logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal
  2. Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene
  3. Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya
  4. Festîvala Fîlman a Silêmanî didome
  5. 'Practical Magic 2', 'The Umnknown' û yên din
news-details

Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

  • Dîrok: 14/06/2022
  • Beş: Serbest

Omer Farûk Baran

Şîroveyek: ‘’Ji vê stranê tiştekî fêm nakim, lê min pozîtîf dike, enerjîyeke wê ya ecêb heye.’’

Şîroveyeke din: ‘’Ji Qeredenîzê silav bo we, ez nizanim çi dibêje va strana, lê têra min dike ku ez pê rabim bireqisim.’’

Şîroveyeke din: ‘’Şeva berê li Stenbolê li barekê lêket ew stran. Ortam ne îşê îşan xweş bû. Muzîkên kurdan bi rastî coşeke mezin çêdikin. Gava ew stran lêket ji nişke ve heyecanek bi salonê ket. Kê zanibû nizanibû, herkes rabû govendê. Yên li maseyên xwe man jî li şûnên xwe govend gerandin. Pir enteresan û pir xweş bû.’’ 

Û şîroveyeke din: ‘’Ûlan ku wanî here ewê temamê Tirkiyê kurdî bielime, stranê vedikim û nikarim bigirim.’’

Bi tirkî bi hezarên şîroveyên din ên bi vî rengî di YouTubeê de li binê klîpa Kurdish Mashup 2019 ya Halil Fesli û İbocan Sarıgul hatine nivîsîn. Halil Fesli, İbocan Sarıgul û Kurdish Mashup 2019 bi serê xwe belkî tiştekî îfade nekin bo we, lê gava ez bêjim ‘’bilibendê bilibendê’’ ez dibêjim qey ewê bêhemdî we ji guhên we ber bi çavên we rîtmekê reqsê çêbe. 

‘Bilibendê’’…  Bo manaya vê peyva têra xwe ecêb û enteresan me berê li ferhangan nihêrî. Ew peyv ne di ferhenga D. Îzolî ne jî di ya Mehmed Emin Bozarslan de hebû. Di çapa berfirehkirî ya ferhenga Zana Farqînî de jî me ew peyv nedît. Li ser ferhengên înteraktîf yên mîna tirsik.net û eksisozlukê bo ‘’bilibendê’’ hin malumat hebûn, lê tu kesî tam nizanibû ‘’bilibendê’’ çi ye. 

Perxudres Podcast bo manaya ‘’bilibendê’’ bibîne bi refleksên rojnamegeriyê xwe gêhand Halil Fesli û ji muxatabê meseleyê meraqa herkesî pirsî. Berî em derbazî detayên manaya ‘’bilibendê’’ bibin gerek em bibêjin, di vê nivîsê de em di hezîrana/pûşpera 2022yan de ne û hejmara temaşeya mash-upa ku bi navê ‘’bilibendê’’ tê zanîn nêzîkî 200 mîlyon e. 200 mîlyon temaşe, van rojan, li hin derdoran bo klîpeke kurdî rekoreke YouTubeî tê qebûlkirin. 

De em vegerin detayên Halil Fesli dane. Dema me xwe bi rêka telefonê hinekî bi zorê gêhand Halil Fesli piştî halpirsînê, pirsa me ya pêşî hema ser manaya ‘’bilibendê’’ bû elbet. Ji ber ku me zanibû Halil Fesli û İbocan Sarıgul ji Bazarcixê ne, bi niyeta nîşandana zanîna zimanê hêla Meraşê me got ‘’Hinek peyvên devokî hene ku di tu ferhengan de meriv wan nabîne, eceb ‘bilibendê’ jî peyveke wê hêlê ye?’’ Lê li ser vê pirsê cewaba Halil Fesli bi tîqetîq ‘’na’’ bû û meseleya ku wî ser ‘’bilibendê’’ gotî jî, bi me ji peyvê bi xwe enteresantir hat. Halil Fesli dibêje ‘’Peyva stranê di eslê xwe de ‘dilixemê dilixemê’ ye, sola bîne ez rabim ez dilixema xwe nadim. Hevalê min Îbocan, ji ber ku kurdiya wî gelekî şikestî ye li şûna ku bibêje ‘dilixemê’, ’dilixemê’, got ’bilibendê’, ’bilibendê’ û bi wî şeklî ma, tu manaya ‘bilibendê’ tune.’’ Li ser vê malumata ecêb, di şokê de, me got ‘’Çawa yanî, gava hevalê te şaş got, te mudaxele nekir? Te negot ‘Bilibendê çi ye? Bêje ’dilixemê?’’ Bo vê pirsê jî Halil Fesli xayet relaks dibêje ‘’Roja ku Îbocan li studyo cîhên ku ew dibêje qeyd dikir, ez ne li cem bûm. Eger ez li cem bûma, minê mudaxele bikira..’’

Li vir ji ber ku barê gotinên şaş dimîne ser İbocan Sarigul, me xwest em bi wî re jî ser çîroka ‘’bilibendê’’ xeber bidin, lê wî cewab neda mesajên me û telefona me jî venekir. Loma em bi gotinên Halil Fesli bidomînin. Halil Fesli dibêje ‘’Me Kurdish Mashup 2019 li YouTubeê bar kir bi şûnde 6 mehan kesî em temaşe nekirin, kesî em nebihîstin. Me digot 200,000 caran were temaşekirin temam e lê dûra, deng veda û belav bû û belav bû û belav bû..’’ 

Fesli ser sira dengvedanê jî dibêje ‘’Milet ji gotinên du-carî hez dike’’ û di ser ‘’bilibendê bilibendê’’ re balê dikişîne ser stranên Tarkanê megastarê Tirkan: ‘’kuzu kuzu’’, ‘’dudu dudu’’, ‘’geççek geççek’’ Halil Fesli dibêje ewê di demeke nêz de mash-upeke din derxe û dibêje ewê vê carê bi tenê be. Li ser pirsa ‘’Lê hevalê te İbocan Sarigul?’’, Halil Fesli bi keserkûrekê dibêje ‘’Em ji hev qetiyan, êdî herkes li riya xwe’’ Qey me niyet heye em li vê derê xwe dîsa bavêjin behra kederê? Na na na na na. Eman eman eman eman koçerê, sola bîne ez rabim ez bilbenda xwe nadim, sola bîne ez rabim, ez delala xwe nadim, bilbendê bilbendê bilbendê..

 

Parve Bike

Youtube Me

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Hogir Berbir: 'Ez ne Narîna Bakur im, Narîna Rojava me!'

news

KÛÇIK Û PASEPORT

news

Hogir Berbir: Cîhana ‘Ûsivê Bafile’ û ‘Xezalê’ ji hev cihê ye!

news

H. Kovan Baqî: Îşev ez rastîyeke giran im di vê derewê de

news

Fayeq Mihemedî (Ji fîlmê "Stranên Welatê Dayika Min")

news

Dengbêj Sebrî Agirî...

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2026

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news
  • 10 09 2026

Ji sala 1992'yan ve heta niha meseleya tabelayên bi kurdî

news
  • 08 09 2026

Çîroka Şehîdekî Bêkes

news
  • 03 09 2026

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
  • 03 09 2026

Bi nêrîneke derûnkolerî (Psychoanalysis) fîlmê 'The Post'

news
  • 25 08 2026

Mamoste bi şagirtê xwe yê 14 salî re bêtirî 20 caran raza: Gelo hûn dizanin ji ku ye?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
news

Wesiyet e!

  • Hogir Berbir
news

Pirtûkên kurdî, zarokên nûçêbûyî yên nivîskarên kurd in

  • Yaqob Tilermenî
news

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • Helîm YÛSIV
news

Nivîsên Yaqob Tilermenî yên li ser Kûpaya Cîhanê ya 2026'an

  • Yaqob Tilermenî
news

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • Cemil Oguz
news

Kevirê Sîsîfos, Nesrîna Mihemed Şêxo, penaberiya min

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

Li ser sînorê Belarus-Polonyayê trajediya koçberên kurd

ad

Fîlmên vê hefteyê 'Unclenching the Fists', 'Elvis' û ên din

ad

35 sal in em bi vê dikenin!

ad

116 rêxistinên civakî PDK şermezar kirin

ad

Vane sê anketên nû ji aliyê sê aliyan ve

ad

Dema hilbijartina Parlemena Iraqê diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedsporê bi 5 golan tîma Başakşehîrê bi paş ve şand mal

  • 13 09 2026
news

Li Girtîgeha Kobanî şewat çêbû: 9 kes mirin, 17 birîndar hene

  • 12 09 2026
news

Parêzgarê Hesekê bi şêx û rûspiyên Qamişloyê re civiya

  • 12 09 2026
news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

  • 13 09 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname