logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay

‘’Rûken be, bila ewr biçin.’’ Ev gotin bi kurmancî û tercûme belkî di serî de bi serê xwe nikanibe sînyalekê bide bîra

  • Dîrok: 22/07/2022
  • Beş: Serbest

Omer Faruk Baran 

‘’Rûken be, bila ewr biçin.’’  Ev gotin bi kurmancî û tercûme belkî di serî de bi serê xwe nikanibe sînyalekê bide bîra me û belkî mehneyekê, metaforekê çêneke li pêş çavan, lê gava ez bi tirkî di ser forma orîjînal re bêjim ‘’Gulumse, bulutlar gitsin’’ bo kesên guh dabin ser dengê Sezen Aksu ewê bi bişirîneke şêrîn ê jan têde ji qelşên zemanê çûyî çend xatira werin xwe bidin ser bîran. ‘’Gulumse’’ (Bikene), strana Sezen Aksu ku di sala 1991’ê de navê xwe daye albumeke wê,  ‘’gulumse’’, şiîra şair û siyasetmedar Kemal Burkay ku wî di sala 1963’yan de, di 26 saliya xwe de nivîsiye.

Eger mirov ji qelema Kemal Burkay ya sala 1963’yan bi rê bikeve û were dengê Sezen Aksu yê sala 1991’ê û ji wir jî berê xwe bide çav û guhên me yên dema me, ewê eşkere serketineke muzîkal xwe raber bike. Lê gava di meseleyê de tirk hebin ku gava kurdbûnê dibînîn kurdan nabînin û kurd hebin ku kurdan di erdê didin, ewê serketina muzîkal di guzergaheke gîrîft bikeve û bi bayê sansur û çongşikandinan bêîtîbar bimîne.

Şiîra Kemal Burkay di sala 1964’an de berê bala Ceyhun Atuf Kansu kişandiye. Piştî ku Kansu di Kovara Varlikê de di ser ‘’Gulumse’’yê re gotiye şiîra Kemal Burkay di şiîra tirkî de ‘’silaveke teze’’ ye Şukran Kurdakul û Behçet Necatigil jî ser şiîra Burkay yek du gotin kirine û Cemal Süreya jî ser şiîrên wî bi hûrî, bi detay nivîsîye. Bes Kemal Burkay di roportajeke dirêj ya sala 2006’an de dibêje derdora şiîra modern ya tirkî ji ber sekna wî ya siyasî ya nêzî kurdan pir guh û cih nedaye wî. Belkî ji ber sebebeke wê seknê ye, Cemal û Kemal, ku her du jî ji Dêrsimê ne, li Enqerê tim li hev rast dihatine, lê li ser nigan silaveke bi serê zimên û hew, tu carî samîmî nebûne.

 ‘’Gulumse’’ ya Kemal Burkay bi besteya Arto Tunçboyaciyan bûye strana Sezen Aksu. Burkay di wê roportaja dirêj de dibêje ‘’Ne îzin ne erêna, piştî stran hatibû gotin ez pê hisiyam’’ lê diyar dike ku ew li ber vê rewşê neketiye, çinku bi wê stranê xelk û alem bi şiîra wî hisiyane û ambargoya li ser wî rabûye.

Di sala 2002yan de, Sezen Aksu di bernamaya Newrozê de li Dîyarbekir derket pêş bi sed hezaran însan. Dîmenên li ser Youtubeê raber dikin ku sanatçiya bi leqeba ‘’Minik Serçe’’, ku meriv bi kurmancî kane bêje ‘’Çûçika Çûçan’’, bi çepikan tê ser sahneyê, bûseyekê datîne ser çeçê xwe yê çepê, wê bi heyraniyeke hez têde difirîne milet, mîkrofonê dixe destê xwe û bi jesteke ji dil, dest bi stranê dike: ‘’Gulumse, bulutlar gitsin..’’

Kemal Burkay yê wan çaxan li welatê xurbetê ye, dibêje ‘’Min Newroza wê salê ji Med TV’yê temaşe dikir, gava Sezen Aksu hate ser sahneyê û dest bi gotina ‘Gulumse’yê kir, wê kanalê deng birî.''

Bi refleksên rojnamegeriyê helbet me dixwest em di arşîva Med(ya) TV’yê kevin û vê îdîayê yan piştrast bikin yan jî pûç bikin, lê tevî ew qas lêgerîn û lêkolîn jî me deng û dîmenên wê rojê yên Med(ya) TV’yê bi dest nexistin. Loma heqê cewabdana Med(ya) TVyê di dîrokê de veşartî, em bi gotina Kemal Burkay dewam bikin.

Burkay dibêje ‘’Fraksiyon bûne felaketa kurdan’’ û bi dilekî şikestî dide zanîn ku ew ên partîperest ne tenê dijî fikrên siyasî ne, lê dijî şair û şiîran jî çi ji dest wan tê dikin. Li ser vê dijmîniyê jî bi ‘’Mamak Turkusu’’yê, ku ew jî şiîra wî ye, meseleyeke gelekî, xeylî, pir û pir enteresan dibêje Kemal Burkay. Bi gotina Burkay, Koma Yeni Turku li Berlîna Almanya ser dawetê çûye festîvaleke kurdan. Li Berlînê festîvaleke kurdan.. Tenê ji vê gotinê meriv kane slogana sereke ya sê-kelîmeyî ya bi “bijî”yê dest pê dike texmîn bike. Baqilekî ji komê, Koma Yeni Turku, bo rîtma sloganan bade ser çepikên xurt bi tirkî dibêje ‘’Niha jî em şiîreke şairekî kurd, şiîreke Kemal Burkay dibêjin..’’ Lê tavilê li şûna çepikan, li ser hev ''yûûûûû, yûûûûûû, yûûûûûû'' tê ku meriv mîna sloganê kane wê şoka wê kêliya komê jî texmîn bike.

Şok û kom û texmîn li şûna xwe, em vegerin ser ‘’Gulumse’’yê. Kemal Burkay bo pisîka meşhûr ya di wê şiîrê de dibêje ‘’nîşaneke eşqê’’ ye, bo ‘’Akdeniz’’ê jî dibêje ‘’Li hêla me hewa sert bû, tim berf û baran, pûk û serma. Av û hewaya Behra Sipî germ e, ro û tebîeteke germ tîne bîra min’’ ‘’Gulumse’’yê îro ro bi mîlyonan kes bi dengê Sezen Aksuyê ji albuma sala 1991’ê dizanin. Lê hîn pir berî wê, di sala 1987’an de Rahmi Saltuk ew şiîr kiriye straneke albuma bi navê ''Hadi Gulumse''. Kemal Burkay, di sala 1988’an de ‘’Gulumse’’ bi navê ‘’Rûken Be’’ wergerandiye û xistiye kitabeke xwe. ‘’wekî birçî me, ji dayik xeyîdîme / bajar hemû ji min xeyîdîye / pisîkek min jî tune, nizam fêm dikî? / av û hewa diguhere, dibe Behra Sipî, rûken be.’’ Ne meqamekî din, ne jî tercûmeya şair bi xwe, tu ne mîna dengê Sezen Aksu ne ku bi qêrîna wê re çi bigir dil bi bajaran dikeve, bajar dixeyidin.


Jêder:

Burkay, Kemal: Şi”irên Kurdî - Giştî, Weşanên Wakfa Riya Azadî, 2022

Kaya, Umit: Bir Gulu Buyutmek, Ozgurluk Vakfi Yayinları, 2017

 

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan 

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meşa Siya Şevê 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pêşbaziya Abdullah Duran li benda berheman e

ad

Her du fînalîst bi 3 golan hatin

ad

Elî: Emê rêya Newşîrvan dewam bikin

ad

Nirxandinek li ser “Dûvpişk bi xwe ve nade”

ad

Gazî PYD'ê nekirin, MSD jî dê neçe

ad

Li Başûr ji bo meseleya Serokatî civînek din hat lidar xistin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname