Fêrgîn Melîk Aykoç
Ya kê dibe bila bibe, ev malper êdî bi aşîkarî erkê şerê qirêj aliyê psikolojîk pêktîne. Hê ji çapemeniya fetullahî û erdoganî jî xirabtir nûçeyên asparagas û îftîrayê reşkirinê diweşîne. Hem jî vê bi kurdî û bi navê kurdayetî dike. Hêviya min ew e ku hemû rewşenbîr vê helwesta xirab ya “Netkurd”ê şermezar bike. Ew qas jî zêde ye.
Erdogan ji bo serkariya xwe li ser her bendî dilîze. Roja ku ew hatiye ser text heta îro, di navbera baskê dewleta kûr de şereke berfireh dimeşe. Aliyakê vê şerê deweleta kûr û qirêj AKP û serkariya wê ye. Aliyekî qirêj yê vê dewleta kûr jî kemalîst in. Niha dema faşîzma kesk yan jî baskê dewleta kûr ya kesk û ya kemalîst bi hev dikevin; çi ji we re ku hûn dibin alîgir. Alîgiriya kûçikê reş û yê spî çi sûdê dide we? Ha eger we bigota; “çi baş bûye ku ew bi hev ketine,” me yê jî ji vê nûçeya we re li çepikan bida, lew re ew çiqas bi hev kevin, ew qas ji bo me baş e. Niha gava di vê şerî de aliyekî bi ser bikeve çi sûda me tê de heye? Wê Kurdistan rizgar be? Ma her du alî jî ne xwediyê vê dewleta dagirkerên xwînxwar in?
Lê ew qas îftira û herî avêtin jî tam layiqê kesên ku bûne maşeyên destên şerê psîkolojîk, in. Hele li vê derew û iftîrayê binêrin; Netkurd li ser girtina hin kesên wekî Yalçin Kuçuk wiha dinivîse:
“Yalçın Kuçuk bi hevaltiya xwe ya li gel Ocalan navdar e. Ew bi salan li kampên Libnanê û li Şamê li gel wî ma. Kuçuk piştre li Brukselê gelek salan televîzyona Roj Tv di bin kontrola xwe de hişt, ew wekî komîserê hukumeta tirk li wê derê ma tevî ku kurdên bingeha tv-yê hemiyan neftret jê dikir.”
Yek: Her kes dizane ku Yalçin Kuçuk bi salan li qampên Libnanê nema ye.
Du: Dîsa her kes dizane ku têkiliya wî ya wê demê ne li ser bingehê hevaltiyê bû. Heta sempatîzanên Tevgera Azadî yê hêrî nû jî ew ji we çêtir nas dikir.
Sê: Di wê demê de hîn ROJ TV tune bû.
Çar: MEDYA TV jî tu car di bin kontrola wî de nebû. Eger bixwesta xwediyê vê malpera îftîrayên wiha davêje jî dikanîbû derketa wê TV yê. Derê wê TV ji her kurdê ku dijminahiya Tevgera Azadî nekira re vekirî bû.
Di cihanê de tu gel ew qas maşiqê dagirkerên xwe nîn e. Tu car ew qas neketine xizmeta dagirkeran. Li tu welatî bi navê welatparêziyê bangaşiya şerê qirêj û psikolojîk ya dagirkeran bi vî awayî nehatiye kirin. Divê di hin tiştan de bi kêmasî şerm û heya hebe! Dema hûn dixwazin, biçin di nava çapemeniya wan de bixebitin û bibin endamê wan û parekî wan, biçin (ew terciha we ye); lê bi vî awayî navê welatparêziyê neherimînin.
Dîsa divê ev were zanîn ku her kes êdî şiyar e. Rastiyan dibîne. Bi bêbextiyên wiha naxapin. Gelo çawa rûyê we digire ku hûn biçin nava gel. Ma mirov ew qas aşîkar jî derewan nake. Hinek şert û şirûtên derewan jî hene.
Tewaneke din
Vê malperê bi tevê malpereke din ew kesê ku di TV’yên tirkan de parêzwaniya Erdogan ango baskê dewleta kûr ya kesk dike jî, wekî nivîskarekî kurd nîşan dabû. Lema min ji bo malperekî din nivîseke kurt nivîsî bû. Ji ber ku têkildar e, ez dixwazim beşek ji wê gotarê li vir jî during bikim.
Netkurdê Mehmet Metîner wekî nivîskarê kurd nîşan daye. Li gor wan û wî zilamî, qaşo yekî ew tehdîtkiriye! (Her çendî ew cerdevanê xwenda jî be, ez bawer nakim, bi dîtina min tenê vir û provokasyon e.)
Ew ji nava akinciyê radîkal tê, di xizmeta partiya dewletê Refahê û Edogan de bû. Li gor gotinan fetullahci ye. Bi kurdî tu gotineke nenivîsandiye. Çi nivîsên wî hene, tev bi tirkî ne. Tenê ji bo xizmeta partiyeke dewletê nivîsiye. Niha MÎT û Jîtema nû jî di bin serdariya wê partiya dewletê ango AKP’ê de ye. Çapemeniya fetulahiyan wî nivîskarê wan malperan wekî keseke bêkêr derdixin hemberê demoqrat û welatparêzên Kurdistan, li paş kamerayê jî rûdinin, bi wî û rewşa îronîk dikenin. Bi taybetî jî ew dijminahiya Tevgera Azadî dike.
Yêşîl jî berê Akincî bû. Ew jî bi tevê partiya dewletê Mît û Jîtemê (ha Mît û Jitema CHP’ê ha Ya AKP’ê, çi cudahî heye?) xebitî, belkî Yêşîl jî niha endamê AKP’ê ye, dibe şêwirmendê wan jî be, ma Kengerê qatîlê kurdên Meraşê jî ne endamê wan e? Yêşîl jî bi dehan rapor nivîsand gihand dewleta tirk. Li gor agahiyan; ew jî çûye başûrê Kurdistanê û bi rayedarê wir re hevdîtin pêkanîye, kiriye rapor û gihandiye hikumetê. Ma ev jî ne nivîsandin e, yan jî ne nivîskarî ye. Û ne bi tirkî ye? Wê çaxê ew jî nivîskar e. Hem jî ji Solaxanê ye. Ew ji Mehmet Metîner bêtir antî Apocî bû. Li gor mantiqê wan derdoran wê çaxê ew jî nivîskarê kurd e.
Rast, ev çi rezalet e?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
-
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


