Fêrgîn Melîk Aykoç
Afirandina peyv û têgînên nû jî, divê bi hêla komisyonên zanyarî ve were virastin (çêkirin). Ev bi hêla komisyonên zanyaran ve nebe, di zimanê me de tevliheviyan derdixe. Li vê roja me hîna komisyonên wiha pispor pêknehatine. Ji bo pêşî li hin şaşiyan were girtin, ez dixwazim bi çend mînakan mijara rêgezên afirandina peyvan şirove bikim. Pêdivî bi şiroveyan û zelalkirinên wiha heye. Wek agahdarî be jî, ev girîng e. Ev awayê afirandinê divê li ser bingehên rêgezên jêrîn be.
1- Li ser bingeha têgîhîştina zaravayan be.
2- Divê semantîka(watesazî) peyva tê afirandin, peyva, yan jî goncê (morfem), ango raya tê bikaranîn, paşgîn û pêşgînan baş bê zanîn, li gel vê qarektera ziman û di ziman de afirandina peyvan baş bê zanîn.
3- Divê di rêziman de bikaranîna wê asan be, li rêgezên ziman were.
4- Divê peyv asan, xweşik û li ziman were.
Niha em van xalên jorîn yek bi yek bi hin mînakên balkêş zelal bikin. Ev mînakên ez li vir bikartînim, tenê ji bo zelalkirina van xalan e, ne pêşniyar in. Hin peyvên ne li ser bingehekî zanistî hatine afirandin, hene û di zimanê me de rûniştîne. Wê rojeke ev peyvên ha bikanin were rakirin, yan na, mirov nikane ji niha ve tiştekî li ser vê mijarê bibêje.
I- Me li jor gotibû: „Li ser bingeha têgîhîştina zaravayan!“ Ji bo ku em bikanin vê mijarê tê bigêhêjin. Em wek mînaka yekemin peyveke di zimanê me de rûniştiye û bi hêla herkesî ve tê bikaranîn, bigirin. Ango wek mînak peyva „Mamoste“
a-Ev peyv bi hêla Kurdên Soran (Kurdên Kurmanciya nawerast diaxivin) ve hatiye afirandin. Gava mirov li vê peyvê dinêre, mirov têdihêhêje ku yê ev peyv afirandiye, yan haya xwe ji zaravayên bakur nine, yan jî ev giring nediye û çidî negirtiye. Lewra di zaravayên bakur de zayend heye. Divê têgînên pîşeyî di formeke bêlayen (netar /neutral) de bên afirandin, daku mirov bikane hem ji bo navdêrên nêr û hem ji bo yê mê bikarbîne.
Ev peyv ji du gotinan hatiye afirandin, Yek „mam“ peyvek nêr e (mamê min). Du „hosta“ ev peyv jî peyveke nêr e (li hin deveran wek peyveke netar jî tê bikaranîn mînak; „hosta /hostaya min, hostê /hostayê min“.) Ji ber vê egerê gava Kurdên bakur vê peyvê bikartînin, dikevin nav dijwariyan. Lema jî bikaranîneke çewt derketiye pêş; wek „mamoste, mamosta“ mamosteyê, mamosteya, mamostayê, mamostaya. Hin jî dibêjin; „Ma çima mamhoste hey, çima xaltî/methoste tine?“ Ev pirs rastiyekê li ber çavan radixîne. Eger „mam“ hebe, „xaltî“ û „metik“ jî hene.
b-Gava ev peyv hatiye afirandin di warê semantîkê de jî li ser ranewestiyane. Ev peyv di bingehe xwe de di warê avadanî û sanyiyê de tê bikaranîn. Wekî peyva Almanî „Meister“ Yan jî Hosta û şagirtên li ser dîwaran. Lê gelek mixabin ku ji profesoran re jî ji hozanan û şivanan re jî „mamoste“ tê gotin. Di televizyonan de bernamên başûr godarî bikin, kî derdikeve bernamê, jê re mamoste dibêjin. Yanê wekî „ustadim“ ev jî, rastiya vê peyvê bi zelalî derdixe holê.
Tenê ji bo têgîhîştinê em di vir de mînakeke dikane wateya rast ya vê têgînê bide, didin. Di cîhî vê peyvê de mirov dikane ji lêkera zarava Kirmanckî „musnayen“ (Yanê tîpa „m“ neguheriye nebuye „v“ ji ber vê guhertinê di zarava Kurmancî de ev lêker wek „hêvisandin“ tê zanîn, li navenda Anadoliyê û li hin deverên Xerzan tê bikaranîn) biafirîne. Yanê Koka „Musne“ bigire, bi paşgîna netar „dar“ bixemilîne û bê pirs bikarbîne. „Mûsnedar“ Tenê ev peyv dikane vê wateyê bide. Ev peyv niha di zarava kirmanckî de bi hêla hin kesan ve tê bikaranîn. Bikaranîna wê jî asan e.
Mînak :
Mûsnedarê min, mûsnedara min.
2-Dîsa em hin peyvên di bernamên madya dînêr (dîntnêr) de tê bikaranîn bigirin. Di bernamên Kurmancî û de peyva „zindî“ Soran peyva „raste xo“,(ev wergerandina peyva ingilizi „live“ ye) di bernamê Kirmanckî de jî peyva „desînde“ tê bikaranîn rastiya wê „jînde“ ye. Peyva „zindî“ forma Farsî ye, divê yan peyva Farisi „zindî“ ku di zimanê me de jî rûniştiye, yan jî Kurdiya wê, peyva „jînde“ bêt bikaranîn, wê çaxê bi bikaranînên wisa gavên berbi zimanê yekgirtî asantir dibe. Dîsa di bernamekî kirmanckî de di cihê „emşan“ yan jî „emso“ de formeke ne rast hat bikaranîn, wek „esmo.“ Gava em vê peyvê verisînin; „em“ di wateya „ev“ de ye. Mînak „em(ev) tişt ne rast e!“ şan / son / so jî di wateya êvarê de ye û ji peyva „şev“ afiriye. Ev mînakên ha vê rastiyê bi zelelî dide xuyan, ku nezanîn heye û pêdivî bi kontrola komisyoneke zanistî (korê zanistî) heye.
Di zaravayên din de jî hin peyvên ne li ser vê bingehê tên afirandin. Gava yek dest bi nivisandinê dike, ji ber ku bi zimanê biyanî difikire û dinivisîne, di tengasiyê de dimîne û peyvên bi gor mêjiyê xwe, yan jî mantiqê zimanê biyanî diafirîne. Ev jî li pêşiya yekitiya ziman dibe tevliheviyek.
II- Divê di afirandina peyvan de semantîka peyv, paşgîn û pêşgînan baş bê zanîn. Ev mijar pir girîng e û di afirandinê de rêgeza bingehîn e. Gava kesên haya xwe ji vê rêgezê tine, peyvan biafirîne, dezgehê ziman ser û bin dike.
Em ji bo zelalkirina vê mijarê jî wekî mînak Peyva „dozîn“ ku gelek caran di rojnama „Azadiya Welat“ de hatiye bikaranîn û niha jî di ferhenga Enstîtûta Stenbolê de cîhê xwe girtiye, bigirin. Ev peyv ji bo „Instînkt, iç güdü“ bikaranîne. Wateya vê têgînê ev e: Hêza di xwezaya heyiyên jînde, yên bi tevger û liv de heye û wan derê vîna wan dixe nav tevgerê, yanê tê de vîn, daxwazî û zanist tine, Yan jî peyvekî derê vîn, zanist û daxwaziya mirovan e. Gava em li ser vê bingehê li peyva „doz“ dinêrin;
1- Di peyva „doz“ de vîn daxwaz û zanista mirovan, yan jî heyiyan heye. Wek mînak „doza Kurdistan!“ Yanê di warê semantîkê de di vê weteyî de bikaranîna vê peyvê ne rast e.
2- Li mantiqê zimanê kurdî nayê. Zimanê me jî wek zimanên din mantiqê xwe afirandiye. Di zimanê me de, peyvên giyan û hêza hûndirîn nîşan didin, bi paşgîna „nc“ tên çêkirin. Wek mînak. „Sinc, tivanc( êşa wek tîreke di hundirê mirovan re derbaz dibe), qolinc (êşa piştê), qenc, sanc (sanci), renc(rencîde), gazinc, xinc, kanc(kustah) Ev tê wê wateyî; divê peyv di vê wateyê de tê bikaranîn bi vê paşgînê biqede. Tevna zimanê me vê ji me dixwaze, gava em ji vê tevnê derkevin ziman xirav dibe.
3- Paşgîna „în“ paşgîneke rengdêriyê ye û wateyeke „wekî / mîna“ û şibandinê li peyvan bardike. Bi kurtî peyva „dozîn“ tenê tê wateya tiştekî wekê dozê, yanê mirov nikane di wateya „instinkt /Içgügü“ de bikarbîne. Ev têgîn tiştekî din e. Bikaranîna vê ne tenê ziman xira dike, nezanîne.
Hin jî peyva „ajo“ bi kartîne. Ev jî di warê semantîkê de ne raste. Wateyekê şoforiyê dide.
Encam; mirov dikane ji peyva „ta“ a) nexweşiyekê ye. B) Di nav gel de gava yek tiştê ne rast, û bêmêjî bike, dibêjin: „ha! Dîsa bi tayê ketiye!“ Yan jî ji lêkera „tandanê“ (devdan /dehmdan) biafirîne. Ev lêker tê wateya; kesekî, tiştekî derê vîna wî, wî ji cîhê wî qetandin û ber bi pêş, yan jî aliyekî ve birin. Bi kurtî mirov dikane bibêje „Tanc.“ Ev di warê semantîkê de jî rast e. Ev mînaka tenê ji bo têgîhîştinê ye.
III- Dibêje di bikaranînê de li rêziman bê (were) û asan be. Wek mînak (em van mînakan tenê ji bo têgîhîştinê didin) ji bo parê peyvê, yanê „Syllaba, hêce“ di hin xebatan de wekî „kîte“ hin kes jî „pirtik“ bikartînin. Em vanan yek bi yek bikarbînin û lê binêrin ka li rêzimana Kurdî tên yan na! a-„Kîte“ Peyva herî zêde di vê wateyê de tê bikaranîn ev e. Gava mirov vê di rêziman de bikartîne, dijwarî derdikeve. Bi taybetî jî mirov nikane wek lêker bikarbîne. Bi taybetî jî di piratîka dersdayînê de dijwar e.Mînak:
Kîte dike / dikîteyê, kîtekirin /kîtand.
Zarok peyvê kîte dike (dikîteyê)*
Zarokan peyv kîte kirin /kîtandin
Yek, ev peyv pirr giran e.
Du, li rêzmana kurdî nayê,
Sê; wateya „syllaba“ ango „hece“ nade.
b-„Pirtik“ Tenê hin kes bikartînin.
dipirtikîne. Zarok peyvê dipirtikîne. (ji vê tiştên din tên fêmkirin, wek pirtikandina mirîşkan)
c-Gava mirov li wateya peyva di Latînî de tê bikaranîn, ku peyveke Girêkiya kevn e. Ango „Syllaba“ dinêre û wateya wê hûrdikole, têdigihîje ku tê wateya „tej“**. Wek tejên kon, tejên palasê (bera ji mûyê bizina). Bo têgîhîştinê
a-Forma fire
Konê me neh tejî ye. (Kon tevheviyekî ye û ji neh tejan pêk tê. Tej parê tevheviyê ye.)
Palasa me sê tejî ye. (Palas tevheviyeke ye û ji sê tejan pêk tê.)
Fîstanê min çar tejî ye. (Fîstan tevheviyekê ye, ji çar tejan pêk tê, yan jî ji çar parçeyan pêk hatiye.)
b-forma kurt
Konê me neh tej e.
Palasa me sê tej e.
Fîstanê min çar tej e.
Bi kurtî mirov dikane di cîhê vê têgînê de peyva „Tej“ bikarbîne, bikaranîn hem di warê semantîkê de û hem jî di warê rêziman de rastiyê dibîne. Bi taybetî jî wek lêker bikaranîn, asantir dibe, û ev bikaranîn li ahenga zimanê me jî tê. Mirov dikane „tejandin“ wek lêkera parçekirin, yan jî ji hev verisandina peyvê bigire. Ti pirsgirêkan dernaxe.TejandinEz ditejînim em ditejîninTu ditejînî hûn ditejîninEw ditejîne ew ditejînin.
Ditejîne, bitejînin, tejand, ditejand, tejandiye, tejandi bû
Zarok peyvê ditejînin.
Zarokino peyvê bitejînin.
Zarokan peyv tejand.
Zarokan pev ditejand.
Zarokan peyv tejandiye.
Zarokan peyv tejandibû.
IV-Divê peyv asan be, xweşik be, kalê heftê salî û zarokekî heftsalî jî bikane bikarbîne. Em dikanin wek mînak (tenê wek mînak) peyva „Hevdûdanî“ bigirin, Rehmetî Celadet Bedirxan jî bikaranîbe, ev peyv hem giran, hem jî di warê semantîkê de ne rast e. Ji daçeka „hev û din“ û lêkera „danînê“ hatiye virastin. „têgîna „composê“ tê wateya bi hev ve kelijandinê. Di zimanê me de tenê peyva di nav gel de jî bikar tê, ango peyva „hevgîn“ dikane di warê semantîkê de bersiva vê têgînê bide. Gava em peyva „hevgîn“ bikarbînin, hem asan û hem jî di hêla semantîkê de rast e. Lê dibê ev hemû xebat bi hêla komisyoneke zanyarên hemû zaravayan têdigêhêjin ve were kirin, ne bi hêla kesên serbixwe û çend gotin li ser rêziman nivisandine ve. Me ev mînakên ha tenê ji bo têgîhîştinê dan.
Ligel van:
a) Divê peyvên tên afirandin bi tîpên dengdêr neqedin. Ji ber ku gava bi tîpekî dengdêr biqede, dema paşgîna tewandinê digirin, tîpa kelijandinê jî lê zêde dibe û peyv dirêj û giran dibe.
Wek mînak.
Xwerû tewandî
Mamoste mamosteyê /ya min
Musnedar musnedarê/a min
b) Divê peyvên tên afirandin bi tîpa „h“ yê neqedin. Ji ber ku ev tîp tîpeke gelek giran e û mirovan diêşîne. Lema di nava gel de ev tîp nayê bikaranîn.
Rastî bi hêla gel ve bikaranîn.
bingeh binge
deh de
baregeh barege
Ji ber vê egerê jî her çendî mirovên me yên deverên Deşta Mêrdînê ji tîpa he hez dikin û ji ber wê egerê jî bi giranî di cihê „têgîn“ ê de „Têgih/têgeh“ bikartînin. Lê ev şas e. Em dizanin di kurdî de formên dublet ango yên fire û yên qurçimî (teng) hene.
Wek mînak:
fire qurçim
çûyîn çûn
dayîn dan
bûyîn bûn
gihîştin gîn
têgihîştin têgîn
Li gor vê hin peyv jî hatine afirandin çend mînak
peyv + lêker = peyv /têgîna nû
lez + gîn = lezgîn
hev + gîn = hevgîn
reng + gîn = rengîn (pirr eng gihîştine hev)
tê + gîn = têgîn
Hêviya ku ne bi hestên heremî, yan jî dîtina xwe pejirandindayînê, bi awayeke zanistî nêzîkê peyv û têgîne bûyînê ezê hin pêşniyarên xwe bikim.
Têgînên:
Tespîtên we pêşniyarên min
Açık hava ti :ŞANOYA SERVEKIRÎ şanoya hewşeng
Servekirî tê wateya lîstikvanên serê wan vekirî û hin wateyên din. Hewşeng rastir e.
Tapınak :PERESTGEH parastgeh
Agora :AGORA Agora
Meydan sahne :DIKA QADÎ
Antik Yunan :YEWNANA ANTÎK Yunana Antîk
Açık hava doğa ti:ŞANOYA SIRUŞTÊ şaniya li sîrûştê
Gösterim :PÊŞANÎ Pêşanîn (li şirova min binêre)
Antik Tiyatro :ŞANOYA ANTÎK şanoya Antîk
Hoplamak :XWE HOLKIRIN holkirin /çengdan
Ödev :SPARTEK spartek
Güzel sanatlar :HUNERÊN CIWAN hunerên geşwer
Ji ber ku ji têgîna „hunerên ciwan“ hûnerên ciwanan jî tê têgîhîştin.
El sanatları :HUNERÊN DESTAN hunerê destan
Görsel sanatlar :HUNERÊN DÎTBAR Hunerên dînêr /dîtnêr
Peyva dîtbar wê wateyê nade.
Dramatik :DRAMATÎK dramatîk
Mimar :AVAHÎSAZ Mîmar jî dibe.
Tanım :PÊNASE pênas (li şirovê binêre)
Kavram :TÊGIH têgîn (têgeh şaş û ne estetîk e)
Yöntem :RÊBAZ / AZÎN rêbaz / azîn
Yetkili :RAYEDAR rayedar
Şekil :TEŞE teşe
Gösterim :PÊŞANÎ pêşan (tîpa î peyvê dirêj dike)
Anlatım :VEGOTIN gotin /vegotin
Anı :BÎREWERÎ, BÎRHATÎ bîrewarî
Anma :BIBÎRANÎN bibîranîn yad kirin
Macera :SERBORÎ serborî /serguzeşt
Söyleşi :HEVPEYVÎN
Çabalamak :TÊXEBITÎN / HEWLDAN hewldan
Yetenek :BEHREMENDÎ
Sorun :KÊŞE, ARÎŞE, GELŞ, gelş /pirsgirêk
GELEMŞE, PIRS, PIRSGIRÊK
Evrensel :GERDÛNÎ gerdûnî
Anonim :GELÊRÎ
Ara oyun :LÎSTIKA NAVBERÎ lîstika rastê (navber = pause)
Aristotalesçi tiyatro :ŞANOYA ARÎSTOYÎ
Arkaik tiyatro :ŞANOYA ARKAÎK / KEVNARE kevnare
Balkon :ŞANEŞÎN şaneşîn
Atışma :AVÊTINA BER HEV
Bedensel iletişim :DANÛSTANDINA BEDENÎ ragihandina bedenî
Beden dili :ZIMANÊ LAŞ awazê laş
Mesaj :PEYAM peyam
Belgesel oyun :LÎSTIKA BELGEWARÎ belgewarî / belgeyî
Benzetmeci oyun :LÎSTIKA LASAYÎGER Lîstika lasayî
Göstermeci tiyatro :ŞANOYA PÊŞANDER şanoya pêşan
Biçimci tiyatro :ŞANOYA TEŞEPARÊZ şanoya teşeyî
Bölge tiyatrosu :ŞANOYA HERÊMÎ şanoya herêmî
Biyomekanik tiyatro :ŞANOYA BIYOMEKANÎK bîyomekanîk
Bulvar tiyatrosu :ŞANOYA BULVARÎ şanoya xiyaban
Her çendî faris jî vê peyvê bikarbînin, ji bûlvarê çêtir e. bulvar tirkî ye.
Cafe tiyatrosu :ŞANOYA KAFEYÊ şanoya çayxanê
(KAFETEATR) (qet nebe xane kurdî ye.)
Cep tiyatrosu :ŞANOYA BIÇÛK şanoya qewlik
Tibe di dema pêş de di warê teknîkê de jî were bikaranîn. Wek şanoya bêrîfonan
Koro :KORO koro
Curcuna :HEYTEHOL ?.
Ciddi komedya :KOMEDYAYA CIDÎ komediya /pêkeniya cidî
Kargaşa :GEREMOL germol
Çadır tiyatrosu :ŞANOYA BINKONÎ şanoya kon (bin ne hewce ye.)
Çatışma :1) PEVÇÛN 2) NAKOKÎ pevçûn
Eylem :ÇALAKÎ, LIVBAZÎ, KIRYARÎ çalakî
Çözümsel oyun :LISTIKA DAHÛRÎNER, lîstika verist (veristin=çözüm)
LÎSTIKA ANALÎTÎK, LÎSTIKA ŞÎKARÎ
Çocuk tiyatrosu :ŞANOYA ZAROKAN şanoya zarokan
Çözümleme :DAHÛRANDIN, ŞÎKARÎ
Dadaizm :DADAPARÊZ, DADAYÎ, DADAÎZM dadaizm
Deneysel tiyatro :ŞANOYA EZMÛNGER azmûnî
Devrimci tiyatro :ŞANOYA ŞOREŞGER şoreşger
Sözsüz oyun :Lîstika bêpeyv bêdeng /bêveng
Doğaçlama :Jixweberî xweber
Doruk, Zîrve :LÛTKE, BANDEV Lutke / kox (li çiya cihê herî berz)
Duygusal komedi :KOMEDIYA HESTYAR komediya hestyar
Düğüm :GIRÊK girêk
Bilinçaltı :BINHIŞ -
Düş oyunu :LÎSTIKA AŞOPÎ aşopî /xewjîn
Edebi Kurul :DESTEYA WÊJEYÎ desteya wêjeyî
Eğlendirici Tiyatro :ŞANOYA KENEWER şanoya şênwer / şadilî
Eleştirel gerçekçi Tiyatro :ŞANOYA rexne û rastwer
RASTÎPARÊZ A REXNEYÎ
El Kuklası :BÛKILA DESTAN bûkila destan
Epik Müzik :MUZIKA EPÎK (DASTANÎ) muzîka epîk
Epik Oyunculuk :LÎSTIKVANIYA EPÎK (DESTANÎ) baş e.
Epik Tiyatro :ŞANOYA EPIK (DASTANÎ) baş e.
Epilog :EPÎLOG, PAŞGOTIN epîlog
Erotik Tiyatro :ŞANOYA EROTÎK erotîk
Eskî Komedya :KOMEDYA KEVNARE komedya kevnare
Ezilenlerin Tiyatrosu :ŞANOYA BINDESTAN bindestan
Fütürist Tiyatrosu :ŞANOYA FUTURÎST şanoya futurist
Gazete Tiyatrosu :ŞANOYA ROJNAMEYÎ şanoya rojnameyî
Gelişim :PÊVAJOYA BÛYERAN geşedanî (gelişim)
Gençlik Tiyatrosu :ŞANOYA CIWANAN şaniya ciwanan
Gerçekçi Tiyatro :ŞANOYA RASTÎPARÊZ, şanoya rastwer
ŞANOYA REALÎST
Gerilim :? Pêtkel (pêt bûn = gerilmek,
kel = kela dil kelakel / kelîn)
Gezici Tiyatrosu :ŞANOYA GEROK şanoya gerok
Gizem oyunu :LÎSTIKA MÎSTÎK şanoya razwer (raz = giz)
Göçmen Tiyatrosu :ŞANOYA MIŞEXTIYAN şanoya koçberan
Gölge Oyunu :LÎSTIKA ??????? lîstika sitav /sîber
Güldürü TİYATROSU :ŞANOYA KENEWER şanoya kenwer
Güncel Oyun :LÎSTIKA ROJEVÎ lîstika rojevî
Halk Tiyatrosu :ŞANOYA GEL şanoya gel
Hokabazlık :HOQEBAZÎ deqbazî (!?)
Işıklama :RONAHÎSAZÎ ronahîsazî
İmge Tiyatrosu :ŞANOYA NÎGAŞÎ şanoya nîgaşî /xewjîn
İzleyici :TEMAŞEKAR, TEMAŞEVAN bînêr (soranî)
Kaba Güldürü :PÊKENÎ YÊ TEŞEYÎ (HEREMÎ) pêkenîya bêteşe
Kabare Tiyatrosu :ŞANOYA KABARE şanoya kabare
Kadın Kahraman :LEHENGA JIN lehenga jin
Kahramanlık tragedyası:TRAGEDYA LEHENGÎ trajedya lehengî
Kara gülmece Oyunu :LISTIKA KENÊ GURAN Listike (kenên) kençikî
Karakter :KARAKTER karekter
Katharsis :KATHARSIS, Xwe jê şuştin xwemiştî (miştin = paqijkirin)
xwepak kirin
Kurgu :???????? Pevbestî / ristwer
Rol :ROL (RIST) rol
Makyaj :Makyaj makyaj
Maske :Rûpoş, MASKE rûpoş /maske
Melodram :Melodram melodiram
Mesel :Mesel (Metafok, ÇÎrok) mijar /babet
Meyerhold yöntemi :Rêbaza Meyerhold rêbaza Meyerhold
Oda oyunu :JÛRELEYZ jîrelîs (çima gişt lîstik, niha leyz?)
Ödenekli tiyatro : ŞANOYA PIŞTGIRÎKIRÎ, şanoya parizî (pariz = ödenek)
Özel Tiyatro :ŞANOYA TAYBET şanoya arizî (arizî = özel)
Perde :Perde perde
Bölüm (Sahne) :BEŞ beş
Prova : RAHÊNAN, Prova pirova
Politika Tiyatrosu :ŞANOYA POLÎTÎK şanoya politik
Proleter devrimci Tiyatrosu :ŞANOYA (baş e.=
PROLETERÊN ŞOREŞGER
Psikolojik Oyun : LÎSTIKA DERÛNÎ lîstika derûnî
Radyo Oyunu :LÎSTIKA RADYOYÊ lîstika radyoyê
Saçma Tiyatrosu :ŞANOYA ABSURD, şanoya tewşo (tewşo = saçma)
ŞANOYA TEWŞIK
Saf Genç Kız :KEÇA SAFIK, KEÇA SAXIK keça xafik (xafik = saf)
Sahne Tekniği :TEKNIKA DIKÊ teknika dikê
Sahne Aygıtları :AMRAZÊN DIKÊ amrazên dikê
Sahne Uyarlaması :LÊANÎNA BO SEHNEYÊ, lêguncîna dikê
Saray Tiyatrosu :ŞANOYA SERAYAN şanoya qesrê
Serf Tiyatrosu :ŞANOYA SERFAN şanoya merêvan (merêve = serf)
Serim :DESTPÊK çarşanî (çarş = serme , çarşî ji çarşandinê tê
Simgeci Tiyatro :ŞANOYA SEMBOLÎST şanoya remz /remzanî
(remz =simge)
Soytarı :QEŞMER sangole /serserî (qeşmer=palyaço)
Sunucu :PÊŞKÊŞKAR pêşkêşkar
ANLATICI :VEBÊJ vebêj
Sürgün Tiyatro :ŞANOYA HENDERAN, şanoya henderan
Taklit :LASAYÎ lasayî
TAKLİT ETMEK :LASAYÎKIRIN lasayîkirin / zarvêkirin
Taşlama :NIÇANDIN (HÎCÎV) bindarî
(dema dengbêj dihatin hemberê hev û bi gotinan hev diêşan din, dogotin dengbêj ketine bindarê)
Şakşakçılık :ÇEPIKLÊDERÎ tirşikwerî /şeqşeqkerî
Tek Perdelik Oyun :LÎSTIKA YEKPERDEYÎ lîstika yekperdeyî
Temsil :NIMAN niman / lêvejîn
Tezli Oyun :LÎSTIKA ANGAŞTDAR lîstika angaştwer
Tirad :TÎRAD ?
Tiyatro Devrimi :ŞOREŞA ŞANOYÊ şoreşa şanoyê
Vahşet Tiyatrosu :ŞANOYA HOVÎTIYÊ şanoya hêran (hêr = mirovên hov)
Varoluçu Tiyatro :ŞANOYA HEYÎNPARÊZ şanoya hebûner (parêz tiştek din e)
Varyete :VARYETE ?
Yabancılaştırma etmeni:PÊKERA HAVÎKIRINÊ, egera biyanîkirinê
PÊKERA NAMOKIRINÊ
Yanılsmacı Tiyatro :ŞANOYA ÎLUZYONÎST şanoya sawîner(sawîn=yanilsama)
Yankı Düzeni :PERGALA OLANDANÊ, pergala olanê
PERGALA DENGVEDANÊ
Yer altı Tiytarosu :ŞANOYA JÊRZEMÎNÎ binerd / jêrzemîn ?
(UNDERGRAND /UNDERGROUND)
Yoksul Tiyatro :ŞANOYA SAKAR, ?
ŞANOYA SADE,
Li gel daxwaziyên serkeftinê
Nivîsên di vê NÎQAŞ'ê de hatine weşandin:
- Peyvên HUNERÎ li benda nirxandina we ne
- Li ser van peyvan gotina we çi ye? (Pevyên li ser ŞANO'yê)
- Derfetên zimên û afirandina têgehan
- Mazhar Gunbat: Termînolojiya kurmancî û rexneyek
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Têgînên ji bo saziyên civakî
- Azad Zal: Termînolojiya siyaset û brokrasiye Kurdî
- Azad Zal: Lîsteya kesêm ku beşdarî Komxebatê bûne
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî