Edîb Polat
Min gotara Azad Zal ya derbareyê du Komeleyên Nivîskarên Bakur de xwend. Kêmasiyên vê gotarê hebin jî, nivîsek tijî ye. Lê di derbareyê dîroka damezrandina Komeleya Nivîskarên Kurd (Amed) de kêmasiyek heye. Birêz Zal mafir ku “ÅŸeÅŸ salan” rêveberiya vê komeleyê kiriye, ne bawer im ku dîroka damezrandina fermî nizanibe. Digel ku navên damezrînerên PEN’a Kurd a li Almanya rêz kiriye, wî çima pêwîstî bi gotina navên damezrînerên vê komeleyê(a Amedê) nedîtiye, nizanim.
“Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd) – Amed: Bingehdanîna Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2000’î de, li bajarê Tirkiyeyê Îzmîrê di lihevcivîna navbera çend nivîskaran de ji aliyê Arjen Arî ve pekî pêÅŸniyaz tê rojevê. Di heman civînê de wekî damezrîner Arjen Arî, Berken Bereh, Îrfan Amîda, Salihê Kevirbirî û niviskarekî din –ku navê wî ne diyar e– têne diyarkirin. Komeleya Nivîskarên Kurd di sala 2004’an de bi navê Kurd PEN - Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê bi awayekî fermî tê avakirin. NîqaÅŸ û guftûgo di navbera PEN’a Kurd ya li Almanya, PEN’a Navnetewî û Komeleya Nivîskaran de pêk tênê û di encamê de destûra bikaranîna navê PEN’ê nayê dayîn. Ji sala 2007’an û pê ve navê PEN’ê ji ser navê Kurd PEN Komeleya Nivîskarên Kurd tê rakirin û wekî Komeleya Nivîskarên Kurd xebatên xwe dimeÅŸîne. …”
Bikaranîna navê “Pena Kurd (Komeleya Nivîskarên Kurd)-Amed” ne rast e, em tu caran nebûn “PEN’a Kurd”, lê me ew nav bi çewtî bi kar anî, paÅŸê bi kongreyekê sererast kir. Navê fermî cara pêÅŸîn bi tirkî “Kurt Pen Yazarlar Dernegi” bû, gava mirov wekî “Pena Kurd” bi nav bike, wekî ku Pena Kurd bi rastî li Amedê hatibe avakirin tê famkirin, ev kêmasiyek navlêkirinê ye û teknîkî ye. Ya duyem Komele di 02. 03. 2004’an de bi fermî serî li ofîsa komeleyan ya walîtiyê daye. Lê ev hatiye redkirin. PiÅŸtre hiqûqnas ketine navbeynê, di roja 04.03.2004’an de daxwaz hatiye qebûlkirin, lê doza girtinê hatiye vekirin ku îdîaname hê di arÅŸîva min de ye. Ez li dijî dîroka gavên amadekirinê dernakevim, bingehdanîna 2000’î li Îzmîrê merhaleyek din e, helbet ew jî gavekî pîroz e. Lê ji bo mirov qala damezrîneran bike, divê rêxistinek were damezrandin. Li Îzmîrê rêxistinek nehatiye damezrandin, amadekariyek hatiye pêkanîn, wan kesan pîroz dikim. Merhûm Arjen Arî damezrînerê Komeleya me yê sala 2004’an bû, bi me re xebitî heta dawî. Berken Bereh û Îrfan Amîda ji endamên ewil in. Di civîna dawiya sala 2003’yan a li Tes-iÅŸê berî fermiyetê komîteyek hat hilbijartin, ew komîte piÅŸtre serî li Parêzgeha Amedê da. Heke meriv qala van kesan neke ku niha di rêziknameya komeleyê de cîh digrin, dê heqê wan û keda wan were înkarkirin: Edîp Polat, Arjen Arî, Sûzan Samanci, Samî Tan, Serkeft Botan, Sedat YurttaÅŸ, Yildiz Çakar. Çawa ku Apê Mûsa dibêje “yên ku ji bin sifirê anîn sifirê” ne ew. Van kesan derketin pêÅŸberî dadgehê û ji ber peyva “Kurd” hatin darizandin. Heke kî ev gav berê biavêta, me dê qala wan kesan bikira. Ez bawer im ji van damezrîneran kî nivîsa te bixîne dê dilÅŸikestî bibe.
Di heman nivîsê de tê gotin ku di sê salan de ÅŸeÅŸ serok hatin guhertin. Bila ne 6, lê 60 serok werin guhertin, mesele bawerî û pêkanîna bi demokrasiyê ye. Ev ÅŸeÅŸ serok bi ÅŸêweyek demokratîk dihatin hilbijartin, kesek eksê vê gotiye? Heta komele hate asta niha, divê merhelek wiha jî bihata jîyîn. Guhertin baÅŸ e, dijraberî vê gava demokrasî rûnenê serokên heta bi hetayê tên hilbijartin û dev ji qoltix bernadin. Ha ew gav “EGO” dest pê dike! Saziyên kurdan ji bo rêxistinekê du hevserok dibijêrin, nivîskaran dijraberî vê bi du saziyan serokek hilbijart!
Tê gotin ku “Dema ku PEN’a Kurd li Amedê ava dibe wey li wî kî bibe serokê komeleyê.” Ji ber ku ew qala dema me dike, mafê bersivdana me heye; ez bi xwe nebûme ÅŸahid ku kesek wiha tevgeriyabe. Hemî guhertin bi kongreyan bûn an ji ber îstîfayan çêdibûn, sazî hê nûh bû, lê ji ber ku parêkirina kariyerek mezin an pereyek li holê tune ye, serokî xizmet bû, suxreyî bû, ked dixwest, mesaî dixwest. Lê dibe hin kes jî bi nexweÅŸîna “karîyerîzmê” ketibin û li pey seroktiyê meÅŸiyabin.
Min di nivîsa xwe ya di Kovara Dîwar de ji ber dîroknivîsandina komeleyê ne mijar bû qala damezrêneran nekir, bila damezrîner biborin.
Bi damezrandina Komeleya Nivîskaran, di dema Komara Tirkiyeyê de bi navê peyva “Kurd” yekemcar e ku komeleyek tê avakirin. Ev rast e. Hin nivîskar KURD-Kav û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê wekî mînakên yekem nîÅŸan dikin, ev nêrînek çewt e. KURD-Kav ne komele, lê Weqf e. Enstîtuyên Kurd hemî ne fermî ne, de facto ne.
Ji bo her gavekî doza kurdan berdêl hatiye dayîn, ji bo komeleyê dikarim hin mînakan bidim: Ji bo pirtûka Abdullah Ocalan leÅŸker û polîsan avêtin ser komeleyê, îfadeya me girtin, xwestin Serkeft Botan bigrin bin çavan, em li wir bûn, digel hevalek din me bertek nîÅŸan da. Di festîvala 2004’an de ewil me dersa kurdî da, her roj polîs li ber derî bûn. Ji bo dana xelata “Azadiya Ramanê” ya Komeleyê, doz li min û Eren Keskîn vekirin, her yek ji me 10 mehan ceza xwar. Ez naxwazim kite bi kite çi bûye ne bûye bînim ziman.
Min ev nivîs ne ji bo hedefgirtina kesekî, tenê ji bo sererastkirinan amade kir.
09.09.2013 Amed
edippolat@yandex.com
***
Nivîsa eleqedar:
- Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd