Albuma nû ya Kamkaran ya bi navê “Dûr ta nêzîk” derket. Albuma nû ya Kamkaran bi dengê Ehmed Reza Ehemedî hatiye tomarkirin û karê amadekariya muzîkê ya albûmê jî ji alilyê Hoşeng Kamkaran ve hatiye kirin.
Stranên albûmê jî ji helbestên şaîrên mezin ên îranî ên wekî Hafizî Şîrazaî, Xaqanî, Nîma Yuşîh, Ehmedî Şaehmedî pêk hatine. Album ji aliyê Dezgeha Kultûrê ya Hunerî ya Awayê hatiye belavkirin.
Koma Kamkaran li sala 1965'an ji aliyê muzîkjenî rehmetî Hesen Kamkar li bajarê Sineyê hatiye damezrandin û heta niha beşdarî çendîn festîvalên navdewletî bûye û xaletên cida di asta cîhanê de wergirtiye.
Ji Pukmediayê hatiye girtin