ANTALYA (DÎHA)
Li navçeya Alanya ya Antalyayê komên faşîst ku li ser tora civakî xwe organîze kirin dora Rêxistina Navçeya HDP'ya Alanyayê girtine û gef dixwin ku avahiya ku di nav de zarok û jin li dor 50 kesî hene bişewitînin.
Li navçeya Alanya ya Antalyayê alozî berdewam dike. Di nav rojê de komeke faşîst a derdora 200 kesî êrîşî avahiya HDP'ê ya Alanyayê kiribûn. Hate ragihandin ku rewş her ku diçe xeter dibe, komên faşîst ku hejmara wan zêde dibe gef dixwin ku avahiyê bişewitînin. Li avahiyê jin û zarok jî di nav de li dor 50 kesî hene û nikarin ji avahiyê derkevin.
Polîsan di navbera komên faşîst û avahiyê de barîkat danîne û nahêlin komên faşîst nêzî avahiyê bibin. Her wiha hate ragihandin ku 3 HDP'yiyên birîndar jî nikarin biçin nexweşxaneyê.
Her wiha dikanên esnafên kurd jî hatin şêlandin û komên faşîst hewl dan ku esnafên kurd lînc bikin.
Hevserokê Navçeya HDP'ê ya Alanyayê ku ew jî li avahiyê ye diyar kir ku bi komkujiyek mezin re rû bi rû ne, banga bihistiyariyê kir.
- Ev nûçe 16'ê mehê saet dor 23'yan hatiye weşandin. Dema ev nûçe hat weşandin hê alozî dom dikir.