logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din
news-details

Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

  • Dîrok: 21/07/2023
  • Beş: Berhem

Cemil Oguz

Emê di vê nûçeyê de lîsteyeke teqez a pirtûkên bi kurdî yên 15 salên dawî derketine pêşkêş bikin. Pêre jî emê lîsteyeke pirtûkên bi kurdî yên 30 salên dawî, lîsteyeke giştî derxin pêş. Û herî dawî emê ji pisporan bipirsin ku ka meseleyê çawa dinirxînin. Berî vê, ev ji ku derket?

10 roj berê şêwirmendê Selahattin Demîrtaş Zinar Karavîl li min geriya, got, "Berî min dane te, gotine encax ew dizane" û du pirs kirin, "Yek, li Tirkiyeyê çend heb pirtûkên kurdî têne firotin, didu, di 10 salên dawî de çend pirtûk derketine?"

Ji bo pirsa yekem min got îstatîstîkek wisa nîn e, lê tiştên giştî hene. Ya diduyan jî min got ez her sal lîsteyê saz dikim, bikeve Diyarnameyê, sal bi sal tuyê lîsteyê bibînî, te nedît, bigere ezê ji te re derxim.

Sal bi sal min lîste amade kiribû, lê sal bi sal min not negirtibû, nedabûn serhev ku di 10 salan de çend pirtûk derketine. Paşê di twitterê de weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev pirsa "Heta niha çend pirtûkên kurdî derketine?" kiribû û paşê ji Diyarnameyê hatibû pirsîn ku çend pirtûk derketine. Piştî min ev pirsa wan jî dît, min got "Ez li ser bixebitim."

JI 2007'AN HETA 2022'YAN

Min berê xwe da arşîva xwe. Sal bi sal ez lê geriyam û min not derxistin. Ji sala 2007'an ve (wê salê ligel Dawud Rêbiwar me amade kiribû) ez her sal lîsteyê bi hezar zehmetiyan amade dikim. Û encam: Ji sala 2007 û heta dawiya 2022'yan bi temamî 3295 pirtûkên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur û Tirkiyeyê derketine.(1) Ji bo sal bi sal hejmarê jî li tabloyê binêrin. Di van 15 salan de herî zêde sala 2021'ê pirtûk derketine ku wê salê gihîştiye 377 pirtûkî. 

YÊN LATÎNÎ KETINE LÎSTEYÊ

Li Bakur kêm be jî bi tîpên erebî jî pirtûk çap bûne lê me yên latînî amade kiribûn. Ev hemû pirtûkên bi latînî ne û piraniya wan hemû bi hejmara yekemîn derketine. Di salên dawî de pirtûkên berê li weşanxaneyeke din derketibin ez naxim lîsteyê, loma dibêjim hejmara yekemîn. Belkî pêdivî pê hebe ku mirov yek bi yek bi çi cureyî ne jî li ser bixebite, lê jêre ked û demek dirêj divê.

PIRTÛKÊN BERÎ 2007'AN

Berî 2007'an çend pirtûk derketine? Bersiva vê pirsê zehmet e. Lê bi rehetî ez dikarim ku hejmara salên 90'î cuda ye, hejmara salên 2000'î cuda ye. 

Niha em ji belgefîlmê "Rewşen"ê (2) hin agahiyan bidin: "Roja 12'yê avrêla 1991'ê li Tirkiyeyê zagona bi hejmara 2932'yan diguhere û ev yek rê li ber 'weşanên ji bilî tirkî' vedike. Bi vê re kurd jî dest bi derxistina weşanan dikin. Ji bilî rojname û kovaran, pirtûkan jî çap dikin. Heta sala 2000'î her sal encax 10 pirtûkên kurdî derketine. Di sala 2002'yan 10 nivîskarên kurd yekemîn pirtûkên wan derketine."

Ger em vê agahiyê wekî agahiyeke giştî hesab bikin û bijmêrin ji sala 1990'î heta 2000'î encax 100 pirtûkên bi kurdî derketine. Û em sala 2000'î heta dawiya 2006'an jî wekî agahiyeke her sal 50 pirtûkî bihesibînin jî 6 salan de encax em xwe digihînin 300 pirtûkî. Û encam: Ji sala 1990'î ve heta niha hejmara pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê derketine digihîje 3695 hebî. Yanê nagihîje 4 hezar hebî.

Çîroka weşangeriya kurdî ya 30 salan bi vî rengî ye. Baş e lê kesên eleqedarê vê meseleyê çi dibêjin? Ji van hinên raste rast di nav meseleyê de ne me xwe gihand wan. Yek ji wan Suleyman Çevîk e.

ÇEVÎK: REQEMEK BAŞ E LÊ LI GOR NIFÛSÊ KÊM E

Suleyman Çevîk xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê ye. Ligel pirtûkên kurdî ew ligel hevkarên xwe ji sala 1992'yan ve kovara Nûbiharê çap dike. Loma jî yek ji kesên ku em vê lîsteyê pê bidin nirxandin jî Çevîk bû. Ew qala realiteyê dike û dibêje, "Dema em li nifûsa kurdan binêrin û bipirsin ew qas pirtûk bes in, helbet ne bes in. Bi mîlyonan kurd hene, belkî bi qasî tirkan nifûs heye. Ji aliyê nifûsê ve pir kêm e. Lê di şertên Tirkiyê de, di 100 salan de dem hebûne bi deh salan tiştek çap nebûye. Piştî avabûna Komarê heta salên 60'î 35 sal teqrîben tu tişt nehatiye çapkirin. Dîsa heta salên 90'î ji bilî çend tiştên biçûk tiştek tune ye. Belkî hin bulten filan hene. Salên 90'î heta niha em binêrin gor van salan reqor e. Bazarek hêdî hêdî çêbûye. Erê weşanxane bi îmkanên firotin belkî nikarin îdara xwe bikin, supsansiyon hene, hinek ji weşanxaneyan pere digirin, lê dîsa jî êdî nifşek nû derketiye, dixwînin. Komên xwendinê hene, însanên kitêbên kurdî dixwînin derketine, ev çiqas nikaribin weşanxaneyan li ser lingan bigirin jî hene."

'ZORÊ BIDIN DEWLET Û PARTIYAN'

Weşanger Çevîk ji bo bazareke baştir û pêşketina kurdî dibêje "divê em zorê bidin dewletê rê li ber kurdî veke" û van gotinan lê zêde dike, "Em zorê bidin dewlet rê li ber kurdî, rê li ber dersê veke. Dema ders hebe wê feyde jêre çêbe. Dîsa partiyên me, saziyên me vê meseleyê ji xwe re bikin derd, giraniya xwe bidin kurdî, xelk bixwînin wê feyde çêbe. Gere em vê meseleyê bixin rojeva van. Xebata xwe bi kurdî bikin. Heta niha kurd jî bi têra xwe li ser nesekinîne. Em wisa bikin bi vî awayî pêşiya kurdî belkî vebe. Kurdî bibe zimanê dersê. Dîsa em dikarin ligel mamosteyên kurdî xebatên kolektîf bikin. Li zarokên ku dersên kurdî dixwînin pirtûkan belav bikin. Bi vî awayî wê bazar baştir belav bibe."

 

BERŞEV: LI GOR REWŞA KURDÎ YA LI BAKUR HEJMAREKE NE XIRAB E

Vê carê em berê xwe didin pirtûkfiroşekî. Li bazara pirtûkfiroşiya kurdî navenda mezin Pirtuka Kurdî ye ku online pirtûkan belav dike. Bawer Berşev xwediyê Pirtûka Kurdî ye. Di heman demê de xwediyê Weşanxaneya Dara ye jî. Ew jî yek ji wan kesan bû ku di vî warî de dikaribû gotinan bêje. Me serî lê da, ew dibêje, "Li gor rewşa kurdî ya Bakur ne hejmareke xirab e. Lê ev çapa ku hatiye kirin jî sedî 30'yê wî xapînok e. Kêm çap dikin, naxin piyaseyê. Hinek weşanxane û hinek kes hene mebesta wan tenê ew derxistina wê pirtûkê ye, ew pirtûk belav dibe, digihîje gel, nagihîje ne xema wan e. Tenê derd li facebook twitterê de bêne dîtin. Sedî 20-30'yê wan wisa ne. Îhtîmal heye nêzî 4 hezar hebî bin ev pirtûk, lê tenê çap bûne. Ev wekî hejmar ne xirab e lê hejmareke xapînok e."

Berşev qala girîngiya naveroka pirtûkan jî dike û wisa didomîne, "3-4 hezar pirtûk, an jî salane 300 pirtûk ne xirab e ger pirtûk baş bin. Çimkî bi ya min niha li Bakur derdorek xwîner heye belkî bigihîje deh hezarî, dema tiştek baş derkeve dixwînin, lê hin pirtûkên hin weşanxaneyan yan jî yên hin nivîskaran hîç nakirin, hîç. Pirtûk baş be piyase jî geş dibe. Mesela di lîsteya we ya par de gelek pirtûkên hin weşanxaneyan hebûn, ew çiqas ketin piyaseyê? Nakevin piyaseyê loma jî piyaseya pirtûkfiroşiya kurdan jî geş nabe. Ger pirtûkên baş bin her sal 300 pirtûk, ne xirab e, helbet li gor her kesî başbûn cuda ye."

Pirtûkfiroş û weşanger Berşev bazara kurdî dide ber bazara weşangeriya gelên din jî û van gotina tîne ziman: "Helbet li gor bazara tirkî ne bazarek mezin e, lê helbet tirkî jî ne li gor îngilîzî, erebî ne bazarek mezin e. Ji bo mezinkirina bazara kurdî jî heta statuyek çênebe, heta dibistan venebin çareyek ji bo mezinkirinê nîn e."

Rêbiwar: Mixabin em nikarin qala bazarek bikin

Û Dawûr Rêbiwar. Rêbiwar ji salên 90'î ve bi awayekî di nav vî karî de ye. Ev bi ser 15 salan re ye jî piraniya kovarên bi kurdî mîzanpaja wan ji aliyê wî ve hatiye kirin. Dîsa gelek pirtûkên bi kurdî jî. Û ligel van nêzî 10 salan jî wî ligel hin hevalên xwe heta ku dewr kirin Weşanxaneya Peywendê bi rê ve dibir. Me serî li wî jî da. Rêbiwar salên berî 2000'î û piştî vê demê cuda dinirxîne û dibêje, "Sedema kêmbûna hejmara pirtûkên salên 90'î û berî 90'î tê zanîn... Di îmkanên wê demê de, ew hejmar jî serkeftinek bû... Esas ji 2010'an şûn de, bi taybetî piştî ku deriyê dibistanan û zanîngehan li kurdî vebû, medyaya civakî ket jiyana mirovan di hejmara çapkirina pirtûkên kurdî de geşedaneke berbiçav çêbû, zêdebûna hejmara xwendevanên kurdî hêviyên weşanxaneyan xurt dikir. Heman salan îmkanên weşangeran yên ku berhemên ku çap dikin bigihînin xwendevanan jî zêde bûn, bi taybetî fûarên pirtûkan ku di coşa festîvalan de derbas dibûn bi serê xwe tiştek muhîm bû."

Rêbiwar balê dikişîne ser "Pêvajoya Çareseriyê" û van yekan lê zêde dike, "Bi xerabûna pêvajoya çareseriyê re, atmosfera xirab a giştî bandorek neyênî li piyaseya kurdî jî kir. Bi ser de covîd û krîza aborî karê weşangeran zehf zehmet kir. Maliyeta çapkirina pirtûkekê gelek zêde bû, ev rewş her diçe zehmettir dibe. Hejmara pirtûkên kurdî ku di salek de çap dibin (li dor 300) baş bixuye jî bi qasî ez dişopînim firotan gelek kêm bûye. Ji ber vê gelek weşanxane li matbaayan wekî ofset çap nakin û bêhtir berê xwe dane dijitalê. Em niha baş nizanin ji 300 cure pirtûkên çap bûne, her yek çend li hatiye çapkirin, lê texmînek me heye û her wisa hin rewşên em dibin şahid. Ji 300 pirtûkên tên çapkirin nivî zêdetir di biniya 100 libî de tên çapkirin. Loma jî mixabin em niha nikarin behsa bazarekê bikin."


 

1-Wekî her sal min gotiye, kêmasiya lîsteyê herî zêde îhtîmal e sedî pênc be.

2- Rewşen / Belgefîlm / Derhêner Cemil Oguz / Sala kişandinê 2011 / 44 deqe

 

 

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

 

REKLAM:

Malpera Promosyonan: dnpromosyon.com

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 22 11 2026

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

news
  • 18 11 2026

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news
  • 09 11 2026

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news
  • 02 11 2026

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
  • 30 10 2026

Elizabeth Eulberg bi ‘Seven Summers’ derdikeve ser rêya nivîsandina ji bo mezinan 

news
  • 29 10 2026

Ji fikrên Arjen Arî pirtûka 'Xwediyê peyva serhildêr im' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Atlantis' û 'Maddenin Halleri' bi ser ketin

ad

Fînalîst Fenerbahçe û Trabzonspor in

ad

"Du ziman û baholek" hat xelatkirin

ad

Balafirên Amerîkayê çiqas û çi cure alîkarî gihand Kobanî?

ad

Tanrikulu: Serokwezîr gotinên heqaretwarî kirin

ad

2 sal û 6 meh ceza dan Dilbihar

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname