Diyarname
Niviskarê navdar Gabriel Garcia Marquez 2014'an de mir û niha piştî mirina wî bi 10 salan romana wî ya neçapkirî dê çap bibe. Bi saya zarokên wî Rodrigo û Gonzalo Garcia Barcha pirtûk niha tê amadekirin.
Romannivîskar Gabriel Garcia Marquez di sala 1927'an de hatiye dinê. Xelata Nobelê ya Wêjeyê (1982) jî têde gelek xelat girtine. "Cien anos de soledad" (Tenêtiya Sed Salê), "Chronicle of a Death Foretold” ("Dîrokçeya Pêşdîtina Mirineke), "Love in the Time of Cholera " (Di dema colerayê de evîn) hin pirtûkên wî yên ku zêde têne zanîn. Ew di 17'ê avrêla 2014'an de mir.
Di kêliyên dawî yên jiyana xwe de bi nexweşiya demansê ketibû. Wî herî dawî romana "En agosto nos vemos" (Gelawêjê emê hev bibînin) nivîsîbû û xwestibû piştî ew mir belav bikin. Niha hat eşkere kirin ku pirtûk roja 12'yê adara 2024'an, yanê piştî mirina wî bi 10 salan dê bê çapkirin û belavkirin.
Roman, çîroka jineke bi navê Ana Magdalena Bach pêşkêş dike. Ew her sal di salvegera mirina diya xwe de diçe serdana giravek. Pirtûk li ser vê mijarê hatiye sazkirin.
Romana ku îngilîziya wê wekî "Until August" (Heta Gelawêjê) lê kirine ev 10 sal bûn li Zanîngeha Teksasê di arşîvê de dihat parastin.