikim. Dema ku mala wî li Swêdê bû, em li heman bajarî diman û pêwendiyên me nêzîktir bûn. Zarokên me bi hev re mezin bûn.
Ku ez bi hevokekê performansa Şivan û germiya beşdarên festîvalê ya ji bo Şivan bînim ziman, ez dikarim bêjim ku Şivan û beşdarên festîvalê duh êvarê Solna Hallen hejandin. Kêfa Şivan û beşdaran gelek di cih de bû. Piraniya beşdaran kurdên ciwan bûn. Destên wan li hewa bûn, Şivan car car mîkrofona xwe dirêjî wan dikir û wan li şûna Şivan stran berdewam dikir. Bi sedan, hezaran dest li hewa bûn. Li pêş sahnê destê xwe dirêj dikirin ku Şivan bi destên wan bigire. Şivan jî bêyî ku bibetile destê xwe gihand bi sedan destan. Car caran dîmenên pêwendiyên wek di navbera şêx û mirîdan de derdiketin holê.
Şivan di dawiya konsera xwe de bi coşeke di asta herî bilind de “Berxwedan jiyan e” û “Kî ne em” got. Salon hejiya. Dema di strana “Berxwedan jiyan e” de “dengê gerîla ji qadê tê” got, coşa ciwanan jî bilind dibû. Beşdaran car caran bersiva “Kî ne em” bi “Apocî ne em” dida.
Ez saet di 19.00’î de çûm festîvalê. Festîvalê di 17.00’î de dest pê kiribû, lê hîn jî li ber derî bi sedan kes di dorê de bûn ku bikevin salonê.
Min ji sibehê de biryara xwe dabû ku ez bi Şivan re hevpeyivînekê bikim. Yek ji pêşkêşvanên festîvalê Ayşe Guler bû. Min ji Ayşe re got, “Şivan hatiye salonê?” got, “na”. Min got, “Baş e, kî dê bizanibe ku Şivan hatiye salonê?” Got “Ez”. Min got, “Yanî îşev desthilatdariya te ewqas mezin e?” got, “Belê mamoste”. Tam di wê demê de Armanc hat kûlîsê. Min xwe bi xwe got, “Min tam mirovê xwe dît”. Armanc soz da min, dema Şivan were dê gazî min bike. Saet di 21.15’an de Armanc got, “Kerem bike, Şivan li kûlîsê ye.” Ez û Diljen çûn oda ku Şivan lê bû. Me Serxwebûn li ber derî dît. Me xêrhatin da hev û min pirsî, Şivan li ku ye, Serxwebûn got, “li hundir e, kerem bike.” Em çûn odeya Şivan. Bi Şivan re me xêrhatin da hev, hevûdu hemêz kir. Wî ez bi zazakî pêşwazî kirim.
Min soza piştî konserê hevpeyvînê girt û em ji kûlîsê derketin çûn salonê. Şivan jî amadakeriya xwe ya derketina ser sahnê dikir. Min texmîn kir ku dê piştî konsera Şivan li ber kûlîsê îzdîham çêbe. Min ji hevalên peywirdar re got, “Divê hûn ji min re rê vekin ku ez bikaribim werim ba Şivan.” Wan soz da ku alîkariya min bikin.
Di salên 80 û 90’î de dema ku Şivan li Uppsalayê bû, me kengî bixwesta me hevûdu didît, min kengî bixwasta min telefon dikir. Lê îşev ji bo ku bikaribim Şivan bibînim, hindik ma ku bertîlê bidim!
Piştî konserê ez daketim kûlîsê. Lê ji bo ku ez xwe bigihînim Şivan diviyabû ez ji du barîkatên bi du deriyên kilîtkirî û bi dehan peywirdarên festîvalê ku ji “kurdên ciwan” pêk dihatin derbas bibama. Min her du barîkat jî bi saya ‘mamostebûna’ xwe û Azadiya Welat derbas kirin. Lê bi sedan kes li ber derî bûn û dixwestin bi Şivan re wêneyan bikişînin. Vê seremoniya wênekişandinê bi kêmasî saetekê ajot. Piştî saetekê peywirdarên şevê dawî li vê seremoniyê anîn û me dest bi hevpeyvîna xwe kir. Min pirsî, Şivan bersiv da û Sabîha jî wêne kişandin.
- Ez vê havînê li welat bûm. Gelek kesên ku ez bi wan re peyivîm li benda çûna te bûn. Dihat gotin ku tu dê di 1’ê Îlonê de li Amedê bûyayî. Gelo planeke wisa hebû?
Na, min tu carî wext diyar nekiriye. Ku derfet çêbe û her kes razî be, ez ê herim welat. Niha min çûna xwe wek projeyeke mezin daye ber xwe. Hedef sala pêşiya me ye. Rewşa heyî dê zelal bibe.
- Ango sala 2010’an?
Belê , dê îsal rewş zelaltir bibe.
- Tu dixwazî cara pêşî herî Amedê ya bajarekî Turkiyeyê, te Stenbol bi nav kir?
(Min dema ku got “Stenbol”, wek ku tu xwê bavêjî agirŞivan got: ) Na na, çi Stenbol çi hal, helbet Amed. Ez xwediyê gotina xwe me. Di nav bajarên Kurdistanê de cihekî Amedê yê taybet heye. Loma çûna min ya pêşî ji bo vî bajarî be û Amedê ev tişt heq kiriye. Dinya dê bi Amedê bihese. Ez ê hewl bidim ku Amedê bi dinyayê bidim hesandin.
- Te di axaftina xwe ya li Almanyayê de got ‘Bakur dayika Kurdistanê ye. Ku Bakur yekitiyekê ava neke şerm e.’ Di serê te de yekitiyek çawa heye?
Belê, Bakur dayika Kurdistanê ye. Lê li Bakur eniyek giştî lazim e. Li hemû dinyayê miletên bindest eniyeke neteweyî ava dikin. Ev li Bakur hê pêk nehatiye. Rêxistineke çiqas mezin hebe jî divê rêxistinên din û ronakbîran jî hesab bike û bixe nav hewldanan. Mesela ez nikarim bêjim, “Ez hunermendekî mezin im, hunermendên din ne tiştek in.” Helbet ev ne rast e. Her kes li gorî derfetên xwe tiştekî dike. Her kes li gorî hêza xwe tiştekî dike.
- Di 29’ê adara 2009’an de hilbijartin çêbû. DTP nêzî 2,5 mîlyon deng girtin. Yên ku li dijî DTP’ê bûn, hemû bûn yek û li derdora 20 hezar deng girtin. Ango bi qasî muxtarekî li taxka Amedê jî deng negirtin. Muxtarekî li Rezan (Baglar) 25 hezar deng girtibûn. Gelo ev yek nîşan nade ku gel yekitiya xwe li derdora DTP’ê pêk aniye?
DTP demokratîk dimeşe. Wek navê xwe demokratîk e. Dê vî îşî bibe û bi ser bikeve jî. Ev demokratîkbûna DTP’ê sempatiyê jî berhev dike.
- Baş e, ji bo biserketina DTP’ê tu dikarî çi bikî?
Çi ji destê min were ez amede me ku bikim. Ez ji xizmetê narevim.
- Tu 10 salan ji temaşevanên îşev dûr bûyî. Lê temaşevanan îşev eleqeyeke gelekî germ ji bo te nîşan da û te jî bi performanseke gelekî bilind bersiva vê germiyê da. Gelo vê yekê, di van deqeyên pêşî yên piştî konserê de, hestên çawa li ba te peyda kirine?
(Li vir Şivan dikene) Berî her tiştî ez neçûm, ez li van deran bûm. Ne ku ez bi dûr ketim. Helbet ez gelek kêfxweş im ji vê şevê. Germiya di navbera min û hezkiriyên min de her tim baş e û performansa min jî ya berê ye. Ez kêfxweş im ku li virim.
- Ez ji 74’an bi vir de ye ku te ji nêz ve nas dikim. Min gelek caran tu zindî li ser dikê guhdar kiriye, lê performansa te ya îşev di asta herî bilind de bû. Heman germî ji aliyê guhdaran ve jî hebû.
Belê, em kurd êdî neteweyî difikirin. Mesela îşev beşdarên şevê sloganên wekî “Bijî Serok Apo” davêtin. Ez jê memnûn im û ne acizim. Şev şeva wan e, bila bavêjin. Dema ku ez diçim şeva partiyeke din ew jî sloganên xwe davêjin. Bira ew jî bavên. Em her kes karê xwe dikin. Divê mirov êdî teng nefikire. Neteweyî fikirandin hêzê dide me û me bi hev dide hezkirin.
- Ango divê hunermendekî wek te tenê ne alîgirê partiyekê be û ne jî neyartiya wan bike, ne wisa?
Belê, ez jî eynî wîsa difikirim.
- Em dîsa vegerin ser çûna te ya welêt. Te behsa projeyekê kir. Gelo pêvajoya vê projeyê di kîjan qonaxê de ye? Ji sedî çendê wê pêk hatiye?
Ji sedî 40 pêk hatiye. Heta kamil bibe ew ê zelaltir be.
- Helbet niha di dilê te de wextek heye, ne?
Belê, wek sal heye. Min ji te re got, hedef 2010 e.
- Mirov dikare bêje Newroza 2010’an?
Na, ez ji bo munasebetan naxwazim vegerim. Bila çûna min taybet be. Ev 34 sal in ku ez li derveyî welêt im. Divê çûna min li gor vê yekê be. Ez dixwazim xizmetên mezin bikim. Divê qedrê vê yekê bê girtin. Ez dixwazim bi xwe re gelek hunermendên dinyayê bibim û Amedê bi dinyayê bidim nasandin.
Ez li ser vê meseleyê bi Ahmet Turk re peyivîm. Ahmet Turk gelek fireh difikire û germ li projeya çûna min mêze dike. Lê hinek jî teng difikirin û dixwazin ez bi munasebeteke wekî Newrozê herim welêt. Helbet cihê Newrozê di jiyana kurdan de cihekî gelekî girîng û bi rûmet e. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Amedê vê yekê diyar dikin. Divê şaş neyê fêmkirin. Ez naxwazim çûna min bi munasebetekê ve bê girêdan.
- Bi kurtî, tu tu dixwazî pêşî vegeriyê, Amed e. Ji bo vê yekê projeyek heye û ji sedî 40 amadekariya vê projeyê pêk hatiye, ne?
Belê. Projeyeke wisa heye.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin