Stenbol
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya "Pêşîlêvekirina demokratîk" de îro li Dolmabahçeyê bi hunermendan re civîneke ku nêzî 5 saetan dom kir li dar xist. Di civînê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan ji hunermendan piştgirî xwend.Di civînê de ji hikumetê Wezîrê Karên Hundir Beşir Atala, Wezîrê Çand û Tûrîzmê Ertugrul Gunay û Cîgirê Serokwezîr Huseyin Çelik û hunermendên wekî İbrahim Tatlıses, Emel Sayin, Nuri Sesiguzel, Orhan Gencebay, Mustafa Sandal, Yavuz Bingol, Arif Sag, Neşet Ertaş, Davut Guloglu, Kiraç, Kubat, Fatih Kisaparmak, Kenan Dogulu, Orhan Hakalmaz, Ferdi Tayfur, Funda Arar, İzzet Yildizhan, Ozdemir Erdogan, Fuat Guner, Ozkan Ugur, Alişan, Ferhat Goçer, Rojin, Aynur, Gulay, Huseyin Turan, Murat Gogebakan, Mustafa Sagyaşar, Samsun Demir, Bulent Ersoy, Manga, Muazzez Ersoy, Feryal Oney, Teoman, Ali Riza Binboga, Safiye Soyman, Ahmet Koç, Garo Mafyan, Bulent Forta, Onur Akin, Nukhet Duru, Sinan Ozen, Demir Demirkan, Demet Akalin, Zerrin Ozer, Kayahan, Nilufer, Sertab Erener, Işin Karaca, Bulent Ortaçgil, Seda Sayan, Bedia Akarturk, Emel Muftuoglu, Nihat Dogan, Erol Evgin, Zekai Tunca, Cengiz Kurtoglu, Hakan Peker, Ali Kocatepe, İskender Ulus, Cengiz Erdem û Şahin Ozer amade bûn.Hunermenda kurd Rojda diyar kiribû ku wê beşdarî civînê nebe. Kesên wekî Sezen Aksu, Sabahat Akkiraz jî digel hatibûn vexwendin beşdar nebûn.
Berî civîn dest pê bike li Beşîktaşê Însiyatîfa Hunerê ya ji bo Aştiyê daxuyaniyeke weşand û ji hunermendan xwest ku dengê aştiyê bilind bikin.