logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Kîjan rastî?

  • Dîrok: 26/10/2025

- Qirnî
Bi vê gotinê re li der û dora xwe mêze dikim. Dema çavê min bi kesî nakeve di ber xwe de dibişirim.

Xwe bi xwe dibêm: Herê kaliyê êdî dilê te jî heye konê xwe vebigirî.

Lîstika hiş ji min kêm bû. Hiş berê xwe dide bist û du saliya ciwaniyê. Ez li herikîna çem vedigerim. Dengek şermok di guhê min de bi pistinî dibê:

- Qirnî.

Bêhemd li ser milê xwe yê çepê vedigerim. Sûretê min bi lêvên wê ve dizeliqin. Ji cihê xwe hildipekim. Jineke porkej a porqurişk û dev li ken li hemberî xwe dibînim. Şaşwaz mît û mat im. Bêdengî û nenasîna min kenê li ser rû diçilmisîne. Derî îradeya min ji zimanê min ê ku kilitbûyî peyva: "Qurmiçiyê" dipeke. Bi bihîstîna peyva qurmiçiyê re rûyê wê  vediguhere baxçeyê gulan. Her du destên xwe wekî per û bask dirêjî min dike. Bi wan per û baskan ve qederek min di himbêza xwe de dihebîne.

Li vî perê hê zêde destê însan lê negeriyayî berê me li çem e. Wexta destê me bi germiya hev hesiyan dibêm:

- Bû çend sal rûyê me bihev neketiye?

Bi keneke sivik dibê:

- Ma tu nizanî temen ji me jina nayê pirsîn? Dev ji lêpirsînê ber de. Binêr deng bi mele jî ket. BihêlE bila niha bêdengiya kefikan li dar be. 

Pêl keviyê, kevî pêlan dehf dide. Bayê bi rûyê pêlan re dipengize, perdeyên li ber paceyê vedihejîne. Şorahiya pengizî li bedenên li hev piçikiyayî dipiçike. Çilkên diçilpiskin li newalê dibin lehî. Zemka ew bi hev ve girdane bi laserê re diçilmise.  

Bi ewtîna kûçik re çavên wî li der û dorê digere. Ji bilî wî, kûçik û gewriya êvarê kesek naxwiyê.

Çû devê çem. Bi du kulm avê re şopên li dêmên xwe hêla. Dest avêt bendê hustiyê kûçik. Bi kûçikê xwe re ber bi mala xwe ya sip û sar ve meşiya. Derê baxçeyê da cî. Kûçik ji bend xilas kir. Berî ku mifteyan ji bêrika xwe derîne keça wî bi kincên xwe yên sporê derî vekir. Li devê derî mirçinî ji sûretên hev anîn. Keçikê ji bo sporê berî da der. Li pey xwe û keçikê derî da cî. Ber bi salonê ve meşiya. Li salonê deng li jina xwe kir. Dengê jina wî ji odeya xebatê ya hevpar hat. Jina wî li ser kompîturê bû. Pişta wê ya xwe bi ser ekranê kompîtorê ve xwar kiribû mist da. Ji lêvên jina xwe maçek hilanî.

Bi leptopa xwe re li salonê vegeriya. Leptop danî ser sêpayê. Çû ji mitbaxê ji xwe re qehweyek keland. Li salonê vegeriya. Çavê xwe da hev, çend kêliyan bê lebat ma. Nehişt xilmaşî bedenê bide ber xwe. Di leptopê de çend hevokên din li metna xwe zêdekir. Di ser re maîlê re metin ji jina xwe re şand. Piştî çend deqeyan bersiv hat.

Jina wî:

- Metin zêde nostaljîk e. Di xwe de rastiyan bihebîne jî ji rastiyê gelek dûr e. Wê te bêafirîneriyê sûcdar bikin.

Bi awirên westiyayî jina xwe bersivand:

- Çend rastî hene? Kîjan rastî? 

Hin Nivîsen Nivîskar

NOSTALJÎ

  • 23 Rezber 2021

Ji roja ku te bişirîna xwe ya dawî diyarî min kir vir ve ye nema tehemûlî zivistanan dikim. Çend saet man ro cihê xwe ji wê hejmara bêyom re bihêle. Wan çaxan...

Gola Xwînê

  • 11 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Zarîn û bêhna goştê biraştî li pey xwe hiştin. Kundî mora xwe li kavilan danî. Îskîn bi çiyê ket. Lê metropola ku şêniyên xwe bi saxî dicû berêvarê leq bi erebeyan nediket....

'Kurdcîtiyê neke'

  • 20 Gulan 2023

Bêhna biharê bi derengî be jî bi ser me ketiye. Dora biraştina goşt vê hefteyê li ser Kevçiyê Neşûştî ye. Kevçiyê Neşûştî li...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Omer Seyîd Elî ji bo Rêberê Giştiyê yê Tevgera Goran hat hilbijartin

ad

Fînalîsto diyin eyro eşkera beno

ad

Komîsyon û kesên wê herin Îmraliyê diyar bûn

ad

Hinek bajarên din jî dibin 'Bajarên Mezin'!

ad

Romana bêmiradan 'Bêmiraz'

ad

Li Pirsûsê çavdêriyên dixtorekî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname