Fêrgîn Melîk Aykoç
Birêz Jan Dost bi nivîsa xwe ya bi serenavê “Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê”* Birîneke me ya gelek kûr û bi êş vekiriye. Ev birîneke wisa ye ku her kes, her der û dor, bawerî û têgihîştin xwe li derê vê birînê dibîne, lê bi xwe di kûrahiya wê birînê de têkçûyî ye.
Gava mirov pirseke wiha ji xwe bike: Gelo ez di warê ‘giyan û hestê derûnî de çendî kurd im? Stran, pêkenok û henekên kurdî çi bandorê li min dikin? Kujêriyên wekî Helebçe, Qamişlo, îdamkirinên li Îranê, kujeriyên li Geliyên Teyarê û Roboskiyê bandoreke çawa li giyana min kir? Girtin û kuştina kurdekî ne ji malbat, eşîr, bawerî, siyaset û partiya min çi hestî li min diafirîne? Wekî mijara Pozantiyê, destdirêjahiya li ser zarok û jinên kurdan çendî min diêşîne? Ez li ku dera nakokiya di navbera hêzên kurdistanî û yên dagirker de me? Min çi qas xwe ji bandora bangaşiya hêzên dagirker rizgar kiriye? Gelo min hetanê kîjan radeyê ew bandora perwerdeya dagirkeran şikandiye? Ez gilî û gazincên xwe xwe li ba saziyên kurdistanî yan li ba saziyên dagirkeran dikim? Û hwd.
Min di gelek civînan de ev mînaka hevalekî xwe yê alman daye. Bi destûra we ez ê wê îro jî during bikim.
Hevalekî min ê kar yê alman hebû. Rojekê xwişka wî mir. Ez çûm, min xwest jê re bibêjim ku serê te xweş be, lê min dît ku tew xema wî nîn e, çawa ku ne xwişka wî, ya min miribe! Çend meh ketin navberê, li Amerîkayê du turîstên alman hatin kuştin. Dema ew alman hate kar, çawa ku cihan di ser wî de hatibe xwarê, wisa xemgîn, mûr û bi hêrs bû. Dema min jê pirsî, ka çi bûye. Got: Berazên Amerikayê du alman kuştine! Divê hesab ji wan were pirsîn!
Di vê mînaka alman de em dibînin ku li gel wan hestên netewî li pêş hestên têkiliyên feodalî (malbatî, eşîrî, komî) ye, lê li ba me kurdan belovajiyê vê rastiya alman e.
Min berê sêzdeh salan li sih komaleyên kurd semînerên di bin navê “Zimanê zikmakî û bandora wî ya li ser kesayetiyê” xwerû bi kurdî da. Di encama nîqaşên li pey semîneran de têgihîştim ku bişaftina dagirkeran wisa bi ser ketiye, ku her çendî mirovên me; “em bêjin” bi awayekî teorîk li kurdayetiya xwe jî vegeriyabin, giyana wan a derûnî û bingehê hestên wan li ser têgihîştin, etîk û olana ziman û çanda dagirkeran e.
Ev ne tenê di rastiya mirovên sade, di kesayetiya mirovên xwende, rewşenbîr, kesên bi pirpirikên prof-dr û siyasetmedaran de jî wiha ye. Wekî mînak nivîskar, yan jî kolomnîsteke/î kurd mijareyeke bikane tevahiya cihanê ser û bin bike, binivîsîne jî, di nava çapemenî, weşan û rewşenbîrên kurd de nabe mijara nîqaşê, carna bala kesî jî nakişîne, heta rewşenbîrên kurd, ji ber ku bi kurdî hatiye nivîsandin, wê gotarê naxwînin jî, lê her nivîsên kolomnîst û nivîskarên dagirkeran (di xizmeta şerê qirêj de be jî) nîqaş dikin. Çawa tîrêjên hêviyekê li wan vedabe, wisa gotin bi gotin werdigerînin kurdî û di malperên xwe de diweşînin. Yên hatine wergerandin jî ji destên hev direvînin.
Li ser mijareya zimanê dayîkê, yan jî zikmakî û bikaranîna wê bi dehan nivîs û gotarên min derketin, (ev sih sal in ku ez bê navber bi kurdî dinivîsim) dîsa di vî warî de bi dehan nivîsên nivîskar û kolomnîstên kurd derketin, mixabin ku tu sazî û weşanxaneyê, nekanî (di rastiyê de nexwest, ji ber ku em kurd in) ku van nivîsan bidin hev biweşînin û ragîhînin bala cihanê. Lê weşanxaneya Avestayê nivîskarê Galitsî Sêchu Sende ji ber çend gotarên wî yên nîvwate û bê bandor bi hezaran pere rêkir, ew anî, li welêt gerand û li ser wî jî dîtinê gelek nivîskarên li gor weşanxanê nasraw civand û ji wê pirtûkek nû derxist. Divê mirov; ne tenê kêmasiyên kesên din, yê xwe jî bibîne.
Birêz Jan Dost mijare pir xweş vekiriye, lê gava navê nivîskaran dide, dîsa dikeve nava heman kemînê, tenê navên nêzîkê xwe dide. Gava ez navê nivîskaran bidim, ez ê navê wan nivîskarên birêz Jan Dost daye, yekî jî nedim. Ku nivîskarekî/ê din li ser vê mijarê binivîse, bêguman wê ew jî tenê navên li gor xwe û nêzîkê xwe bide. Ev jî tê wê wateyê ku dema em mijareyekî vedikin, yan jî rexne dikin, em bi xwe jî dikevin nava heman kêmasiya derûnî. Ango têkiliya hevaltî, eşîrî, komî û hwd. Ne li gor rastiya giyana netewî.
Mijareya başûr
Çend meh berê li Kolnê konferenseke li ser Rojnamegeriya Kurd hebû. Rojnamegerek ji başûrê Kurdistanê hin agahiyên gelek balkêş dan. Li gor ragihandina wî: Li başûr hemû rêzefîlmên tirkan ji bo kurdî tên wergerandin û di TV’yan de tên weşandin. Lema jî ji bo piraniya zarokan karekterê fîlma Newala Guran (Fîlmeke nijadperest e, li pirraniya welatên Ewropayê qedexe ye.) wekî îdol e. Keç û bûk hewesiya xwe bi aktirîstên tirk tînin. Di bazara muzîkê de jî bazara muzîka tirkî pêşketiye.
Bi dehan dibistanên Fetullahî vebûne. Heta li gor hin nûçeyan wan li nava dilê Kurdistana azad di dibistanên xwe de kurdî qedexe kirine. Lê gava kurdekî/ê bixwaze bi navê Seîdê Kurdî, yan jî Mala Xeznewî`yan dibistanekî veke, vê destûrê nastîne.
Min jî çend caran xwest ez biçim başûrê Kurdistanê û hin rastiyan bi çavên serê xwe bibînim. Lê ji ber ku rayedarên wan ên balafirgehê du caran Hozan Dîno, carê jî Hozan Aydin (her çendî her du jî bêlayan, gelek durist û afrîner in, li gel wê welatparêzên dilsoz in) bi tehdît ji balafirgeha Hewlêrê qewitandin (vegerandin). Min li ser wê mijarê nivisîbû.
Me çend sal berê bi navê Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewropa (YMK) yê ji bo têkilî danînê û amadekirina materiyalên dersê, ji Wezîrê Perwerdehiyê re nameyek şand, lê me bersiveke bi zimanê îngilîzî, çawa ku ji welat û saziyeke biyanî re hatibe şandin, wergirt. Vê em gelek êşandin. Ji ber van egeran min jî got; ez ne ji wan derdorên li gor demê û pêşveçûnan reng diguherîne me, hem ez jî wekî Dîno û Aydin Serhedî me, dibe ku min jî biqewitînin, lema neçûm. Lê rastî were pirsîn ew hesret li ser dilê min e.
Li bakur
Jixwe li bakurê Kurdistan rewş gelek cuda ye. Li hemû heremên nêzî sînorên Tirkiyê (Dîlok, Mereş, Meletî, Erzîngan, Elezîz, Erzerom û hwd.) bişaftin êdî sedî nod û neh bi serketiye. Wekî mînak; kurdên li Kolnê bi giranî ji van herêman hatine. Li Kolnê 40 hezar kurd hene, lê mamosteyê zimanê kurdî zar zor 60 zarokî ji bo dersa kurdî peyda dike. Bi giştî ji bo kurdên Bakur, peyva “perwerdehî” tê wateya zimanê tirkî û girîngiya zimanê zikmakî nehatiye têgihîştin. Min di nivîsa xwe ya bi serenavê “Niviskarên Kurd û mijareyên Berhemê wan” ku di malpera Diyarnameyê* de hatiye weşandin de hinek ev mijareya vekiribû.
Vê serkariya derûdorên sentêza Tirk-îslam jî bi alîkariya hin deriyên rantê giyana gelek rewşenbîrên xwe bi sed mêrî nadin, bi xwe ve girêdaye. Ji wê hin kes bi kurdî jî binivîsin, di rastiya giyana netewî de di nava kemîna hestê dejenere de ne. Ango tenê bi kurdî axaftin û nivîsandin jî nayê wê wateyî ku giyana derûnî di warê netewî de têr gihîştî û kemilî ye.
Divê mirov vê rastiyê jî ji bîr meke, gelek kesên nijadkurd ên di jiyana xwe de gotineke kurdî nebihîstine, lê ji bandora tekoşîna rizgariya netewî, bi nû ve li rastiya xwe vegeriyane hene, bi dil û can tevê qursên kurdî dibin. Mirov dikane bibêje ev hezar carî ji wan kesên bi zimanê xwe yên kurdî ve bûnin diranên çerxa vê bêbextiya rantê çêtir in.
Ango ev mijareya nexweşiya li ser “Giyana derînî” ku Jan Dost jê re “giyanên dagirbûyî” gotiye, mijareyeke gelek berfireh e. Divê bi her alî ve were nirxandin.
* Nivîskarên kurd mijareyên berhemên wan
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bikemilin?
- Nivîskarên kurd mijareyên berhemên wan
- Kareseta Wanê û zihniyeta nijadperest
- Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan
***
Nivîsa eleqedar:
- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê