Diyarname
Fîlmek berî her tiştî bi navê xwe balkêş "Rojnivîska Seksê ya Jinekê" dawiya vê mehê dikeve vîzyonê. Fîlm ji niha ve bû sedema nîqaşan.
Fîlm ji romana Valerie Tasso ya bi heman navî hatiye girtin û di 26'ê vê mehê dê bikeve vîzyonê.
Di fîlm de Val jineke perwerdehiya baş girtiye, rêveberî dike, diljibîner û ciwanek e. Digel van aliyên wê yên erênî, aliyên wê yên neyînî jî hene. Ew nemfomaneke yanê girêdayî seksê ye, ji bo vê hesta xwe ya seksê tatmîn bike bi kesên cur bi cur re radizê. Hestên xwe yên herî saf û îtîrafên xwe yên ji dil di rojnivîska xwe de dinivîse. Ev jina ciwan ku kengê, li ku derê bixwaze bi kesan re radize, êdî seks ji bo wê bûye şikla jiyanê.
Fîlmê ku navê wê bi xwe sedema bal kişandin û nîqaşê ye, diyar e ku dê hê pir balê bikişîne û bê niqaşkirin.