Fêrgîn Melîk Aykoç
Roja 05.09.08 gotareke min ya bi serenivsa “Şîrîn yan Şêrîn”di malpera Diyarnamyê de hat weşandin. Rêzdar Beyhanî Şahîn nirxandineke kurt şandiye. Berî her tiştî sipas ji bo rexnegiriya wî. Ew nirxandina Rêzdar Şahîn li dawiya vê kurte nivîsê hatiye dayîn. Kesên bixwazin, dikanin bixwînin.
Berê ku ez li ser nirxandin û rexneyên zanyarê rêzdar rawestim, dixwazim ji bo rêzdar çend gotinan bibêjim. Ez wekî kesayetî rêzdar Beyhanî Şahîn nas nakim. Lê ez bi bal û dehneke kûr gotarên wî yên rîçalnasiyê dixwînim û dişopînim û arşîv dikim. Mirov di gotarên wî de têdigihîje ku wî beşa rîçalnasiyê xwendiye û di vê beşê de zanyarekî pispor e. Gava mirov di nava kurdan de jî zanyarên wiha pispor dibîne, hêviya mirovan ya pêşerojê hê zêdetir dibe. Ez hêvî dikim ku di demeke pêş de derfetên min ên rêzdar Beyhanî nasînê çêbe. Rexneyên zanyarên wekî rêzdar Beyhanî li ser serê min û ser çavên min.
Çend gotin li ser rexneyê heja Beyhanî.
A) Rêzdar Beyhanî bi vê nivîsa xwe di warê etîmolojiyê de tenê rastiya dîtina min destnîşan dike û rastiya vê peyvê dide mîsagor kirin. Rêzdar Beyhanî di balkişandina 1/c de mijara “şîrîn” wiha dinirxîne:
“c) Kurdiya kevn "*xshîra-/*xshaira-" wateya "shîr" u "*xshîraina-/*xshairana-" jî ya "bi shîr, shîr-ane, tishtê ku tama shîr dide" dide.“
Ev nirxandina rêzdar bê kêmasî rastiya peyva “şîrîn” pesend (tesîq) dike. Ji bo vê mîsogerkirinê ez ji dil ji Rêzdar Beyhanî Şahîn re sipas dikim. Êdî gotina ku ez lê zêde bikim, namîne.
B) Rêzdar Beyhanî di balkişandina 1/a, -b de peyva “şêr” jî bi “şîr” ve girê dide. Lê ez bawer nakim ku têkiliya peyva “şêr” bi "*xshaira/*xshîra-" re hebe. Lewre ev peyvên "*xshaira/*xshîra-" di kurmanciya îroyîn de rastrerast bûye “şîr” Ev tenê niyeteke nîşan dike. Peyva “şêr” rasterast navê ajalê dirinde ye. Ji bo mîsagorkirina rastiya vê peyvê em dîsa dêhna xwe bidin nirxandina rêzdar Beyhanî. Rêzdar Beyhanî di balkişandina 1/c de wiha destnîşan dike: "bi shîr, shîr-ane, tishtê ku tama shîr dide" Belê peyva “şîranî” çawa rêzdar Beyhanî jî dinivîse. Di wateya tiştên xweş bi çêşt de ye. Lê mirov nikane peyva “şêranî” di vê wateyî de bikarbîne. Ji ber ku peyvên ji peyva “şêr” tên afirandinê têkiliya xwe bi wî ajalî re, bi hêz û karektera wî ajalî re hene.
C) Rast e, paşgîne “în” ne tenê paşgîneke rengdêriyê ye. Ev paşgîn di rêziman de wekî paşgîna hin lêkerên aktîv jî tê bikaranîn, mînak: “Gerîn, kenîn, revîn helîn û hwd.” Lê “în” a di peyva “şêrîn” de wekî peyva “zêrîn, zîvîn” paşgîneke rengdêriyê ye û dişibîne şêr. Rêzdar Beyhanî di dawiya vê danezanê de wiha destnîşan dike: “Lê divêt mirov bala xwe baş bidê, ji ber ku hemî peyvên ku bi -în diqetin ne ji vê sufîksa têne.” Ev jî rast e. Wekî mînak “în” a di peyva “hêlîn” de ne ev paşgîn e.
D) Rexneya Rêzdar Beyhanî ya li ser peyva “şekir” ku min di nava kevanokê de wekî peyveke espanî destnîşankiribû, rexneyeke pir rast e. Ji ber ku rêzdar ev xetaya min aniye bîra min, ji wî re sipas dikim û ji xwendevanan lêborîna xwe dixwazim. Ji ber ku mijara me ne şekir bû, min ev peyv cidî negirt. Gava em ji dersê derketin, min ji hempîşeyê xwe yê Espanolî pirsî bû (ew mamosteyê zimanê espanî ye). Wî jî got ku ev peyveke espanî ye. Min jî bê lêkolînek baweriya xwe bi wî anî û ev nivisî. Rastiya peyvê wekî destnîşankirina rêzdar Beyhanî ye. Ev peyv di hêla rîçalnasiyê de digihîje sanskirîtî.
Di ferhenga rîçalnasiya alman Duden (das Herkunftswörterbuch Etymologie der deutschen Sprache) de wiha tê şirovekirin: “Ev ji peyva erebî “sukkar” hatiye girtin, ev peyv jî wekî peyva grêkî “sàkcharon” ji îndiya kevin (sanskirîtî) “sárkarâ”tê ku tê wateya kevirên xîçir û şekirê hêrandî.”
Ferhengên espanî de jî tê nivisîn ku ji zimanê erebî wekî “sacar û azúcar” derbazê zimanê espanî bûye û riçalê wê digihîje Sanskritî.
E) Rêzdar vê rexneyê jî tîne. “We di nivîsa xwe de rexne jî li hin fikirên di derbarê zimên u zimannasiyê de kiriye. Lê mixabin ku hun bi xwe dikevin nav van shashiyan.” Min di nivîsa xwe de cînava “em” bikaraniye, yanê ez jî di nava wan rexneyan de me, ev rexne li min e jî.
Bi hêviya ji vir û pêve forma rastir were bikaranîn, di warê rîçalnasiyê de kesên pispor yên wek rêzdar Beyhanî Şahîn derkevin pêş, ji hemû xizmetkarên zimanê kurdî re serkeftin. Careke din bi silavê rêzgirtinê spas ji bo rexneyên rêzdar Beyhanî Şahîn.
***
Nameya Rêzdar Beyhanî
Birêz F. M. Aykoch, Min nivîsa we ya bi sernavê "shîrîn yan shêrîn?" îro di malpera diyarname.com'ê de xwand. Bêgumen daxwaza min ya li vir dirêj bikim tune u ez dixwazim bi kurtî bala we bikishînim ser hindek xalan.
1. Him "shîr-în" u him jî "shêr-în" formên rast in, wekmînak:
a) "shîr/shêr" ji kurdiya kevn "*xshaira/*xshîra-" tê.
b) shîrîn/shêrîn" ji kurdiya kevn "*xshairaina-/*xshîraina-" tê.
c) Kurdiya kevn "*xshîra-/*xshaira-" wateya "shîr" u "*xshîraina-/*xshairana-" jî ya "bi shîr, shîr-ane, tishtê ku tama shîr dide" dide.
Herweha farsiya navîn shîrên "shîrîn", vedî/sanskritî kshîra- mana "shîr" dide. Mixabin ku vegotinên we yên zimannasî ne rast in u ji metodên zimannasiyê gelekî dur in.
Li hêla din hun dibêjin peyva "shekir" ji spanî tê. We di nivîsa xwe de rexne jî li hin fikirên di derbarê zimên u zimannasiyê de kiriye. Lê mixabin ku hun bi xwe dikevin nav van shashiyan u înformasiyonên chewt didin xwandevanan. Heger we li pitukeke bêjenasiyê/etîmolojiyê binêriya, we yê bidîta ku peyva "shekir" ji spanî nayê, berevajî vê ji hîndiya kevn (sanskritî) sharkarâ- "shekr, ..." tê u pashê jî derbazî zimanên din buye (jibo ku dirêj nekim van mînakan nadim). Pashparika/sufîksa -în ji kurdiya kevn *-aina u ew jî ji hîndewrupiya kevn *-ei-no tê. Lê divêt mirov bala xwe bash bidê, jiberku hemî peyvên ku bi -în diqetin ne ji vê sufîksa têne.
Bi silavên germ
Beyhanî Shahîn
***
Nivîsa Fêrgîn Melîk Aykoç a ku hatibû weşandin: Şîrîn yan şêrîn?
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin: