Ferhenga Baranî: Çilek û Zikselete
Omer Faruk Baran
"Çilek" di zarlixiya min ya Sirûcî de peyveke li dora xwarin-vexwarinê bû. Gava dilê yekî berî xwarin-vexwarinek were îkramkirin diqaqijiyê û ew qaqijîn jî ji dev û lêvan eþkere dibû hema mora "çilek"iyê lêdiket: Filankes pir çilek e.
Ew peyv bi qasî min didît û dibihîst pirtir bo zarokan dihat gotin û li ser zimanên me yên çûçan diket formeke kintir jî: Çil çil çil çil.. Zarokekî bêîkram dema tiþtek dixwar-vedixwar û parek nedida hevalên xwe digot "çil çil çil çil" û av û girêz ji devê hevalan dianî. Av û girêz jî heta cîhekî bû, heta hevalan lepek vediweþande wî tiþtî bêîkramo û parçek bi zorê jê qut dikir û heta þer û þor jê çêdibûn..
Bi mezinbûnê re û bi tesîra market û mektebên tirkî re "çilek", "çil çil çil çil" dûr ketin ji devê min û bere bere "çilek"ya bi tirkî ya bi mêwe û mobîlya ket mejiyê min.
"Çilek"a tirkî ya ferhenga D. Îzolî gotiye bi kurmancî "þîlek" û "tûfrengî" ye pir buha bû, xwarina zengînan bû di zarlixiya min de. Mobîlyayên bi markeya "Çilek"ê jî, ku bi roj û þev di reklamên kanalên bi tirkî de derdiketin, ji odeyên mala me pirtir xîtabî odeyên malmezinên modern dikirin.
Mêwe û mobîlya li þûna xwe, em vegerin ser "çilek"a me ya bi "çil çil çil çil"an û berê xwe bidin ferhengan.
Di ferhenga Mihemed Emîn Bozarslanî de bo "çilek"ê, "kes yan lawirê ku pirr zêde ji xwarinê hez dike û di heqê xwarinê de bi nefsa xwe nikare" hatiye nivîsîn, û "bênefs", "nefsek", "nefsker" û "ziko" jî li eynî mehneyê hatine rêzkirin. Celadet Alî Bedirxanî jî di ferhenga xwe de li kêleka "çilek"ê, "bênefs", "çilês" û "zikonî" daniye.
Ne bi rêzkirinê ne bi anîn danînê ferhenga mejiyê min bi qasî ferhengên Bedirxanî, Bozarslanî, D.Îzolî rind û fireh nabin elbet, lê hêjayî gotinê û qeydkirinê ye, min bihistîye ku li Sirûcê bo kesên "çilek", "zikselete" jî tê gotin.
"Selete" ya di gelek zimanan de "salad"e, "salada" ye û zik.. "Zikselete", çi peyvek e çeleng e ku meriv dikare bi ken û kêf bo çilekên vegan û vejeteryan biþixulîne.
Jêder:
Bedîrxan, Celadet Alî: Ferheng Kurdî-Kurdî, Weþanxaneya Avesta, 2009
Îzolî, D: Ferheng Kurdî-Tirkî, Turkçe-Kurtçe, Weþanên Deng, 2007
Bozarslan, M. Emin: Ferhenga Kurdî, Cildê Pêþin A-D, Weþanên Deng, 2011
omerfarukbaran@hotmail.com
**
Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Ji çavên Reþê dostaniya Musa Anter û Safiye Ayla
- Wêranþar 1977, Þerê Xal û Xwarziyan û Kevokên Spî
- Musa Anter, Zekî Muren û Musa Muren
- Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî
- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay
- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan
- Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019