Fêrgîn Melîk Aykoç
Şirova peyvê: Peyva redaktekirinê bi rîçalê xwe ve digihîje, peyva latînî “redigere” ev di fransî de wek “rédiger” hatiye bikaranîn û di ser fransî re derbazê zimanên din bûya. Ev tê wateya; “cardin lêvegerîn, sererastkirin, ji weşanê re amadekirinê”
Li welatên serbixwe û di zimanên pêşketî de ev beşa çapemeniyê ji zû ve heye û îro wekî “redaktionsystem û redaktionsmenejmend û hwd. li ser bingehê rast rûniştiye. Di zanîngehên wan de jî perwerdehiya redektekirinê heye. Li aliyê din zimanên van welatan jî hatine standardîzekirin. Formên nivîsandina peyvan û hevokan li gor rê û rêbazên ziman li ser bingeheke nayê guhertin, rûniştiye. Ji wê her kes vê çarçoveyê dinase. Li gor wê erkên redaktekirinê pêk tîne. Bê vê mirov bi salan di dibistanan de fêrî heman sistemê dibin.
Di kurdî de redektekirin
Bêguman kurdî-kurmancî ne bi giştî li gor zanyariya bingehîn be, di bin bandora nêrîn û hobûnên herêmî de jî be, bi gavên giran ber bi standardîzekirineke ve diçe. Lê hîna jî yekîtiyeke di navbera weşanxane û malperên kurdî de tune. Saziyeka me ya ji bo zimanekî standart hin rêbazên bingehîn datîne jî, nîn e. Ji wê redaktekirin girêdayiyê kesên di redaktionên saziyên têkildar de dixebitin, maye. Ew kesê/n di redaktsionê de ji kîjan heremê be/bin, li ser bingehê formên wê herêmê û têgihîştina xwe lê dinêre. Em wekî mînak çend hevokan bigirin:
1
“Sîpan ji bejn û bala Dîlberê hez dike.”
Ev hevok ji bo yekê/a Serhedê, Amed û hin deverên din rast e.
Yekê/a ji devera Hekariyê, vê hevokê wiha sererast dike:
“Sîpan hez ji bejn û bala Dîlberê dike.”
Ji bo yekê/a Serhedê ev tê wateyeke gelek xirab: “Sîpan ji Dîlberê hezê dikişîne, derdixe.”
Ev lêkera hevgîn û bi daçek ev e: “Jê hez kirin (hez kirin ji)”
2
“Ez dikanim bi kurdî bixwînim.”
Ev hevok li gor min, li gor dêrikî û rihayiyan rast e, (lewre ez lêkera “kanîn” ê li gor zanyariya ziman rastir dibînim.)
Lê yên tenê lêkera “karîn”ê dinasin, yan jî tim wê bikartînin, dê vê hevokê şaş yan jî heremî bibînin û wiha sererast bikin.
“Ez dikarim bi kurdî bixwînim.”
3
“Xew ji şekir şîrîntir e.”
Ev hevok ji bo piraniya kurmancan rast e. Lê gava yekê/a binê xetê, (başûrê biçûk) vê hevokê sererast bike, dê wiha binivisîne.
“Xew ji şekir şêrîntir e.”
(Bi baweriya min û zanyariya ziman ev şaş e, lewra şêr bi qasê şîr şîrîn nîn e.)
4
Piraniya weşanxaneyan li gor Mîr Celadet Bedirxan “î” ya li pêş “y” ê kurt dikin.
Mînak:
“Min pirtûk kiriye.”
Hin kesayetiyên li ser ziman dixebitin û hin weşanxane jî vê rêbazê şaş dibînin û tîpa “î” kurt nakin. Ji wê wiha dinivisînin.
“Min pirtûk kirîye.”
5
Di warê bikaranîna peyvan de jî her yek form û ji peyvên sînonim peyvekê tercîh dike. Wekî mînak: Hin “wilo, halo” hin jî “wiha, wisa” bikartînin. Heta yên peyvên “wanakê, aha û hwd.” Bikartînin jî hene. Em di vî warî de peyveke din wekî mînak bidin:
“Li welatê biyanî hedûriya min nayê.”
Ev ji bo serhediyan rast e.
Yên ji Xerzan vê wiha sererast dikin:
“Li welatê biyanî hedana min nayê.”
Yên ji Deşta Mêrdînê jî wiha sererast dikin:
“Li welatê biyanî sebra min nayê.”
6
Guhertina hin peyvan dikane wateya hevokê, yan jî tiştê ku nivîskar dixwaze derxe pêş biguherîne. Wekî mînak; min ji malpera Diyarnameyê re wiha nivisîbû:
“…dengbêja nav Aynûr ji vê manîpulationê re...”
Rêzdar Cemîl wiha redekte kiribû:
“…dengbêja navdar Aynûr ji vê manîpulationê re ...”*
Lê min nexwastibû ez “..dengbêja navdar..” bibêjim. Di vir de naverok hatiye guhertin. (Bila şaş neyê fêmkirin, ez ji bo vê guhertinê neqehirîm. Tenê wekî mînak didim.)
7
Gihaneka “ku” hin vê wekî “ko” hinek wekî “kû” dinivîsin. Ev awa cudahî di bikaranîna gelek peyvan de jî heye.
Ji bo ku em bikanin mijarê hinek din vebikin, ezê du mînakan jî, ji pirtûkan bidim.
a) Pirtûka yekem Ya rêzdar Heyder Işik
“Memik Axa” ye. Ev pirtûk bi hêla Mihem Himbêlij ve ji bo kirdkî/kirmanckî hatiye wergerandin. Weşanxana APEC’ê weşandiye.
Nivîskarê pirtûkê rêzdar Heyder Işik ji Dêrsimê ye. Mijara “Memik Axa” jî li eyaleta Dêrsimê derbaz dibe. Li Dêrsimê kurdên elewî dijîn. Hemû edet û ananeyên di pirtûkê de derbaz dibin, li gor jiyan û baweriya li Dêrsimê ye.
Mihem Himbêlij ji dimiliyê Amedê ye. Li devera ew mezin bûye, edet û ananeyên baweriya îslamî-sunni serdest e. Gava wî ev pirtûk wergerandiye, kirmanckî/kirdkî li gor edet û ananeyên devera xwe wergerandiye. Ji wê mirov naveroka pirtûkê nasnake. Gava Dêrsimî vê pirtûkê bixwînin, wê bibêjin: “Yekê misliman ev nivîsiye û bûyera Memik Axa li deverekî misliman derbaz dibe.” Wekî mînak: Li Dêrsimê ji bo Xwedê “Heq” tê bikaranîn. Tu dêrsimî peyva “Homa” bikarnayne. Yê redekte kiriye, ev rastiya negirtiye ber çav. Ev xetayekê pir mezin e. Di warê wergerê de jî seqet e.
b) Pirtûka duyam ya rêzdar Fewzî Ozmen ya bi navê “Siyên Şikestî” ye. Min berê çapkirinê jî hemû novilên rêzdar Fewzî di bin navê “Siyên Şikestî” de daye weşandin xwendibû. Li pey çapkirinê jî min xwend. Di navberê de cudahiyên gelek mezin hene. Zimanê novilan cih bi cih hatiye guhertin. Ji ber ku novilên rêzdar Fewzî li devera Qortiyê (Çat) derbaz dibin. Wî di axaftinan de devoka wê heremê bikaraniye. Lê rêzdar Ehmed Onal bi navê redektekirinê li gor devoka Sancaxê (Çewlik) hin guhertin lê çêkirine, lewma novilan ji çêştên xwe gelek tişt winda kirine. Bi navê redektekirinê, rastnivîs jî tevlihev kiriye. Wekî mînak:
Hevokek ji nivîsa berê
“Ji bo xwarinê tiştek din di mal de tunebû.”
Hevoka bi hêla Ehmed Onal ve wiha hatiye redektekirin:
“Ji bo xwarinê tiştek dî di mal de tuneyîbû.” (rû.p 6)
Ta niha ez di derekî de rastê formeke wekî “tuneyîbû” nehatime. Li aliyê din “dî” û din” tenê sînonîmên hev in. Vê bi navê redekteyê guhertin, şaşiya herî mezin e. Peyvên sînonîm guhertin ne redekte ye. Tenê forma di mêjiyê xwe de pejirandin dayîn e. Ewropî tu carî peyvên sînonîm naguherînin.
Bi dîtina min ev ne tenê rastnivîsê xira kirin e, mudaxeleyê sitîla nivîskar û dîtinên nivîskar kirin e. Dîsa li ser “çîrok”nivîsiye. Ev jî mijara nîqaşê ye. Gelo “çîrok” yan “novil” (nîv roman)?
Bêguman mirov dikane mînakan zêde bike. Yan jî hîn mînakên balkêştir bide. Lê bi baweriya min ev çend mînak bi serê xwe vê rewşa me bi zelalî li ber çavan radixîne.
Çend pêşniyarên min.
1- Di dema redektekirinê de divê mirov taybetiyên herêmî li ber çavan bigire, peyvan neguherîne. Bi taybetî dest nede axaftinên herêmî. Ji ber ku di kurdî de hê lêkolînên herêmî pêknehatine, bi wê ve girêdayî nijinandina peyv û têgînên herêmê jî nehatine çêkirin. Ev ji bo pêşeroja ziman girîng e. Divê zanyarê me yên pêşerojê bizanin, ka li kîjan herêmê çi peyv hene, formên nivîsandina wan çawan e.
2 – Divê mirov tenê tîpên kêm, zêde û şaş sererast bike.
3 – Eger di warê rêzimanî de şaşî hebin, divê yekê haya xwe ji zanyariya rêziman ya kurdî heye, redekte bike. Wekî mînak:
şaş
“Wan ez dît.”
Sererastkirin
“Wan ez dîtim.”
Şaş
“Tu pirtûkan dikire.”
Rast:
“Tu pirtûkan dikirî.”
4 – Divê pindeşanî bê agahiya nivîskar neyê guhertin. Lewre gelek caran pindeşanî bi niyeta nivîskar ve girêdayî ye. Wekî mînak:
bê pindeşanî:
“Bixwîne wekî bavê xwe nebe ker“
Bi pindeşanî
“Bixwîne wekî bavê xwe, nebe ker!”
Cihê bêhnokê guhertin dikane wateyê biguherîne.
“Bixwîne, wekî bavê xwe nebe ker!“
5 – Divê kesên bi azmûn, ne rikhişk, ji zanîn, fêrbûn û ji nîqaşê re vekirî; ji herêma xwe derketiye, bûye Kurdistanî, karê redektekirinê werbigire.
6 – Divê kesê karê redektekirinê wergirtî ji şovenîzma herêmî dûr be. Gundê xwe wekî navenda kurdiya standart negire.
Bi hêviya di vî warî de nîqaşekê vebe; ji xwînêr û têkildaran re silav.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
***
*Nota Edîtor:
Meseleya kek Fêrgîn Melîk Aykoç qal dike di nivîsa wî ya bi navê “Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan” de derbas dibe. Ez an Dawud her nivîsa ku ji bo Diyarnameyê bê miheqeq em pêşî dixwînin, dinirxînin û diweşînin. Bi giştî, ez dema hin tiştan di nivîsê/an de diguherînim ez mailê dişînim ji xwediyê/a nivîsê re ku ‘hin tişt hatine guhartin, ger şaşî hebe em rast bikin’. Lê di vê nivîsê de digel ku bêhemdê xwe min guhartin pêk aniye jî min haya kek Aykoç pê nexistiye. Her çiqas kek Aykoç neqehirî be jî ev kêmasî ye û kêmasiya min e. Ji bo vê kêmasiyê ez lêborînê dixwazim.
Cemil Oguz