HEWLER
Komîteya Amedekar a Kongreya Netewî ya Kurd, daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku kongre taloqî 25-26-27'ê sermawezê kirine.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku sedema paşvexistina kongreyê hibijartinên Herêma Federal a Kudistanê ya di 21’ê îlonê de pêk tê ye.
JI KOMÎTEYA AMADEKAR A KNK’Ê DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ
Wekî tê zanîn ev demeke ji bo amadekariyên Kongreya Netewî tên kirin û heya niha di vî warî de karek serkeftî hatiye meşandin û encam dan.
Wekî ku tê zanîn beriya niha me wekî Komîta Amadekar dema Kongreya Natewî ji bo pêk were me 15-09-2013 diyar kiribû. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê hemû kar û xwebatên hilbijartinê dikevin pêşiya kongireyê, ji bo vê yekê baş hat dîtin ku ev dîrok heya 25-11-2013’an bê taloq kirin.
Hemû endamên Komîteya Amadekar li ser girîngî û encam girtina karên heya niha serkeftî hatine kirin, ji niha şûnda jî ji bo pêvajoya hilbijartina Parlementoya Başûrê Kurdistanê bi serkeftî bê derbaz kirin, pêwîst hate dîtin ku dîroka kongireyê were taloq kirin.