Diyarname
Weşanxaneya Na ku îsal dest bi weşanê û heta niha 5-6 pirtûk çap kirine pirtûkek din li van zêde kir.Pirtûka helbestan a Îslam Tendîk bi navê "Şaêr kuşt in!" derket.
"Şaêr kuşt in!" li ser têkoşînê helbestan pêşkêş dike.
Fermo yek ji wan:
Dema wan
tu anî ber dîwêr
Leza zebaniyan hebû
Û saeta ma’ran bû
Di dilan de serobinî hev dibûn
Tiving tavilê verastî navenda navenda dilê te kirin
Reşkên çavên gewr ji mirinê têr nedibûn
Çûkan li ser spîndaran veniştin
Û di çavên te de dîtin wê demê
Di nîdayeke zirav de xeyalên keçekê
Çawa olan dide û dişkê
Çûk firiyan
Tu wergeryayî
Mîna dareke çinarê
Li ser piştê
Dît dinya-w alemê
Ji hêsrên wê keçikê
Bi baraneke avrêlê
Çawa hatin şuştin lêvên te
Ku biyaniyên ramûsanan bûn
Û eniya te
Ya weke roj


