Omer Faruk Baran
Bi Xwedê, xêra Xwedê ji Xwedê çi mirazên zarokên Amedê en bêzar heye mirazê qaşo bêzar, bi zar û zimanê xwe yê tûj û tundî, daxistiye ser ekranan, raxistiye ber çavan! Min dît, min bi xwe sê caran ''Min Dît'' dît. Ku derfet hebûna, dilê min rakira û hest û hêsirên min jî têrê bikira tew bêguman dilê min ê çaran, ê çil û çar caran jî hebû! Bes ku min bidîta çavên awirtûj ên Gulistanê, bes ku min bidîta dek û dolabên JÎTEM’ê, bes ku min careka din bidîta hovitî, tenêtî, tunebûn û birçitî!
Ez her sê caran jî li eynî salonê li eynî qoltixê rûniştim û min ber re bin çavan re li çavên xwe û çavên li ser çavên Gulistanê ve dinihêrî. Ava heft kaniyan ji dil ji dilan dibariya, çi keç çi xort, çi jin çi mêr! Her carê jî li eynî derê eynî tişt dihate serî min, qey ew e sinemeya raste rast!
Teqînek, qêrînek, teqîneke din û giriya dilovanê, tirsa feratekî û rondikên bêdeng ên gulistanekî.. Her carê jî ya wê çaxê fişkefişka pozan dest pê dikir, bi selpakên dibe li ber deriyê sînemayê ji zarokên selpaxfiroş hatibûn kirîn poz dihatin damalîn, şil û nerm dibûn selpak, hişk û ziwa dibûn kaniya çavan, keserên kûr dihatin kişandin.. Pirs eşkere û dizî eşkere dibûn li dû hev:
Yekbûn tune be wê çawa hebûna van zarokan hebe, xaltiya Songul jî çû Stenbolê ji bo kar, ma wê aniha ku de herin, vaye deriyê Aziz jî bi hêrs û tirs hate girtin wê rebenên Xwedê xwe li kijan deriyê bigrin.. Av tune êdî, ceyran jî birîn, ''ma qey îşev xwarina me tune''?
Na, xwarin tune, mirina dilovan a li ber mûmekî heye îşev.. Li derve, li derê pir tarî û pir pîs bêhn dide raketin heye şeveke din.. Li parkê dîtina dilareyekî ji dil dîlanek heye rojekê, fahîşeyek xwedanrûmet, xwedanwijdan, fahîşeyek ji me wekî me.. Dîtina kujerê dê û bavan heye rojeka din û mîzeke bi tirs ji nav şeqan hatî xwarî.. Kuro Firat, qey te xwe de mîz kir!
Min dît, min kujer dît.. Ku Gulistanê kujer dît, çek xiste destê xwe û ber bi kuştinê ve meşiya, min jî deng dîtîn: Bikuje, erê bikuje! Bikuje, wan pir ji me kuştin me yek ji wan kuştî ye ne pir e! Bikuje, bila bimre bihecime here! Bikuje Gulistan! Na Gulistan, nekuje, bila destên te ne çavên te mêrkuj bimînin! Jixwe wê ew ''şok'' bibe û bimire!
Di dawiya film de Zelalê aveka zelal li dû Gulistanê reşand û ew bi hevalên xwe re ber bi pêşerojeka ne zelal bi rêket. Kes nizane Gulistan û Firat wê çi bikin çawa bikin, Miraz Bezar av li ser dilê me neraşand, berevajî em bêhtir tirsandin û hişê me şaş kir lê dibêjin bila kes netirse lewra êdî Xwedê jî gotiye ''Min Dît'' !
**
Nivîsa din a Omer Faruk Baran a ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin: