logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî
  2. Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz
  3. Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin
  4. 'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da
  5. Li Rojava bernameya Newrozê: Li 7 bajaran di heman demê de wê bê pîrozkirin
news-details

Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?

  • Dîrok: 12/09/2023
  • Beş: Hevpeyvîn

Hevpeyvîn Cemil Oguz

Samî Hêzil ji bo wêjeya kurdî kedeke girîng dide. Ji bilî nivîsînê, wergerê jî dike. Û niha du pirtûkên nû wergerandin û ew kirin malên kurdî. Yek ji wan, pirtûka nivîskarê navdar J.R.R.Tolkien “Hobbit” e û ya din jî pirtûka Samuel Taylor Coleridge "Newaya Denyavanê Dêrîn" e. Berî van jî ji wêjeya dinyayê pirtûk wergerandibûn. Me ev pirtûkên nû kirin sedem û ji bo li ser xebatên wî, wergerên wî û qîmeta wergerê ji bo kurdî/kurdan biaxivin li deriye wî da. Fermo em bi hev re bixwînin. 

***

Herî dawî te du pirtûkên girîng wergerandin. Tu bixwazî em pêşî ji van dest pê bikin, paşê em hinekî li ser girîngiriya wergerê biaxivin. Pirsa min a pêşî bila wisa be: Fikra wergerandina pirtûka Tolkien çawa bi te re çêbû?  

- Bala min timî ser cureya epîk-fantaziyê ye û ez nivîskarên nû jî dişopînim, lê her çi Tolkien e, ew daner û temsîldarê sereke yê vê cureyê ye û bûye pêşeng. Hemû berhemên wî, bi taybetî jî sêbareya “The Lord of the Rings” û pêşpûrtika wê sêbareyê “The Hobbit” bi her awayî bûne berhemên sereke yên cureya epîk-fantaziyê. Vêca min xwest ez vê berhemê wergerînim û ew bi kurdî jî bê xwendin, lewre gelek hezkiriyên Tolkien hene ku piranî bi tirkî berhemên wî dixwînin. Wergera Hobbitê çend sal berî niha xilas bûbû lê pêwîst bû em mafê çapkirina bi kurdî ji weşangerê îngilîz bistînin û vê pêvajoyê jî demek dirêj girt, ta ku îsal Hobbit bi kurmancî ji nav weşanên Lîs/Cervantes çap bû. 

Ev klasîkek dinyayê ye. Qîmeta wê ji bo wêjeya kurdî çi ye? 

- Belê, ev klasîkeke modern e û şahkareke cureya epîk-fantaziyê ye. Ez wekî wêjevanekî kurd girîngiyê didim têkiliya Wêjeya Kurdî û Wêjeya Cîhanê û xebatên min piranî di vê çarçoveyê de ne. Wergera berhemên edebî jî kêliyeke bingehîn e ji bo vê têkiliya navborî. Bi rêya wergerê derfet çêdibin ji xwînerên kurd re ku wêjeya cîhanê bi zimanê xwe bixwînin, an ku mecbûrî zimanên navincî nemînin. Hebûna klasîkan, werger jî tê de, ji bo wêjeyên neteweyî pîvanek e, û di heman demê de klasîkên modern ên werger û berhemên resen dibin keresteyên berawirdkirinê û bi vî awayî jî hin çarçoveyên nirxandin û rexneyê ji bo wêjeya neteweyî diyar dibin. Wergera berhemên girîng ên wêjeya cîhanê hem ji bo xwînerên kurd û hem jî ji bo nivîskaran derfetên cuda çêdike. Helbet ji bo ku werger bibe navgîneke danûstandina Wêjeya Kurdî û Wêjeya Cîhanê, divê berhemên kurdî jî bên wergerandin.   

Bi taybetî ji bo pirtûka Tolkien dipirsim: Di wergerandinê de te qet zehmetî kişandin yan na… Ev pêvajo çawa derbas bû...

- Bê guman di çalakiyên wergerandinê de her tim arîşe hene û ji bo çareserkirina wan jî pêwîstî bi lêkolînê heye. Em wergêr li gor derfetên zimanî û çandî hewl didin kêşeyên wergerandinê ji holê rakin, heta em ji teknîk û stratejiyên wergerandinê jî sûd werdigirin. Dîsa jî divê ez bibêjim ku ev arîşe her tim bi dilê wergêr çareser nabin, an ku kêmasiyeke zimanî, valahiyeke çandî dibe ku tam çareser nebe. Cureya epîkê, wekî tîpolojiyeke vegotinî, dûrê edebiyata kurdî nîn e, lê dîsa jî navên afirîdeyan, navên cih û waran û şêweyên taybet ên gotinê tev bi wesfên kultur-spesîfîk ve dagirtî ne. Di pêvajoya wergerandinê de taybetiyên bi vî rengî ez mijûl kirim bê guman. Tişta herî girîng ev bû ku ez bikarim şêwaza Tolkien kêm zêde raguhezînim û çêjeke hevta ya xwendinê ya wekî berhema resen bidim metnê. Helbet biryara vê yekê li ba xwîneran e.

Ji ber populerbûnê Tolkien pir hindik tê zanîn, lê kêm kes hay ji “NEWAYA DERYAVANÊ DÊRÎN” hene. Li ser vê tu dikarî çi bêjî?

- NEWAYA DERYAVANÊ DÊRÎN –The Rime of Ancient Mariner– yek ji baladên navdar ê wêjeya îngilîzan e. Helbesteke dirêj e ku ji 7 beşan û 625 rêzikan pêk tê û wekî “balada lîrîk” tê binavkirin. Helbest çîroka deryavanekî vedibêje, Deryavanê Dêrîn, ku keştiya wî bi zora firtoneyê ber bi Cemsera Başûr kaş dibe û piştre jî berê wê dikeve Okyanûsa Pasîfîk. Zimanê Newaya Deryavanê Dêrîn arkaîk e, lewre bi xasyeta xwe ya zimanî ev helbest ji nerîta helbesta romantîk cuda dibe. Xasyeteke din jî hebûna wan afirîdeyên sosret e ku dê bala xwînerên kurdî jî bikişînin. Navlêkirin û şayesandina wan afirîdeyên cihêreng cihekî cuda ji vê berhema Coleridge re çêdike. Dîsa di vê berhemê de Coleridge cih daye epîgrafê û bi nîşeyên kêlekê desteg daye wate û vegêrana risteyên esasî yên helbestê, û bi vê yekê jî helbest ji hêla wateyê ve şênber û berfireh bûye. Derbarê wate û peyama helbestê, li ser hêmayên wê yên alegorîk, sembol û temayên wê, temsîla ku Deryavan dike û dîsa li ser niyet û fikra helbestvan nirxandin û nîqaş çêbûne. Bê guman gelek ji wan nirxandinên dermetnî ne, dîsa jî xwînerên kurdî yên baldar bê guman dê hin têkiliyan navbera dînê xirîstiyaniyê, rewîştê gerdûnî û helbestê çêbikin. Coleridge helbesta xwe wisa saz kiriye ku bivê nevê mirov li ser wateyên temsîlî yên Albatrosê, li ser Xeyaletê û li ser Keşîş dirame û hewl dide pêwendiya wan û baweriya dînî şîrove bike. Di wergera kurmancî de jî wêneyên ku Gustav Dorê ji wê berhemê re xêz kirine cih digirin, lewre ew wêne bûne parçeyeke temamker a Newaya Deryavanê Dêrîn û di çapên zimanên cihê de jî xuya dibin.

Sihet xweş. Em niha dikarin bere xwe bidin pirsên din û wergerê. Ez bi xwe dizanim ji wêjeya dinyayê heta niha te gelek pirtûk wergerandine kurdî. Em agahiyên xwe nû bikin: Bi ev her duyên dawî derketin re bûn çend heb?

- Ji bilî gotar, çîrok û helbestên ku di kovaran de weşiyane heya niha neh wergerên min wekî pirtûk çap bûne. Di nav wan de cureyên edebî yên wekî roman, çîrok û helbest hene û her wiha min du pirtûkên di qada sînemayê de jî wergerandin. Sê berhemên ku wergera wan xilas bûye jî di demeke nêzik de dê bigihîjin ber destê xwînerên xwe. Min niyet heye ku hin berhemên dîtir ên ji wêjeya îngilîz û amerîkî bikim malê kurdî. Ez bi taybetî jî berhemên ku hatine wergerandin dubare wernagerînim. Bi baweriya min em wergêrên kurd di nav hevkariyeke nebinavkirî de ne ku her yek ji me barê hev û din sivik dike û hewl dide ku prestîja zimanê me bilintir bike.

Neh wergerên çapkirî û hinên li ser rêya çapê. Kedek hêja ye. Pirsa min bila wisa be: Te çima berê xwe daye wergerê? Ji bo te qîmeta wergerê çi ye ku te ew qas wergerandine û tu hê jî werdigerînî? 

- Ya rastî ez bi tenê bi karê wergerê re ne mijûl im lê werger di nav xebatên min de cihekî girîng digire. Berhemên min ên teorîk û lêkolînên akademîk jî hene ku hin ji wan bi awayekî serbixwe çap bûne û çendekan jî di nav pirtûkên edîtorî de wekî gotar cih girtine. Di qada wergerê de ez bala xwe bêtir didim ser du tiştan: Yek; wergerandina berhemên klasîk (klasîkên modern jî tê de) ên wêjeya cîhanê û du jî; wergerandina pirtûkên teorîk û berhemên lêkolînê. Qîmeta wergerê ji bo min bi fonksiyona wê re têkildar e. Bi çalakiya wergerê ziman, edebiyat û çanda kurdî rastî derfetên danberheviyê tê, lîteratura kurdî fireh dibe û korpûsa qadên zanistî û edebî bi rêya wergerê geştir dibe.

Meseleya qîmetê hinek jî girêdayî cih û fonksiyona wergerê ya di nav çandekê de ye. Teoriyeke wergerê ya bi navê polîsîstem heye ku wekî ekola Tel Avivê jî tê zanîn. Even-Zohar, danerê vê teoriyê, derbarê cih û fonksiyona wergerê tiştekî balkêş dibêje. Ji bo çand û zimanê neteweyan werger di nav sîstema çandê ya pirqetmanî de yan xwedî ciheke navendî ye ku bandorê li ser hemû awayên hilberandina çandî dike; yan jî li perîferê ye û bandorê ji hilberînên çandî yên vê neteweyê/civakê digire. Bi nêrîna min, ji ber rewşa kurdî ya ku berhemdarî kêm û sînordar e, îro pêwîstî heye ku werger bibe xwedî cihekî navendî û bi vî awayî jî bingeh û modelên hilberandinê destnîşan bike. Piştî ku hilberandina çandî ya resen geş bû hingê cihê wergerê dibe ku ji navendîbûnê ber bi perîferiyê dakeve. Jixwe ya îdeal a ji bo parastin û reseniya çand, ziman û nasnameyê jî ev e.

Ji bo wergerê te qala ekola Tel Avîvê kir. Wekî van li dinyayê gelek welatan ji bo wergera klasîkên dinyayê komîsyon çêkirine, xebatên cidî kirine. Bi ya te pêdiviya me (kurdan) jî bi hewleke wisa heye, yan tiştên niha têne kirin bes in?

- Bê guman pêdiviyeke wiha heye. Di dîroka wêjeya kurdî ya nûjen de hin destpêşxeriyên bi vî rengî hene. Mirov dikare wan wekî pêngavên wergerê jî bi nav bike. Wekî mînak kurdên Kafkazê berhemên rûsî û ermenkî wergerandine, kovarên wekî Hawar û Gelawêjê klasîkên edebî wergerandine, Li Stockholm û Parisê piştî salên 1980’yan hewldaneke wergerê heye, li Bakur hin weşanxaneyan pêşekî dane pirtûkên werger û kovarên wergerê derketine. Ew hewldan timî bi rengekî kolektîf meşiyane lê piranî ji ber şert û mercên cuda nîvco mane û negihîştine aramanca xwe ya tam. Ya rastî di şert û mercên îro de karên kolektîf hêsantir in û têkiliya wergêrên kurd jî ji berê baştir e. Lê her wekî em hemû jî dibînin û dizanin, di wan meseleyan de hişmendî û xîreta xwendeyên kurdan çi carî ji xavbûnê wêdetir neçûye, ev yek jî arîşeya sereke ye li hember karên kolektîf. 

Gotina te ya “Xîreta xwendeyan” gotinek xweş e. Dema li cem xwendeyan xîret tune be wê çaxê dê pirtûk neyên firotin jî. Werger bi xwe meseleya fînansê ye. Ji bo Bakur, Başûr, Rojava, mesela dikare çawa çêbe?

- Bila werger ji Bakur pere ji Başûr be û xwendin jî bibe para Rojava. Henek li hêlekê, ji bo meseleya fînansê ez dixwazim çend hevokan bi peyvekê bidim destpêkirin û xwînerên vê hevpeyvînê jî li gor xwe temam bikin: Eger ku….. . Lê….. . Û mixabin……. . Dîsa jî………… . Belkî…… . Qesta min bi wan rêzexalan ew e ku sedem diyar e û rewş jî neçar e. 

Aliyek wergerê wergerandina berhemên cihanê ji bo zimanê me ye, lê aliyê din jî heye, divê berhemên me jî ji bo zimanên dinyayê bêne wergerandin. Ji bo vê ajans lazim in. Çi zanim... Di vî warî de tu çi difikirî?

- Ez wiha formule bikim: Destpêkê divê em berhemên têkûz biafirînin, piştre em bi xwe qanî bin ku berhemên me yên baş hene, û di pey vê re jî em danasîna wan berheman bikin û cîhana wêjeyê îkna bikin ku ew berhemên baş in û hêjayî wergerandinê ne, û di qonaxa dawî de em xwe bigihînin çavkaniyên wergerê, an ku sponsoran, ajansan û destpêşxeran û wergêran peyda bikin. Ez mînaka îngilîzî bidim. Îngilîzan berhemên têkûz afirandine, bi xwe jî bi berhemên xwe zêde zêde serbilind in, nivîskar û berhemên xwe li çar aliyê dinyayê didin naskirin û derfetên wan û çavkaniyên wan jî zêde zêde hene. Vêca lazim e em rewşa xwe, kêmasiyên xwe û berpirsiyarên li pêş xwe li gor vê formulekirina jor binirxînin.

 

Ji bilî tiştên heta niha me gotin, ji aliyê ziman ve, meyl û daxwaza wergerê ve çi pirsgirêkê wergera me hene? 

- Ew mijareke fireh e lê ez hema bi çend sernavan bersiva te bidim. Berî her tiştî wergêr divê ji hêla ziman û çandê ve xwedî perwerdehiyeke xurt bin, lê ev kar bi xwe re gelek pêwîstiyan derdixîne holê ku em ancax di çarçoveyeke din de dikarin behsa wan bikin. Dîsa jî beşên kurdî yên zanîngehan û komele û saziyên zimanê kurdî bi kargeh û perwerdehiyan dikarin vê barê hinek sivik bikin. Parastina mafên pîşeyî yên wergêran jî pirsgirêkeke din e û ku têkiliya wê bi polîtîkaya me ya weşangeriyê re heye. Civaka me hîn jî wergerê wekî pîşe û pisporî nabîne, lewre li her sazî û komeleyê, heta li der û dorên ku bi karê nivîsînê re eleqedar jî her kes bi awayekî wergêr e. Di nav wergêran de pisporiya qada xebatê û teknîk û şêweya xebatê jî hêj bi awayekî rêk û pêk ji hev cuda nebûye. Danasîna wergêran û danasîna berhemên ku wan wergerandine dîsa dimîne ser milê wergêran bi xwe. Tişta ku wergêrên wêjeyî motîve dike ew e ku xebatên wan bên dîtin, bên ecibandin û rexnekirin. Di vî warî de jî bar li ser milên wergêran e, heta hin wergêr xwe mecbûr hîs dikin ku reklama xwe bikin. Ev yek mixabin xweş nîn e lê divê mirov hîsiyata wan jî fêm bike.

***

Samî Hêzil kî ye?

Nivîskar û wergêr Samî hêzil di sala 1975'an de li  gundê Setmanîsa Wanê hatiye dinê. Di sala 1999'an de Beşa Wêje û Zimanê Îngilizî ya Zanîngeha YY. Ya Wanê xwendiye. Ji sala 2000'î ve wergerê dike, heta niha di gelek kovar û rojnameyan de nivîsên wî derketine.

Pirtûk u wergerên wî:

- Qelareşk û Bîst Helbestên Din  / Edgar Allan Poe, Helbest, Weşanên Bajar, 2004

- Serpêhatiyên Ulysses, Charles Lamb, Roman, Weşanên Lîs, 2010

- Prensê Bextewar, Oscar Wilde, Çîrok, Weşanên Sîtav, 2015

- Sînematografî, Blain Brown, Sînema, Weşanên Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016

- Belgefîlm, Erik Barnouw, Sînema, Weşanên Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn, 2016

- Kurte Wêjeya Kurdî, Samî Hêzil, Wêşanên Sîtav, 2015

- Lehengê Mîtolojiyê, Samî Hêzil, Wêje-Rexne, Weşanên Lîs, 2021

- Hobbit, J.R.R. Tolkien, Roman, Weşanên Lîs, 2023

- Newaya Deryavanê Dêrîn, Samuel Taylor Coleridge, Roman, Weşanên Lîs, 2023

 


Parve Bike

Youtube Me

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

news

Cihê sohbet û hevdîtinê Firata Nûbiharê; Suleyman Çevîk qal dike

news

Video Project 4

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news

H. Kovan Baqî: Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

news

Dilşêr Bêwar: Pêlên Lacîwerd

news

H. Kovan Baqî: …dayikekê didirû ji dengê min re

news

Mesûd Qeya: Ezê bikim

news

Omer Dilsoz: Rexneya Rexneyê

news

Yeqîn H.: DESTPÊK

news

Şaredariya herî kurdewar, binêrin çi kir...

news

Em hejmara çapkirina 386 pirtûkan derxin 10 qatên wê

news

Di nivîs, şano, fîlm, û di helbestên 'Lewerger'ê de 'Dê'

news

Hemû agahiyên ji bo hilbijartina Kurmancî-Zazakî

news

Li KOBANÎ pirsgirêkên tenduristiyê

news

Piştî peymana 29.01.2026'an li Rojava rewşa perwerdehî, çand û weşangerî dê çawa be?

news
Hevpeyvîn - Nivîsên Dawî
news
  • 19 02 2026

Hevpeyvînek ligel Cegerxwîn

news
  • 28 09 2025

Îlham Ehmed bersiva da: 'Gelo General Mezlûm dê bibe Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê?'

news
  • 18 09 2025

Pirtûkên Helîm Yûsiv vegeriyan Rojava

news
  • 30 03 2025

Baqî: Dêrik û Mêrdîn di nava min de her zindî ne

news
  • 07 11 2024

Necat Baysal: Em bi destên xwe, xwe dikujin

news
  • 19 09 2024

Dilşah Kaymaz: Tiştekî ecêb e lê muzîkê hesta kêmasiyê li min zêde kir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
news

Ziman Dirêjo Hed Nezano

  • Kadir Stêra
news

Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

  • Omer Dilsoz
news

Berxweş

  • Mesûd Qeya
news

Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin 

  • H. Kovan Baqî
news

Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

  • Hogir Berbir
news

Destpêk

  • yeqîn h.
news

Pêlên Lacîwerd

  • Dilşêr Bêwar
news

10 hezar girtî bên berdan Tevgera Kurd wê bikaribe çi bike bo wan?

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Demirtaş li rojavaya Tirkiyeyê jî deng girtin

ad

Zarokên Ereb hînî Kurdî dibin

ad

Wezareta Tirkiyeyê nehişt 'Rojbaş' bê nîşandayîn

ad

KNK: Ala zimanê xwe bilind bikin

ad

Cenazeyê Eyşe Şanê li Amedê hat defikirin

ad

'Zagros' diçe Edinburgê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend Têbinî Li ser Xatirxwestina Şêxê Helbesta Kurdî Ehmed Huseynî

  • 16 03 2026
news

Ji mîtolojiyê heta modernîteyê Newroz

  • 15 03 2026
news

Siyadê kesên Xelata Ked û Rûmetê wê bide wan eşkere kirin

  • 15 03 2026
news

'One Battle After Another' mohra xwe li Oscaran da

  • 16 03 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname