Yekşem - Gotin puroyê dikişînin, spîbûna dûxanê spîbûna rûpel dagir dike, nivîs dikuxe û gotin dibin ejderha.
Lingên min hildikişin ser masê, kitêba Yên Têknaçin a William Faulkner ji ser kitêba K. a Roberto Calasso werdigere. Çeqmaqê Faulkner diçelpe, roniya agirê findê odeya wî dike meyxane û Amerîka li ser maseya wî dest bi strîptîzê dike.
De were safî bike vê tevkujiya bê nasname ya li ser masê, birêz Pêter Esterhazy!
Pêter Esterhazy ji ser berga Lêkerên Alîgir ên Dil danayê û min xelas nake ji vê belayê. Bela nayê zeftê – wekî bê, wekî valahiyê, wekî galaksiya çavên yarê.
Palgeh ji pişta min re dibe ewlehiya sedsalê. Tilîkên min li ser serê min ê şemetok dişemitin, datên û herf di spîbûna wordê de dest bi pêşbaziya qûralnenasiyê dikin. Macar û kurd li heman keştiyê siwar dibin û keştî di spîbûna deryaya etlasê de dest bi rêwîtiyeke bê pisûla dike.
Destê Pêter wekî zimanekî di devê valahiyê de li ba dibe: “Oxir be, ey destpêka bê dawî!”
Herhal dêya te jî kurd bû, Pêter. An na gotinên min qala mirina dêya te nedikirin.
Nizanim nîjada dêya min çi bû. Lê ew dêya min û welatê min bû. Belkî jî dayik û welatekî gotinên te tune ne, loma gotinên te tim ji sînoran wê de li dayikekê û welatekî digerin, Kovan.
Pêter, spas ji bo mirina dêya te êşeke rûken bexşî te kiriye. Yan na melanqoliyê wê maseya min dagir bikira.
Yara min sînga min dagir dike û ez dibim mêtîngeha herî şad.
Piştî min jimartin ji bîr kir, yara min devê xwe ji ser memika min a çep hilanî, li çavên min nêrî û çavên wê hembêz kirin rihê min ê tirsiyayî yê di pişt tarîgeha çavên min de veşarî. Rengên ronahiya bihuştên nebihîstî gişk ji çavên wê rijiyan hundirê çavên min û ji şanika teşhîrbûyî ya li serê pozê min re go, “Tu ji vê dinyayê re zêde yî.”
Min go, “Na, ez dilekî biçûçik im. Felqeyekî min di kefa destê dêya min de, felqeyekî min jî di kefa destê yara min de hildiavêje – wekî welatekî di kefa destê dinyayê de, an dinyayeke di kefa destê Kobanî de.”
Hişşşş, heke dinya ji kefa destê Kobanî bikeve, jiyan wê bimire!
Temam Kobaniya min, hiş bûm bo mirin zer nebe û jiyan ji rengan wê de be.
Bo vê rojnivîskê biqedînim, yara min perdeyê dikişîne ser paceya xeyalê, lihêfa hişê min bi xwe wer dike û ez li ser palgehê şiyar dibim.
‘Hubra tillîkên min diqede. Pal didim û li sirrên mezin ên însanên biçûçik temaşe dikim: Sirr xwediyên xwe dikuje, qehweya min jî şekir dikuje.
Ji bo guhdarîkirinê: