logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Mîzahşorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Ew reklamên tehmteze yên ku meriv îro ro jî kane bê tirs û qêxe bişixulîne di sala 1991'ê de bi qelema mîzahşor Mahmûd L

  • Dîrok: 08/08/2022
  • Beş: Serbest

Omer Faruk Baran


li dawet û dîlanê 

vexwe çaya Seylanê!  


tasek av û Aspirin

namîne êş û birîn!


cixara me soro-moro

em dikşînin Marlboro!


kî hat? 

Mendo hat. 

bi çi hat? 

bi Fiat 


Ew reklamên tehmteze yên ku meriv îro ro jî kane bê tirs û qêxe bişixulîne di sala 1991'ê de bi qelema mîzahşor Mahmûd Lewendî di Kovara Armancê de derketine. Mîzahşor Mahmûd Lewendî di wê nivîsa xwe de dide zanîn ku ewê bi hevalekî xwe re şîrketeke reklaman çêke û navê wê şîrketê jî bike "Tendûr" Li ser sebeba bijartina navê "Tendûr"ê, Mahmûd Lewendî bi tehn û tinaz dibêje "Her tiştê ku em nû ava dikin, divê ku li ser bingeha urf û adetên me be. Di nav miletê me de jî cara pêşî reklama belaş li ber tendûrê hatiye kirin. Mesela, li gundan wexta ku jin diçin ber tendûrê, hem nanê xwe dipêjin, hem jî behsa gundiyên xwe dikin. Reklama kurê filankes dikin, pesnê keça filankes didin." 

Mahmûd Lewendî bi nivîsên bi vî rengî ji salên 1980'yî heta serê salên 2000'î quncikên qerfê yên kovar û rojnameyan dagirtine. Bo em meseleya destpêka mîzaha wî û dûrketina wî ji wê mizahê ho bibin, berî ew ji Dîyarbekir ber bi Stockholmê bi rê bikeve xwe di ser xatiran re gêhandê û di wexteke pir teng de çend pirsên meraq dane ser meraqan jê pirsîn. 

BI 'MÎRKUT'Ê DEST PÊ KIRIYE

Li ser destpêka kar û kovarên mîzahî, Mahmûd Lewendî dibêje wî di sala 1985'an de bi kovara Mîrkutê dest bi vî karî kiriye. Mîrkut ya ku adresa wê Stockholm bûye wê çaxê bi destekên fînansal ên kesên mîna Malmîsanij û Mihemed Emîn Bozarslan li çapxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê hatiye çapkirin. Çi mîzaheke malmîrat. Mîzah ku hêza xwe ji Diyarbekir girtiye, li Parîsê çap bûye û li Stockholmê hatiye belavkirin.  

'BIMRE NAN Û PÎVAZ BIJÎ GOŞT Û BIRINC'

Mîzahşorê dewra xwe Mahmûd Lewendî dibêje derdora wî wan salan li ser tradîsyoneke çep û sosyalîst bûye ku wî henekên xwe bi sloganên siyasî jî kiriye û bi beyaneke burjuvaziyê gotiye "bimre nan û pîvaz, bijî goşt û birinc." Mahmûd Lewendî dide zanîn ku wî ji Mahmud Baksi heta Mehmed Uzun, heta Şivan Perwer bêyî ku wan rencîde bike ser gelek navdaran hevokên mîzahî li hev anîne û şorê tîne ber meseleya meşhûr ya ser kurdbûna Elvis Presley. 

ELVIS PRESLEY Ê KURD Û ROJNAMEYA HURRIYETÊ

Di salên 1980'î de Mahmûd Lewendî di nivîseke xwe de, li vir hîn jî îcab dike ku em bibêjin nivîseke mîzahî ye, dibêje Elvis Presley bi eslê xwe ji hêla Mêrdînê ye û îdîa dike ku navê wî di rastiyê de Kêrto ye û ew Elvis jî ji straneke wî ya ser dergistiya wî çêbûye. Li gor lêkolîna mîzahî ya Mahmûd Lewendî, Kêrto piştî şikestina serhildana Şêx Şeîd bi sirgûniya bavê xwe re çûye Amerîka û wî li wir bo yara xwe ya li Mêrdînê stranek çêkiriye ku têde dibêje "ez li vî serî, tu li wî serî, wer wer wer dîlbera min, wer vî serî." "Ezliwîserî" ya stranê bûye "Elwîserî", ew jî bûye "Elwîs" û di dawiyê de jî "Elvis" çêbûye. 

'EV JI MÎZAHA ME JÎ FÊM NAKIN'

Li gor gotina Mahmûd Lewendî, wan çaxan ew mesele di kovar û rojnameyên Iraq û Tirkiyeyê de derketiye, bes ne bi mîzahê, lê bi meqsedên din: Mahmûd Lewendî dibêje Rojnameya Hurriyetê ya Tirkiyeyê ser wê nivîsê nûçeyeke bi navê ‘Derewên Kurdan’ hazir kiriye, pê re jî temamê jiyana rastîn a Elvis Presley weşandiye ku wan bi xwe jî wê çaxê ewqas detay ser jîyana wî nizanibûye. Li ser pirsa "Te çi hîs kir gava te ew nûçeya Hurriyetê dît?", Mahmûd Lewendî cewabeke wer manîdar dide ku meseleya kurdan û tirkan bi trajedîyekê tarîf dike: Mahmûd Lewendî dibêje "Gava min ew û nûçeya Hurriyetê dît min got ‘Vana ji mîzaha me jî fehm nakin." 

Ew nivîsên mîzahî yên Mahmûd Lewendî yên salên 1980î û salên 1990î di kitaba bi navê "Compûtera Ber Dilê Min" de hatine komkirin. Tevî ku bi dehan sal di ser nivîsan re derbaz bûne, ji ber mijar û meseleyên me yên bi qasî serê derziyê jî pêşketin nedîne, meriv dibêje qey ew nivîs duh ne pêr hatine nivîsîn. Brûsk Aryan, ku di Gulana 2020'an de ji podcasta "Li Ser Pêyan Çend Kelam" derheqa mîzaha Mahmûd Lewendî axifiye, dibêje aktuelbûna wan nivîsan bo mîzahê serketin be jî bo civakê binketin e. Gava me ji Mahmûd Lewendî sebeba dûrketina wî ya ji mîzahê pirsî, ne zewac û zarok, ne dem û dewran, ne xurbet û xerîbî, wî nikanibû rasterast sebebek bigota. Bes bi ya me Birûsk Aryan di podcasta xwe de tespîteke rast kiriye. Ji ber ku mîzahê jî tesîr li miletê me nekiriye, Mahmûd Lewendî bo nekeve tekrarê, bo xwe dubare neke bêmehne, mîzaha xwe li şûna xwe hiştiye û berê xwe daye karên din.

FERQA ÎNSAN Û HEYWANAN

Îro heyfa mezin heyfa miletê me ye ku ji zû de ye di warê nivîsê de mîzahşorekî mîna Mahmûd Lewendî dernexistiye ji xwe. Mahmûd Lewendî ku di nivîseke xwe ya sala 1994'an de dibêje: "Dinya çi xerîb e. Belkî jî ne dinya, lê însan çi xerîb in. Însan mehlûqatên herî bi aqil û herî bê însaf in. Heywan jî mehlûqatên herî bê aqil û bê guneh in. Ji bo heywanan xwarin hebe bes e, qîma xwe pê tînin. Ji bo însanan xwarin hebe, tiştekî din dixwazin. Tiştekî din hebe, îcar tiştekîtir dixwazin, tiştekîtir jî hebe îcar hemû tiştan dixwazin. Hemû tişt jî hebin, îcar hevûdu dikujin. Ger kesek tunebe bikujin, îcar xwe dikujin. Lê bi ya min, dîsa jî ferqa herî mezin a di navbera însan û heywanan de ew e ku însan derewan dikin, lê heywan nakin!"

Jêder: 

Lewendî, Mahmûd: Compûtera Ber Dilê Min, Weşanxaneya Nefel, 2002 

Aryan, Birûsk: Li Ser Pêyan Çend Kelam, Spotify, 2020

 

 


omerfarukbaran@hotmail.com 

 

 

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Li dû 'ABBAS'... 

- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay 

- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan 

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meşa Siya Şevê 

   

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

25 Mebûsên HDP'ê xwestin 'Sûcê şer' bê lêkolînkirin

ad

JI RAYA XWENDEVANÊN KURDÎ RE!..

ad

Çawa Rûdaw temaşevanên xwe dixapîne

ad

Notên ji mîtînga Stenbolê

ad

Di salvegera Mihemed Şêxo de ji bo wî meşek tê lidar xistin

ad

'Ew wekî endamê me yê rûmetê bû'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname