Cemil Oguz
Her çiqas derbarê wî de, jiyan, cih, helbestên wî de nîqaş bidomin jî ew yek ji pêşengên helbesta klasîk a kurdî ye. Em qala Eliyê Herîrî dikin. Niha bi navê "Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî" ew mêvanê xwendevanên kurdî ye.
"Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî" ji aliyê Tehsîn Îbrahîm Doskî ve hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin. Meseleya "Şerha Bermahî" bi taybetî hatiye hilbijartin ji ber ku Doskî dibêje, "Min navê Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî lê kir, çunkî ez di wê baweriyê de me ku heger Herîrî kêm şi'îr nivîsîbin jî, lê belê ev ne ew hemî şi'îrên ku wî vehandîne. Bi hêviya ku di paşerojê de û ligel dîtina hindek destnivîsên dî, hê jî şi'îrên Herîrî bo me eşkera bibin."
ELIYÊ HERÎRÎ JI KU YE?
Doskî heta niha bi ser 100'î re pirtûk amade û çapkirine. Ev pirtûka niha li ber dest jî yek ji wan e û berê xwendevanan dike qadek û serdemek girîng a kurdî. Doskî pêşekek dirêj ji bo pirtûkê nivîsiye û pêşî li ser nav û cihê Eliyê Herîrî sekiniye. Ew diyar dike ku pêşî navê eliyê Herîrî di "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî de derbas dibe û paşê berê xwe dide çavkaniyên din. Li ser cihê bûyîn û dîroka bûyînê de nîqaş û ne zelalî didome. Gotina "Eliyê Herîrî ji gundê Herîr ê Şemzînanê" ye jî ji wî re rast nayê û loma jî Doskî dibêje, "Em neşiyên pişta xwe ne bi wî cihî û ne jî bi wê demê yên ku Jabayî (belkî jî Mela Mehmûdê Bayezîdî) veguhastine germ bikeyn."
HERÎR 400 SAL BERÊ KURMANC BÛ
Yek ji xalên balkêş jî Doskî bi me vê dide zanîn, "Herîrî di şi‘rên xwe de geh navê xwe yê rastîn -Elî- nivîsiye û geh jî mexlesa xwe ya Herîrî. Ji hinek cihên şi‘ra wî, eşkere dibe ku devoka wî, bi ser devoka ‘eşîra 'Sûrçiyan' ve diçe ku cihê wan dikeve ser tixûbê kurmanc û soranan. Zaravayê wan di binyat de kurmancî ye, lê hinek peyvên soranî jî di nav de hene."
Ew îhtîmala Herîrî ji wir be û loma bi kurmancî nivîsiye bi van gotinan piştrast dike, "Eliyê Herîrî berî bêhtirî çarsed salan jiyaye û berî çarsed salan terazî bi wî rengî nebû yê îro em pê dibînin û ji bilî şi'ra Herîrî hê jî delîl di dest me da hene ku li sedsala yazdehê mişextî heta dewr û berên Şeqlawe jî -belkî wêvetir jî- bi kurmancî diaxivtin, û yek ji wan delîlan destnivîsa kitêba (El-muhakemat) ya zanayê mezin Ehmedê kurê Heyderê kurê Muhemedê Soranî ye." Bi vê yekê Dostî dibêje, "Piştî zayînê di sala 1655'an de" li wê herêmê ne soranî, lê kurmancî serdest bû û vê yekê bi kurmancîbûna helbestên Herîrî ve jî girê dide. Bi awayekî berê xwendevan dide wir ku îhtîmal e Eliyê Herîrî ji wir be jî.
ŞERHA 10 HELBESTAN
Di pirtûka li ber dest de şerha 10 helbestên Eliyê Herîrî hene. Doskî, di xebata xwe de pêşî metnê eslî yê helbestê daye, paşê beytên wê yek bi yek rêz kirine, li binê her beytê hinek peyv danîne, ew îzah kirine û paşê jî ew beyt şîrove kiriye.
TEHSÎN ÎBRAHÎM DOSKÎ KÎ YE?
Tehsîn Îbrahîm Doskî di 1970'ê de li bajarê Duhokê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya seretayî û navincî û amadeyî li Duhokê temam kiriye, di sala 1991'ê de ji Kolêja Zanistên Îslamî ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye. Heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî derketine.
Ji sala 1991'ê ve li Duhokê mamostetiya zimanê erebî û perwerdehiya îslamî dide. Heta niha ji bo gelek televîzyonan bername amade kirine. Heta niha 136 pirtûkên wî derketine.
ÇARÎNEK JI HERÎRÎ
Di 10 helbestên Eliyê Herîrî de gelek çarînên xweşik hene ku em bi yek ji wan dawî li vê nûçeyê bînin:
Ke mihman canê canan e
Li ser çeşmê me mihman e
Bi mala cumleê xan e
Ka şahê cumleê xan têt
- Şerha Bermahiya Dîwana Eliyê Herîrî / Amadekar Tehsîn Îbrahîm Doskî /Nûbihar /Lêkolîn / 166 rûpel / 2023
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye. 
- twitter.com/diyarname1
- facebook.com/diyarname
- instagram.com/diyarname1
- youtube.com/diyarnamediyarname
Ji bo têkilî: diyarname@diyarname.com
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Seydo Aydogan dijî pirtûka 'Rêzimana Kurmancî' derket: Dest ji vê şaşiyê berdin
- Îbrahîm Şahîn: Me 50 hezar klam dane hev
- Pirtûka Marquez piştî 10 salên mirina wî çap dibe
- “Ev karê ku LEW dike dê ji bîra kurdî, ji zemên re bimîne”
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê