Li ser rewşa mebûsên girtî, mebûsê serbixwe yê Amedê Şerafittin Elçi û mebûsê Mêrdînê Ahmet Turk li Çankayayê bi Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul re hevdîtinek pêk anîn. Turk li ser hevdîtinê wisa axivî: "Tiştê min ji birêz serokomar fêm kir, ji bo çareserkirina qeyranê dê însiyatîfê bigire ser mlên xwe."
Vane çend gotinên Turk:
- Me dît ku feraseteke ku pêvajoyê dixitimîne heye. Me got ku li hemberî neheqiyê em beşdarî meclisê nabin. Ger li parlemenê tu hewldana me nîn be ne hewceye em herin.
- Em vê pêvajoyê ji bo çêkirina zagoneke bingehîn a demokratîk wekî firsendekê dibînin.
- Ez hêvi dikim her kes ji bo çareserkirina vê qeyranê bikeve nav hewldanê.
- Tiytê min fêm kir ji bo çareserkirina vê meseleyê dê birêz Serokomar bikeve nav helwdanê
- Ji bo çareserkirina pirsgirêkê ger pêdivî pê gavavêtinê hebe divê pêşî ji parlemen û hikumetê bê.


