Diyarname
Komîsyona Venedîkê, MeÅŸa Parêzeran, rewÅŸa DemîrtaÅŸ, vane çend nûçeyên ku îro derketine pêÅŸ.
'Kayûmî ne li gor demokrasiyê ye'
Komîsyona Venedîkê ku girêdayî Konseya Ewropayê ye li ser kayûmên ku dest danîne ser ÅŸaredariyên kurdan daxuyanî weÅŸand. Komîsyonê wisa got: "Åžaredarên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ve hatine girtin divê peywira wan bi paÅŸ ve bê dayîn, hurmet nîÅŸanî biryara hilbijêran bê dayîn û rêyên din neyên qebûlkirin. Di vê çarçoveyê de li ÅŸaredariyên heyî divê destûr bê dayîn ku hilbijêr bikaribin ÅŸaredaran ji nû ve hilbijêrin, ji nû ve hilbijartin çêbibe."
AYM'ê DemîrtaÅŸ mafdar dît
Li Tirkiyeyê AYM'ê (Dadgeha Zagona Bingehîn) duh bi ÅŸev biryar da ku mafê siyasetmedar û hevserokê berê yê HDP'ê Selahattin DemîrtaÅŸ hatiye binpêkirin. Û dadgehê biryar da ku dewlet 50 hezar TL tazmînatê bide DemîrtaÅŸ. AYM'ê ji bo mebûsê CHP'ê Eren Erdem jî heman biryar da.
HDP: DemirtaÅŸ dîlekî siyasî ye
Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li ser biryara AYM'ê daxuyaniyeke nivîskî weÅŸand û got: "Bi vê biryarê careke din diyar bû ku DemîrtaÅŸ dîlekî siyasî ye û ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye girtin."
Baro dimeÅŸin
Li Tirkiyeyê baroyan biryar dan ku her yek ji bajarê xwe ve ber bi Enqereyê ve bimeÅŸe. Baroyan bi diruÅŸma "Em ji bo darazeke xurt û serbixwe dimeÅŸin" dest bi meÅŸê kir. Baroyên Amed, Wan û yên bajarên din jî her yek ji bajarê xwe ve ber bi Enqereyê ve ket rê. Hikumeta Tirkiyeyê dixwaze alternatîfa baroyan ava bike, duh 80 baroyên Tirkiyeyê li hemberî vê yekê daxuyanî dabûn.
Li Tirkiyeyê 80 baro piÅŸtgirî didin vê meÅŸê. Parêzer dê 20 kîlometre bimeÅŸin û paÅŸê siwarê erebeyan bibin û herin Enqereyê. Tê hêvîkirin ku roja duÅŸemê (22'yê mehê) parêzer bigihîjin Enqereyê.
5 sivîl hatin bombekirin
Balafirên ÅŸer ên dewleta Tirkiyeyê ku ev çend roj in bi ser çiyayên BaÅŸûr ve bombeyan dibarîne, di bomberana îro de 5 sivîl hatin kuÅŸtin. Di bombekirina pêr de jî pêÅŸmergeyekî PDK'ê hatibû kuÅŸtin.