Diyarname
Demet Akalin bi gotina 'Hûn ji çiyê hatine, hûn ji Diyarbekire hatine?' û heqaret kir, diyarbekiriyek doz lê vekir.
Van salên dawî li Tirkiyeyê her kesê derdikeve jêre dibêjin hunermend û radibe stranan dibêje. Yek ji wan kesan jî Demet Akalin e. Ew wê rojê li Bodrûmê derket ser dikê, wisa got; "Hûn bi xêr hatine... Çi bû, ji sermayê zimanê we qedisî, mirov qena hinek li çepikan dide. Hûn ji Diyarbekir hatine? Hûn ji çiyê hatine? Hûn ji ku hatine min fêm nekir. Mirov hinek temporê bilind dike..."
Akalin qaşo xwest henekan bike lê mejiyê wê yê henekan têr nekir û gotinên wê vegeriyan heqaretê.
Roja dûre wê daxuyaniyeke wisa da; "Tiştên li ser dikê min gotin ji bo hevalên min ên ji Diyarbekirê yên li maseyên li pêş rûniştibûn bû, henek bûn. Ger şaş hatiye fêmkirin ez ji Diyarbekiriyan lêborînê dixwazim."
Dema diyarbekirî ew qas pere bidin û biçin li wê, li maseyên pêş temaşe bikin ewê jî heq di xwe de bibîne ku heqaretan bike. Lê diyarbekiriyên ku van heqadetan qet qebûl nakin jî hene. Yek ji wan jî rabû doz li Demek Akalin vekir.
Diyarbekiriyekî bi navê Yaşar Komurcu (36) ku li Torbaliya Îzmîrê rûdine serî li Dozgeriya Komarê ya Torbali da û xwest der barê gotinên Demet Akalin ên li konserê de doz bê vekirin.


