logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  2. Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?
  3. Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd
  4. Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî
  5. Fotoyê rojê ji Norwecê hat: Vîkîngên sedsala 21'ê!
news-details

Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan

Rêber û rewşenbîrên kurdan bi salan e muzîsyenên tirkan bi dizîya muzîka kurdî sûcdar dikin. Ew rêber û rewşenbîr bo piş

  • Dîrok: 22/06/2022
  • Beş: Serbest

Omer Faruk Baran

Rêber û rewşenbîrên kurdan bi salan e muzîsyenên tirkan bi dizîya muzîka kurdî sûcdar dikin. Ew rêber û rewşenbîr bo piştrastkirina îdîayên ser dizîyê her çiqas bi nimûne bi sedan stranên kurdî û kirkî didin ber hevdu jî ne li mehkemeyan ne jî li nêv milet netîceyeke berçav û bi tesîr bi dest naxin. Bi ser de muzîka tirkî di nav kurdên li hêla Iraqê û li hêla Sûrîyê de jî ro bi ro populertir dibe: Mîsal, li Silêmanîyê û li Kobanîyê gava meriv li nav dikanan bigere meriv dikare çend gavan carê dengê Îbrahîm Tatlises bibihîze. 

Eger em berê xwe bidin kurdên li Tirkîyê jî li ba wan belkî bi tesîra zimanê mektebê belkî jî ne ji ber tiştekî, lê tenê ji ber rindiya meqam û melodiyan heyraniya bo muzîka tirkî ji berê de heye.

Şair Rojen Barnas, ku hin şiîrên wî bûne stranên Ciwan Haco, di nivîseke xwe ya sala 1997’an de behsa xatirayeke bi Alli Turnam* dike ku gêncên nû radibin wê stranê pirtir ji fîlmeke Nuri Bilge Ceylan ya sala 2011’an dizanin: Di fîlmê bi navê “Bir Zamanlar Anadolu’da”, ku meriv kane bo wê bi kurmancî bêje ‘’Wextekê li Anadoluyê’’ piştî detayên cînayetê li mala mixtêr eşkere dibin, Zanli Kenan, Doktor Cemal, Polîs Îzet, Arap Alî û Komîser Naci di erebeyekê de bi sehne û sekansên li ser rê û rûyên huznî dixewinin. Di wan planan de baran hûrik hûrik dibare, camên erebeyê şil dibin û di ber bêdengîyê re dengê Neşet Ertaş tê bihîstin: Alli turnam ne gezersin havada alli turnam ne gezersin havada devrildi arabam kaldim burada gulum gulum, kirildi kolum, tutmuyor elim, turnalar hey, ne onmadik kulumuşsum dunyada, ne onmadik kulumuşsun dunyada akşam oldu alli turnam don geri gulum gulum kirildi kolum, turnalar hey, ah gulum yar gulum, kiz gulum gulum turnalar hey

Rojen Barnas ser vê stranê dibêje ‘’ji hesreta li xurbetê dagirtî ye’’ û dibêje nakarata wê wî noqî binî bîra bîranînan dike û wî dibe ber dengê dawidî yê Edip Karahan yê salên 1970’yî. Şair Barnas dibêje ‘’Bê guman ah gulum gulum.. a tirkî bi bilêvkirina Edîp Abê dibû ’ax gulim gulim’eke wisa ku ji binê nixafa cegera wî ya gamêşî dihat û di xencereya gewriyê de wekî babelîska kovanê li hev digeriya û bi awayekî hinavsotî derdiket.’’

Pîreka Edip Karahan, Hidayet Karahan jî dide zanîn ku hevalên mêrê wî li ber saz û stranên wî dest bi girîyê dikirine û dibêje wî bi qasî strana ‘’Alli Turnam’’ ji ‘’Derdim Çoktur Hangisine Yanayim’’ jî hez dikiriye.

Edip Karahan.. Eger meriv mîna emrê wî yê kin wî bi kurtî bide naskirin, telebeyekî ebedî li İstanbul Universitesi Hukuk Fakultesiyê, nivîskar û wergêrek, edîtorê Dicle-Firatê, bo Turkiye İşçi Partisiyê serokê şaxa Eminönü ya Stenbolê, sirgûnê li hêla Çomanê bi navê Mam Azad li ser xwe mayî, mişterîyê Bati Otelî ya Aksaraya Stenbolê, kar û xebatên DDKO’yî, hepsiyê hesabî, ‘’alli turnam’’ê di sala 1976’an de bi krîzeke dilî ji dinê xatir xwestî..

Jêder

Bulut, Selahattin: Bir Yalniz Adam, Weşanên Elma, 2005 Ceylan, 

Nuri Bilge: Bir Zamanlar Anadolu'da, Dogan Kitap, 2019

 

*”Alli Turnam” navê stranê ye ku mirov wergerîne kurdî tê wateya “Qulungê/a Sor” jê dertê. Li nav stranên tirkî straneke evînî ye û straneke bi nav û deng e.

 

omerfarukbaran@hotmail.com

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meşa Siya Şevê 

Parve Bike

Youtube Me
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 06 06 2026

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Economistê ji bo 2025'an texmînên balkêş kirin

ad

Nivîskar Hogir Bergir hat binçavkirin

ad

323 hezar kes çû fûara pirtûkan

ad

'Welat' ji nû ve hat

ad

Mebûsên kurd di hilbijartinê de bi ser ketin

ad

Gora Leyla Bedirxan hat dîtin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Gelo çima siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, hesabên medyaya Kurdî naşopînin?

  • 06 06 2026
news

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

  • 06 06 2026
news

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname