Diyarname
Di meseleya nîqaşa "Standardîzekirina Kurd" de em vê carê gotinê didin parêzer Firat Aydinkaya. Ne wekî parêzer, lê wekî kesekî hay ji meseleyên civakî heye me serî li wî da û wî jî gotinên xwe gotin.
ÇI QEWIMÎ BÛ?
Ji bo yên hay jê tune ne mesele ev e: Li Bakur bi ser pirtûka "Rêbera Rastnivîsînê" ku komek di bin banê Weqfa Mezopotamyayê de ew amade kiriye û li Rojava jî bi navê "Rêzimana Kurmancî" ku komek di bin banê SZK'ê (Saziya Zimanê Kurdî) de ew amade kiriye hin nêzîktêdayîn wekî "standardîzekirina kurdî" dan ber mirovan. Gelek hin nivîskar/zimanzanên kurd dijî vê hewlê derketibûn. Di vê çarçoveyê de me pêşî helwesta Îbrahîm Seydo Aydogan belav kir. Aydogan ji serî de dijî vê ev biryarên di van pirtûkan de hatibûn belavkirin bû. Dûre me gotin da nivîskar Cîhan Roj û vê carê parêzer û nivîskar Firat Aydinkaya mêvanê me ye.
Di vê çarçoveya nîqaşê de me sê pirs jêre şandin û bêyî em dest bidin, em bersivên wî ligel pirsên xwe belav dikin.
‘ZIMAN HER DAÎM BI SISAYETÊ VE TÊKILDAR E’
1- Pir hindik tu haya te ji vê nîqaşa tê kirin heye. Pirsa me ya yekem, Midaxaleyên wisa ji alî civakî û siyasî ve tê çi wateyê?
- Midaxeleya ziman tiştek gelek muhîm e. Modernbûn, siyasetên modernbûnê midaxeleya ziman ferz dike. Çimkî ziman şertê ewil ê netewek modern bixwe ye. Modernbûn bi her awayê civakê terîf dike, parçe dike, ji nû ve ava dike û dawiya dawî jî standardîze dike. Loma yekîtiya ziman an jî standardîzekirina ziman hem şertê netewbûnê ye, hem jî elameta modernbûyînê ye. Ziman her daîm bi siyasetê ve têkildar e. Dixwazim mînakek pêşiya modernîteyê bidim, du mînak jî ji dewrên modernîteyê bidim.
Îbnî Haldun dibêje, wexta Xelîfe Omer, welatê farisan feth kir, ji fermandarê xwe re name şand û got, ‘li welatê farisan bingeha dewletê, nivîs û xizmeta gel bi zimanê erebî bikin. Zimanê farisî ji dewletê dûr bixin, bikar neynin.’
Ya duyem jî Eugen Weber dibêje, heta salên 1870’yan, kesekî ji Parîsê derketa û biçûya gundekî Parîsê an bajarekî Fransayê bi kesê din re nikarîbû biaxiviya. Ji ber ku devokên her bajarî cuda bû. Weber dibêje, bi saya kapîtalizmê, bi saya trênan, bi saya siyaseta navendî û bi saya Şerê Cîhana Yekemîn zimanê Fransayê standardîze bû û bû zimanê neteweyek.
HELWESTA ENWER PAŞA Û EBDULHEMÎD
Ya sêyem bi taybetî me eleqedar dike. Dema Enwer Paşa Wezîrê Harbiyê bû wiha digot: “Devairde huruf-i munfasilanin îstîmalî ve muharerrat-i resmîyenîn bu harflerle yazilması Harbîye Naziri Paşanin emr-î îktîzasindandir.” Belê wezîrê herbê herf û alfabe emir dikir.
Li aliyê din modernkirina gelê bindest sedî sed bi kolonyalizmê ve girêdayî ye. Wekî Mignolo jî dibêje, modernîzekirina gelên bindest kolonîzekirin bixwe ye. Bila were bîra me li paş seferên dagirkeriyê dema Ebdulhemîd de di welatê me de statuya zimanê tirkî hat guherîn, êdî bû “fatîh dîl”. Metnên bi zimanê kurdî hatibûn nivisîn jî hatin qedexekirin. Tocqueville di nameyên Cezayîrê de bang li desthilatdariya Fransayê dike, dibêje, em ancax bi sin’et û zimanê xwe dikarin Cezayîrê kolonîze bikin. Xulase pergala kolonyalîzmê zêdetir bi siyaseta zimên re têkildar e. Hîn jî bo me kurdan dibêjin zimanê we ne yek in, ne wekî hev in, hûn bixwe jî ji hev fêm nakin.
Ji ber van tiştên me behs kirîye, ziman, siyaseta ziman, standardizekirina ziman gelek muhîm û taybet e.
JI ZIYA GOKALP HETA PEYAMÎ SAFA MEYLA ZIMAN
2- Gelo ji bo kurdî pêdîvî bi midaxaleyen wisa dike?
- Bo bersivek zelal ezê bidim, emê li dev û dora xwe meze bikin. Ziya Gokalp bi sê xalan midaxaleya bo zimanê tirkî destûr dida. Dibêje. “lîsanimizi mana îtîbarîyle muasirlaştirmak, istilah cîhetîyle Îslamlaştirmak, sarf-nahiv, îmla hususlarinda Turkleştîrmek”. Di gotareke xwe ya din de jî dibêje divê zimanê axaftinê bibe zimanê nivîsê. Yanê divê midaxale were kirin ku, zimanê Stenbolê bibe zimanê gelê tirk. Her wiha mihafezekarên tirk jî ji bo sadekirina zimên destûr didan midaxeleyê. Yek ji wan Peyami Safa jî digot, ji bo înqilaba mîlî û bo prensîbên medeniyetê divê saziyek mîlî bo ziman her daîm hebe. Nijadperestê navdar Avram Galanti bo “Oz hakîkî turkçe” fikrên gelek radîkal pêşniyar dikir. Digot, teqez gramatîka tirkî, sedî sed tirk be. Ya balkêş ew e ku modernîst mihafezekarên navdar Tanpinar bo Abdulhak Hamid dibêje, zimanê wî ne sade ye, di navbera şark û garbê de xeniqî ye. Wekî tê zanîn ku Hamid di nameyê xwe de behsa propagandeya kolonîzasyona îngilîzan a li ser Hindistanê ava kiriye dike. Û her wiha vê pergalê tiştek pozîtîf dinirxîne û pêşniyarê Osmaniyan dike.
‘ERMEN RÛNIŞTIN ZIMAN STANDARD KIRIN’
Ermenan jî bi salan li ser standardizekirina ziman nîqaş kirin. Pirê caran gelê ermen zimanê dêrê û yê xwendekaran fêm nedikirin, wan jî zimanê gel fêm nedikirin. Dawiya dawî rûniştin û zimanê xwe bi xebatên siyasî, edebî û civakî standardîze kirin.
Di dîroka kurdan ya modern de ya ez dizanim de cara yekem Îsmaîl Hakki Baban di rojname ya Kurd Teavvun Terakkî (1908), di hejmara sisêyan de behsa girîngiya rêzimanê dike. Her çiqas di rojnameya Kurdistanê de jî carnan girîngiya ziman dikeve rojevê jî, nîqaşên bingeha ziman û gramatîkê nayê kirin. Baban dibêje berî her tiştî ji bo zimanê me ferheng û kitêba rêzimanî lazim e. Paşê jî xebatên ser dîrok û edebiyatê lazime were kirin. Bingeha zimanek standardîze ancax bi vî awayî çêdibe.
Her wiha di kovara Rojî Kurd (1913), hejmara yekem de Suleymaniyeli Mesud behsa kêmasiyên alfabeyê dike û çend tiştan pêşniyar dike bo xwendin hêsan bibe. Di hejmarên din de Bulgaristanli Togan û Abdullah Cevdet li ser alfabeya ziman dinivîsin. Nivîskar Azizî jî bo islahkirina alfabeyê çend pêşniyarên xwe tîne ziman. Jixwe Celadet bi kîjan zehmetî û di nav kîjan şert û mercan de esasê zimanê kurdî çêkiriye baş tên zanîn. Bi min pirs ev e: Ev hîmê Celadet sed sal berê daniye aniha têra me dike an na? Bi min ziman tiştek têra xwe zindî ye û her roj ji nû ve ava dibe. Lê derfet û jiyana zimanê bindest helbet cuda ye. Wekî darek ter e. Çiqas were jêkirin jî dîsa dikare aj bide.
‘GERE JI BO ZIMAN Û SIYASETÊN ZIMAN EM ZÊDE BALDAR BIN’
3- Heger hin midexeleyên piçûk an jî pêşniyarên warê gramerê hebin ji alî teknîkî ve pêvajoyek çawa lazim e?
-Wekî tê zanîn Celadet dibêje di navbera me û dagirkerê me de ferqek heye. Dînê me eynî ye, lê zimanê me cuda ye. Ji ber vê yekê divê em hemû ji bo ziman û siyasetên ziman zêde zêde baldar bin.
‘DIVÊ EV MIJAR JI BIN SIYA ŞEXSAN DERKEVE’
Ya rastî ez en pisporê ziman im, loma ne hedê min e bo naveroka vê mijarê tiştek bêjim. Lê li ser isûlê dikarim çend tiştan bêjim. Ya yekem em ji bîr nekin gelê me û zimanê me bindest in. Loma em nikarin di hêla ziman de wekî serdestan tevbigerin. Ya duyem di mijara ziman de divê em ji jakonenîzmê dûr tevbigerin. Bila were bîra me ku Celadet di nameya xwe ya ji bo M.K. şandiye re de rediyekî gelek tûj li ser ziman û çanda kemalîzma jakoben tîne ziman. Yanê bila were zanîn ku gel ne baxçe ye û zimanzan jî ne bexçevan in. Ya sêyem divê ev mijar ji bîn siya şexsan derkeve û bi prensîbên objektîf were nîqaşkirin. Ya çaremîn ziman fenera destan a gelê bindest e. Divê di navbera ziman û gel de mesafeyek zêde tune be. Ya dawî jî ji ber ku dewleta me tune ye, loma divê saziyên me zêdetir bi standardîzekirina ziman re eleqedar bin.
***
Têbiniya Diyarnameyê: Di vê nîqaşa li ser "standardkirina ziman" de îhtîmal e nûçe û gotarên me yên nû bên. Ji Weqfa Mezopotamyayê, kesên di nav "Rêbera Rastnivîsînê" de, yan yên di nav "Rêzimana Kurmancî" de cih girtine, wekî bersiv, gotar, daxuyanî, yan nivîsên cuda bişînin emê biweşînin. Ji bilî van jî kesên bixwazin bi gotarên xwe beşdar bibin dikarin bişînin ser maila diyarnameyê: diyarname@diyarname.com
Nûçeya Eleqedar:
- Cîhan Roj: Hûn ê daneheviya sed salî a nivîskî çi bikin?!
- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- 'Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî' li benda we ye
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê
***
Hesabên Diyarnameyê
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com