Mirov bi kîjan aliyê ve li rewşa me û welatê me dinêre, binêre, rastê hin aliyên di nava nexweşiyê de ne tê. Her çendî gelek caran mînakên baş hebin jî, dîsa aliyê nexweşî giran datê.
Em berê li aliyê erênî binêrin:
Berê li gundan rûspiyan erkê kom yan jî komîsyona dadweriyê werdigirtin, hebûn. Vê koma rûspiyan pêşî li pevçûnan digirt, kesên ji hev dixeyîdî li hev dianîn, dema keç revandin heba doza wan safî dikir. Heta li hin cihan dikanîn xwîniyan jî li hev bînin. Hin biryarên giştî jî bi destên wan dihat dayîn, wekîî mînak, dê kengê têketana ser rêya zozanan, kengê ji zozanan vegeriyana û hîn gelek karên din yên bi nirx pêk dianîn. Gelek caran gava rûdanên nerênî giran ba, diçûn kesên navdar (wekîî şêx, beg, serokeşîr û hwd.) danîn ku bikanin van mijareyan çareser bikin. Vê erkê rûspiyan ew civaka me ya kevnare li pê digirt.
Lê li pey ser û bin bûnên li welêt, pêkhatina bajarvanî, hevdaketina têkiliyên berê li gundan hebû, civakeke nû derket pêşiya me. Di bajarvaniyê de diviya bû ev erk bi hêla hin sazî û kesayetiyên li gor pêşveçûna civakê pek bihata. Wekîî şaredarî, partî, dadgehên dada netewî û hwd. Ji ber ku saziyên kurdistanî nû nû bingehê xwe digire, di vir de jî aloziyên bingehîn hene. Li gel wan mijareyên, yan jî nakokiyên di navbera partiyan de, partî û koman de jî derketin. Ji bo pêşveçûnên civakî yên wiha, bivê nevê, pêdivî bi rûsipiyên siyasî û têgihîştî hene. Ev li her welatî wiha ye.
Mînak: Li bajarê Almanya Sttutgartê ji ber çêkirina stasyona trênê di nava gel û hikumeta wê eyaletê de pirsgirêk derket. Ji bo çareserkirina wê kêşeyê Rûsipiyê siyasî Heiner Geissler ku ji partiya CDU bû, wekî rûsipî kete navberê. Lê Heiner Geissler ne wekî partîzanekî CDU, wekî dozgerekî dadwer tevgeriya. Her çendî partiya wî jî li ser kar bû. Dîsa wî rûspîtiya xwe derxist pêş û navbênkariyeke dadwerî kir. Hema bigire hemî polîtîkvanên alman yên bûne rûspî, partîzaniya xwe cih hîştine, li ku derê pirsgirekekê civakî hebe, wekî dadwerekî bêlayan dikevin navberê û pirsgirêkan çareser dikin.
Ev li giş welatên Ewropayê wiha ye. Heta hin polîtîkvanên ewropî û amerîkayî di pirsgirekên nav dewletan de jî erkên rûspîtiyê digirin.
Dema mirov di vê aspektê de li rastiya polîtîkvanên cihanê yên rûspî dinêre, vê û qaşo rûspiyên di nava polîtîka kurdan de dide ber hev, matmayî dimîne û şerm dike. Di siyaseta me de bi dehan minakên xirab hene:
Wekî mînak: Kemal Burkay.
Me hêvî dikir ku kesekî di wî temenî de tenê erkên rûspîtîyê werbigirta, hêrs, rik û dijberiya xwe ya hişk cih bihişta; di rabûn û rûniştina xwe de, di nivisandin û axaftina xwe de, tenê ji bo yekîtiya kurdan tevbigeriya. Erkê navbênkariya di nava hêzên kurdistanî de werbigirta. Ne li ser daxwaziya AKP‘ê, li ser vê erkê navbênkarî û rûspîtiyê wergirtinê vegeriya welêt. Berê ne li Stenbolê, li paytexta Kurdistanê Amaedê peya biba. Di gava yekem de hêz û şaredariyên kurdistanî ziyaret bikira. Bêhn û hewa welêt bikişanda, hîna biçûya Stenbol û Enqereyê.
Lê na, ev yek pêkneanî. Çi dike? Hema çawa çav li mîkrofon û rojnamegereke/î dikeve, tew jê neyê pirsîn jî, ew wê kilamoka xwe ya dijberiyê dibêje. Min cara yekem ew kilamoka wî ya li dijî PKK’ê di 1981’ê de li Frankfurtê bihîstibû. Ev sih sal in heman gotin, heman êrîş, ne gotinekî zêde ne yek kêm. Lê li hember kirinên serkariya tirk (hûn wekî AKP fêm bikin) yek gotineke xirab nabêje. Bixwe neçû Roboskî ziyaret nekir. Gava li ser Roboskî jî nivisî, dîsa berê tîrên wî li PKK’ê bû. Di komisyona edaletê ya Meclisa Tirkiyeyê de jî heman rik û îdîa. Jixwe AKP’ê ew vexwendibû wê komîsyonê.
Yên wiha pirr in, mirov kijanî bibêje, kîjanî nebêje!
Mînaka duyam: Mûrat Ciwan e. Ew geh êrîşê zarokên li kuçeyan bi keviran xwe li hemberî êrîşên polîsan diparêzin, dike; geh nûçeyên aspargas yên çapemeniya fetullahî werdigerîne kurdî û di malpera xwe de diweşîne. Di her nivisa wî de rik û dijberî heye. Di encamê de bi wî temenê xwe ve çû, çû, bû xebatkarekî TRT 6’ê. Maşallah rûspiyekê siyasetê.
Jixwe wan ên din! Hê ji van herduyan xirabtir in. Dema mirov nivîsên wan yên wekî S. Laçîner dide ber hev, matmayî dimîne, Çawa ku ji yek qelemekî derketibe.
Ji bo siyaseta me şerma mezin ev e.
Gelo wê kengê rûsipiyên siyaseta kurd bi taybetî yên bakur bikemilin û wî rikberiya xwe ya hişk li cih bihêlin, di cihê karê dijimin hêsankirinê de xwedî li erkên xwe yên netewî û temenî derkevin?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Kareseta Wanê û zihniyeta nijadperest
- Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî
- Xweseriya li Belçikayê
- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


