logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Kokên Sîlvanî, Yaşar Kemal, Bûka Kurdan û Bilûrvan

Xêncî wan terbiye û tedrîsat û sekn û siyasetan, gelek eşq û evînên kurdan jî piştî çêbûna Komara Tirkiyeyê ku bi dil di

  • Dîrok: 22/10/2022
  • Beş: Serbest

Omer Faruk Baran

Tarîxa kurdên Bakur ji ber polîtîkayên sedsalan tim meyla xwe daye ser tirkî û pirtir bi tirkî hatiye nivîsîn. Çinku ya kurdên Bakur, terbiye û tedrîsatên wan bi tirkî çêbûne, saz û stranên wan bi tirkî hatine gotin, serok û rêberên wan bi tirkî têkoşîn meşandine û mebûs û miletwekîlên wan bi tirkî ketine meclisan. 

Xêncî wan terbiye û tedrîsat û sekn û siyasetan, gelek eşq û evînên kurdan jî piştî çêbûna Komara Tirkiyeyê ku bi dil di rengê kurdî de bûne jî bi dev di dengê tirkî de mane û werga ketine metnên tarîx û edebîyatê. 

Mesela, Mualla Eyuboglu Anhegger, xwişka Bedri Rahmi Eyuboglu û Sabahattin Eyuboglu di xatirayên xwe de behsa kurdbûna wê mala entelektuelên dewra xwe dike. 

Mualla Xanim dibêje her çiqas ew bi rabûn û rûniştinê, bi xwarin û vexwarinê xwe ji Trabzon ya Qeredenîzê hîs dike jî ew bi eslê xwe kurd in, ji Sîlvan ya Dîyarbekir lê ne kokên ji Sîlvanê têrê nekiriye ku ew mala entelektuelan bi ber û eserên xwe bibe kaniyeke kurdan.  

Bi gotina Mualla Xanimê be, bavê wî yê dîplomat, ku dewra dawî ya Osmanîyan û salên pêşî yên Komarê dîtine, xwe tirk dihesibandiye, li ser riya Mustafa Kemal bûye û zarokên xwe bi fikrên îdealîst xwendin dane.  

Keça bavê xwe, Mualla Xanim jî dîsa bi wan fikrên îdealîst di salên 1940'î de bo mielmî û mîmariyê bike ji merkeza Stenbolê berê xwe daye Anadoluyê. Wan salan Kemal Sadik Gokçeli yê hîn nebûye Yaşar Kemal jî bo nêzîkî merkezê bibe ji derdora gol û çol û çiyan rabûye çûye Enqerê û ew Mualla Xanimê li paytexta Tirkiyê li hev rast hatine. 

Di xatirayên xwe de, Mualla Xanim bêyî ku dirêj û pahn bike mealen dibêje "Kemal çito çav li min ket xwest bi min re bizewice" û bo delîliyê bikin jî mektûbên Yaşar Kemal raber dike. 

Yaşar Kemal di mektûbeke payîza 1949'an de bi hevokên hez û hez gotiye "Ez ji te pir hez dikim. Însanek ancax kane bi qasî ez ji te hez dikim hez bike. Wer pir ji te hez dikim ku ez. Xêncî te tu kes nikane fêm bike vê hezkirinê. Û seba çi ez ji te ew qas pir hez dikim, xêncî te, ne mimkûn e, tu kes nikane fêm bike."

Di mektûbeke bihara 1951'ê de jî Yaşar Kemal bo Mualla Xanimê gotiye "Can!" û daye zanîn ku ewê êdî tim ji wê re wisa bêje: "Can, ez dikim êdî tim ji te re bibêjim can! Ez çi wext ji diya xwe re dibêjim "Ana", ew jî dibêje "Can"! Xwişk ji birayên re dibêjin "can", dayik jî ji kurên xwe re. Ew gotina miletê me çi gotineke germ e. Koka wê gotinê li kûrahîyan e. Dema me rû bi rû xeber dida, min carekê jî nikanibû ji te re bigota "Can!" Qe bala te kişand nizam? Min nikanibû li rûyê te jî binêriya. Min tek carekê jî cesaret nekir ku ez li çavên te binêrim.’"

Mektûba hema li dû vê jî dîsa di bihara 1951'e de hatiye nivîsîn û ji Dîyarbekir hatiye şandin: "Can! Ez niha ji trênê daketim. Di rê de wer tu di bîra min de bûyî. Tu heqlî yî. Hezkirina memleketê xwe jî ez dikim ji te ho bibim. Min gotibû ez hez nakim ji milet. Li qisûra min menêre. Niha ez di şokê de me. Li îstasyona Erxenîyê, kalekî kor, kurê wî pê re bû, bilûr lêdixist. Min di umir û heyata xwe de dengekî wanî muhteşem nebihîstibû. Min mîna dînan xwe ji kompartmanê avêt pêşiyê. Di bêrîkên min de çiqas pereyên hûr hebûn min danê, min kanibû canê xwe jî pê da." 

Ji vê mektûba sala 1951'ê meriv dikare bi flashforwardê berê xwe bide fîlmekî Yilmaz Guney ku di sala 1978'an de hatiye kişandin: "Sürü", bi navê xwe yê turmancî "Kerî". Di vî fîlmî de di destpêka deqîqeya 71'ê de bilûrvanek, li kêleka keçikeke biçûk dixewîne. Ew bilûrvanê kor li gor xatirayên Amed Tigrîs, Hafiz Zulfo ye û wî ji salên 1940'î heta serê salên 1980'yî bo rêwîyên li îstasyona trênê ya li Erxenîyê li bilûrê xistiye. 

Herhal dengê bilûra Hafiz Zilfo jiber ku bi tenê dengê bilûrê bûye ji wan salan sax û silamet filitîye û ketiye mektûbeke Yaşar Kemal û Yilmaz Guney. Her du pêşengên sînema û edebîyata tirkî bi dengê bilûra hafizekî kor, bi zimanekî ezopî silav li kurdbûna xwe dane. 

Tew Yaşar Kemal ji silavên jî wêdetir, seba kurdbûna xwe piştrast bike li dû nîyeta zewacê bo "Can" Mualla Xanimê gotiye "Kurdun Gelînî’’ ku bi kurdî mehneya wê "Bûka Kurdan" e. 

Yaşar Kemal di mektûbeke sala 1951'êde ji Bîdlîsê ji Mualla Xanimê re dibêje "Bûka Kurdan", dibêje "Tu mîna kurdan cilan li xwe dikî" û haziriyê dike ku ew bi wê bûkê re havînê here li gundekî Wanê, li cîhê bav û kalên xwe bimîne. 

Mualla Xanim dibêje "Dema ez bo karên restorasyonê çûm Dîyarbekir, nas û dostên Yaşar Kemal li îstasyona trênê hatibûn pêrgîniya min ku qaşo bûkê bibînin" û dibêje "her çiqas min bi wan re sohbet kir jî min bêli kir ku Kemalê me ji xwe re di indê xwe de em kirine bûk û zava, tiştekî wer jî tune." 

Mektûb raber dikin ku Yaşar Kemal pir xwestiye ku Mualla Eyuboglu bibe bûka kurdan, lê wê xanimê tevî di çavên wê de Yaşar Kemal yekî lihevhatî û karîzmatîk bûye jî guh nedaye vê destî îzdîvacê û nebûye bûka kurdan. 

Meraqliyên mesele û magazînên edebiyatê dikarin li kafeyekê detayên zewaca Mualla Xanimê bibihîsin û ji vê kitabê ji wê kitabê dikarin aqûbeta dilê Yaşar Kemal jî bixwînin. Her çi be jî heqîqeta hîkayetê asîmîlasyona bi mîlyonan kurd e ku jê pê ve îcaba şorê nake. 


Jêder:

Anhegger, Mualla Eyyuboglu: Hitit Guneşi - Soyleşi: Tuba Çandar, Dogan Kitapçilik, 2003

Kemal, Yaşar: Baldaki Tuz, Yapı Kredi Yayinlari, 2020

Tîgrîs, Amed: Bîranînên Min, Weşanên Ronya-Kurdped, 2022 

Suru: Guney Filmcilik, 1978

 

 

omerfarukbaran@hotmail.com 

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Zozan, Lozan, Suleyman Nazif û Sêva Gezek Lêketî 

- Ferhenga Baranî: Çilek û Zikselete 

- Ji çavên Reşê dostaniya Musa Anter û Safiye Ayla

- Wêranşar 1977, Şerê Xal û Xwarziyan û Kevokên Spî

- Musa Anter, Zekî Muren û Musa Muren 

- Mîzahşorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî 

- Li dû 'ABBAS'... 

- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay 

- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan 

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meşa Siya Şevê   

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 20 04 2026

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Berenramên DTP'ê yên Şirnex û Culemêrgê

ad

Tenduristiya nivîskarê kurd Jîr Dilovan ber bi başiyê ve diçe

ad

Bi vê wêneyê xelat girt

ad

Baş e ku çîrok tê nivîsandin!

ad

Spanyolan 6 gol bi ser Tirkiyeyê de barandin û rekor şikandin

ad

Li Dêrê fîlmê porno kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname