___Yaşar Eroglu___
Hewce ye ku ez careke din li ser lêkerên bûn û kirinê bisekinim. Çima careke din? Ji ber ku 4’ê hezîrana 2022’yan de di rojnameya Xwebûnê de ez carekê li ser taybetiyên lêkerên ‘bûn û ‘kirin’ê rawestiyabûm. (https://azadiyawelat1.com/taybetiya-lekeren-bun-u-kirin) Navnîşana Azadiya Welat a çavkaniyê bila we ne xapîne; ji ber ku rojnameya Xwebûn hat girtin, mîrateya wê Azadiya Welat dewr girt û bi navê wê hat weşandin, jê şûnde malper bi navnîşana Azadiya Welat hat lidarxistin. Piştî vê bibîrxistinê ez ê dîsa li ser vê mijarê bisekinim lê hînekî şênbertir û bi mînakên wê mijarê dinimînin derpêş bikim.
Lêkerên bûn û kirin kiryarên li hev cudatir pêk tînin û li gorî mantiqê ziman peywirên gelek ji hev cudatir digirin ser xwe.
Lêkera bûn hem di xwezayê de hem jî di civakê de jixweberiyê diderbirîne. Bûna hebûnê tîne ziman ku ji pêkhatina xweza û gerdûnê vir ve çi qewimiye seranser hemû wê rewşê dihewîne. Ji teqîna mezin vir ve pêkhatina heyînê (varlik) çêbûna galaksiyan, hevkêşana mezin û piçûk, gerestêrka me ya Roj navenda wê ye, çêbûna zindewarî, jiyan û civakbûna bi mirovî re her tişt mijara lêkera bûnê ye. Ji bilî şîrove û nirxandina oldaran îradeyek bi derpêşbûna lêkera bûnê re nîn e û tu îrade li ser bûnê bandor nake. Mirov dikare sedem û encamên bûnê zelal bike lê mirov nikare îradeyeke bûnê pêktîne îşaret bike. Çawa dibe, dibe lê dibe. Ba, bager, baran, erdhej, herikîn, birqîn, weşîn, barîn û hwd tenê jixweber dibin, ji aliyê îradeya mirovan ve hebûna xwe nîşan nadin.
Lêkera kirin, pêkhatina ji aliyê hêzekê, îradeyekê, kirdeyekê ve diderbirîne. Ev hêz, îrade û kirde tenê mirov û têkiliyên girêdayî mirov in. Jixwe şîroveya oldaran zelal e lê ji aliyê zanistî û zimannasiyê ve hêmanekî zelalkirinê nîn e. Ji bilî mirovan hêmayeke gerdûnî tune ku kirinê pêk bîne. Tu zindewarên ku di nav xwazeyê de tên zanîn nikarin bibin kirde, hêz û îradeya kirinê. Ez bine vê yekê bi xêzên bold xêz bikim ku hêz, îrade û kirdeyên kirinê tenê mirov in. Mirov nebin kirin pêk nayê. Ew qas zelal û şênber… Kirin tenê bi amûrekî, bi organekî mirov ê herî lûtke mêjî ve pêk tê. Min kir. Min çi kir? Min kar kir. Bi çi kir? Bi destan, bi amûreke kar; kompûter, das, makînê kir. Min amade kir. Min bi çi kir? Bi amûrekê; bi çavan, bi kel û pel, êdî çi amade kiribe bi tiştekî li gorî kirina wê…
Ez vê nivîsê tenê ji bo taybetiya lêkerên bûn û kirinê bînim ziman nanivîsim, jixwe bi salan berê min di gotara navborî de ev peywir anî bû cih. Îro ez li ser rexneya ku zimanê me bi dûrî van rastiyan tê qetilkirin, dinivîsim. Em di nav jiyanê de rastî bikaranîna şaşiyên zimanê rojane tên. Yek ji van jî qalibê tê jiyankirin e. Bi rastî qalibekî mînak e ku em ji bo şaş bikaranîna lêkera kirinê bidin. Divê ji bo ku ez kesera dilê xwe bînim ziman, ez vê rewşê dahûrînim, analîz bikim. Jiyan hêmayeke jixweber e. Tê jiyandin, nayê kirin. Eger îtîraza hinekan bi jiyandinê re hebe dikarin bejin tê jiyîn jî, ez vê yekê nakim nîqaşê. Di nav jiyana mirovan de danehev, zanîn û hêza bi hezaran salan heye. Ne aîdî tu kesî ye, pêl bi pêl bi hezaran salan pêk hatiye, bi rastiyê ve girêdayî êdî kirdeya vê jiyanê tune. Yanî wekî dîrokê pêk hatiye, bûye. Em ji vê re nikarin bêjin kirin. Jiyankirin wekî wateya tiştekî bi zanîn, bi îrade, bi raman tê kirin diderbirîne. Yanî gava pêk tê helbet em zanîn, hişmendî û hêza di piştperdeya wê de nabînin, dema li ber çavan darîçav dibe em wê zanînê, hêzê û kirdetiyê dibînin. Lê jiyan ne tiştekî wisa ye; di nav rojê, demê de dibe, pêk tê kesek jî ji derve ve bandorê lê nake. Li gorî hînbûna rojane, berdewamiya ji roja din mayî û pêdiviyên mirovan motora vê ne, dînamîzma jiyanê di nav xwe de ye, ji nakokiyên nav xwe tê.
Madem rastî ev e lê ev çi jiyankirin e?
Ji bo ku zêde dirêj nekim ez ê mînakeke din jî bidim û bi dawî bikim. Em rastî hevoka, “Pirtûka filan kesê weşiya” tên, ew jî gelek balkêş e û ji mantiqê li jor hasil bûye derdikevepêş me. Ba dikare biweşe, dar dikare biweşe lê pirtûk nikare biweşe. Di nav pirtûkê de pêşî kedek heye, paşê materyalên kaxiz hene, pêvajoya çaperê (matbaa) heye û herî dawî weşanxane û belavkirin heye. Her qonaxekî de hêzek, kedek û kirdeyên kedê hene. Çawa dibe ku wekî hêmanakî jixweber biweşe? Ev spartineke eletewş e li ziman tê ferzkirin. A rast ev e; pirtûk tê weşandin, hevok tebat be jî kirdeyekî/e wê heye.
Ev şaşî ji ku tên? Çavkaniya şaşiyan perwerdeya bi zimanê tirkî ye. Zimanê me gelek xira kiriye. Lê tenê em nikarin bispêrin perwerdeya bi tirkî. Yên ku bi vî awayî diaxivin jixweber diaxivin, xwe nawestînin, nafikirin enacax dikarin bi mantiqê tirkî axaftinê wergerînin kurdî. Di rastiyê de eger hinekî xwe biwestînîn jixwe bersiva her tiştî di nav rihê axaftina kurdî de heye, matiqê kurdî rê dide ku rastiya wê bibînin.
Jiyankirin, pirtûka filan kesê weşiya axaftina bêwate, bêmantiq û erzan e, wekî peyvên guhdarvan, siyasetvan, berxwedanvan sosret e, tehrîfata zimanê kurdî ye û bê paşeroj e.
***
Hin nivîsên Yaşar Eroglu yên berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî
- Huner, hunermend û Hozan Dîno
- The end ji bo rexnelêgirtina ‘Rêberê Rastnivîsînê’!
- Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî
- Nedîtî ve Tê Dîtin, peyvên ku şaş têne bikaranîn
- Analîzek Li Ser Daçekan
- Çend gotin li ser 'Komîsyona Ziman' û 'Xebatên Rastnivîseke Nû'
*******************************************************
ÇAYEK BO DIYARNAMEYÊ:
Lînkên ji bo alîkariyê jî ev in:
LÎNKA
Kreosus.com'ê bitikînin
LÎNKA
Patreon'ê bitikînin


