logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Siyasetmedar Mehdî Zana mir
  2. Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin
  3. Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya
  4. Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e
  5. Zanîngeha Rojava dijî biryara Wezareta Perwerdehiyê derket
news-details

Xweseriya li Belçikayê

Xweserî; li gor hemû şirove û nirxandinan bi kurt û kurmancî tê wateya, li ser bingehê birêkxistin û nûneriya hemû cudah

  • Dîrok: 04/08/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Fêrgîn Melîk Aykoç

Xweserî; li gor hemû şirove û nirxandinan bi kurt û kurmancî tê wateya, li ser bingehê birêkxistin û nûneriya hemû cudahiyan, bi dîzayn û rêorganîzekirineke xwerû û nû bidestxistina  statû yan jî otonomiyeke li gor pêdiviyên demê îfade dike. Bêguman di wateya xwe bi xwe xwe rêvebirinê de ye jî.
Li gelek welatên Ewropê formên xweseriyan hene, Her welat navên cûda lê dikin. Wekî mînak li Swîsreyê jêre kanton, li Belçîka jî jêre Xweseriyên zimanî dibêjin. Ev li welatê Birîtanya jî di formeke din de ye. Li Spanya jî xwenasê formeke xwerû ye. Lê di giştan de hin aliyên hevbeş hene. Wekî mînak parlemena xweseriyan, Waliyên wîlayetên xweseriyan, heta gerînendeyên ewlekariyê bi hêla gel ve tê hilbijartin. Hêzên ewlekariyê bê destûra şaredarî û xweseriyan nikane tu êrîşê pêk bîne.
Welatê Belçîka xwedanê hin taybetiyên xweser e. Di gelek waran de ji xweseriyên welatên din cudatir e. Dem bi dem di pergala birêvebirinê de guhertin hatine çêkirin. Lê di warê xweseriya bi rengê federalizmê de bi bendên gelek zirav bi hev ve girêdayîne. Di hin waran de di mijarên têkiliyên navnetewî de jî xweser xuya dikin.
Belçîka welateke qiraliyet e. Cara yekem mîritiya heremê di sala 1830’yan de qiraliyeta xwe îlan kir û serkariya Belçîka bi vî awayî derket pêş. Ji wê dema avakirina xwe hetanê salên 1970’yî her çendî qedexeya zimanan nebû jî, yekîtiyeke gelek hişk bû û serkariyeke navendî bû. Ji neh wîlayetan pêk dihat.
Di sala 1970’yî de cara yekem reformeke bingehîn ya sîstemê pêk hat. Di vê reforma yekem de li gor heremên zimanan wekî dewleteke federel bi nû ve hat rêorganîzekirin. Li gor vê Li herema Valonan federesyona Valonan, li herêma Flemanan federesyona Flemanan, li deverên alman jî lê dijîn xweseriyeke biçûkê heremî ya almanan pêk hat. Bruksel jî wekî cîgeheke taybet û xweser ma.
Her Federesyon xwedanê parlementoyên xwe ne. Ev parlemento ji bo 5 salan tên hilbijartin û hemû kar û barên federesyonê bi rê ve dibin. Di sala 2001’ê de jî reformeke nû pêk hat. Lê ji ber ku fleman zêde ne û heremên flemanan dewlemend e, di warê parvekirinan de gelek pirsgirêk derketin. Ji wê jî ev nêzîka salekî bû ku Belçîka bê serkarî mabû. Teze van rojên dawiyê serkariyeke ji koalîsyonê pêk tê hate avakirin.
Dewleta Belçîka bi hêla qiraliyet û parlamentoya navendî ve tê temsîlkirin. Hemû yasayên nû jî bi hêla vê parlamentoya navendî ve tê derxistin. Ev parlemento ji 150 parlamenteran pêk tên. Ji van 62 parlamenter yê valonan û 88 parlamenter jî yê flemanan e. Dîsa seneto jî heye, seneto jî ji çar salan carekê tê hilbijartin. Fonksiyona qiraliyetê hatiye kêmkirin, wekî sembol, yan jî serok komarê Tirkiyeyê. Qiraliyet tenê bi karên îmzakirinan ve meşgûl e, mudaheleyê parlemento û serkariyê nake.
Xweseriyên yekgirtî ango forma federasyonê ku li ser bingehê zimanan hatiye avakirin. Xwedanê parlementoyên xwe yên wekî Kongra Civaka Demokratîk (KCD) in. Ku Bruksel jî bi serê xwe ye, ango xwedanê xweseriyê ye. Lê valonên li Brukselê di nava parlementoya Valonan û flemanê wir jî di nava parlementoya flemanan de cihê xwe digire.

Erkên van xweseriyan

Erkên xweseriya yekgirtî ya li gor zimanan ev e.
Ev xweserî hemû erkên çandî, perwerdehî û îdarî di destê xwe de digire. Dîsa di warê avadanî û kargehan de berpirsiyar e. Li ser van erkan xweseriya heremê biryaran dide. Serkariya navendî tevê karên xweseriyan (yan jî federesyonan nabe.)
Dîsa hemû têkiliyên van xweseriyên bi yasayên navnetewî re têkildar jî bi destê xweseriyan tê bi rê ve birin. Gelek caran têkiliyên aborî yên bi welatên cîran re bi destên xweseriyan tê birêvebirin.
Li her Xweseriya li gor erdnigariya ziman hatiye pejirandin. Zimanê fermî zimanê xweseriyê ye. Zimanê din wekî zimanê biyanî tê xwendin. Wekî mînak Fleman ne mecbûr in ku fêrî fransiya valonî bibin, lê bixwazin dikanin di dibistanê de wekî zimanê biyanî fêrê fransiya valonan bibin. Ev ji bo valonan ji wiha ye.

Wîlayet

Xweseriya Valonan ji pênc û ya Flemanan jî ji pênc wîlayetan pêk tê. Her wîlayet jî xwediyê saziyên xwe yên taybet in. Meclis yan jî encumenên meclisa wîlayetê pêk tînin şeş salan carê tên hilbijartin. Walî jî bi destê vê meclisê tê hilbijartin. Dema mirov li rewşa wîlayetan dinêre wekî xweseriyên taybet xuya bikin jî, karên di destên wan de gelek kêm in. Ew bi giranî biryarên xweseriya li gor zimanan bi rê ve dibin.

capanik51@hotmail.de

***

 

Nivîsên di nîqaşa "LI DINYAYÊ XWESERÎ" de hatine weşandin:

- Zekî Ozmen: Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

-Îsmaîl Dîndar: XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?

- Omer Dilsoz: “Xweseriya Demokratîk” û modela Başûr

- Em 'LI DINYAYÊ XWESERÎ'yê nîqaş dikin

 

 

 

 

***

 

Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Hilbijartin û hin rastî
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere

- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?

- Nivîskar û bêlayanî

- Niviskar û Yazar
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan

- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor

- Şîrîn yan şêrîn?

- Mehîra rewşenbîrî

- Ziman û Têgînên Futbolê

Parve Bike

Youtube Me

Pirtûka helbestan a bi navê “Serêkaniyê” ku ji aliyê Dîlan Şewqî ve hatiye nivîsandin,

news

Siyasetmedar Mehdi Zana ku ev çend roj bûn nexweş bû û li rexweşxaneyê bû îro mir.

news

E-Pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” derket û jibo daxistinê linka jêr bitikîne

news

diyarname podcast#diyarname Nivîskarê navdar Daniken mir #booktok #pirtûk #pirtûkênkurdî #books #

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

Omer Dilsoz: (di)yekrêzî

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

Roja Tiwaletê

news

"Em neviyê Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî ne; em rêhevalê Baba Tahirê Ûryan in"

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
news

Zerban

  • Omer Dilsoz
news

Binyata mîtolojiya Kawayê Hesinkar di 'Dîrok' a Herodotes de

  • Kazim Polat
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Firat Cewerî bû Serokê Komîteya Sirgûnê ya PEN’ê

ad

Corê Arda nivîsî: Xirakirin û Avakirin

ad

Mexdûrên erdhejê dê çawa di hilbijartinê de deng bidin?

ad

Çînî hate Amedê!

ad

Newrozê şima pîroz bo

ad

Lîstikvanên fûtbolê yên kurd ji bo Rojava dilîzin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Siyasetmedar Mehdî Zana mir

  • 29 08 2026
news

Afîşên Mîhrîcana Fîlman a Rojava hatin belav kirin

  • 29 08 2026
news

Jinên Amedsporê bi 7-0 li pêş bûn, reqîb vekişiya

  • 29 08 2026
news

Festîvala Fîlman a Bogazîçî li benda fîlman e

  • 30 08 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname