• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Li dû 'ABBAS'...

Dîrok : 29 07 2022 | Beþ :

Serbest

Omer Faruk Baran


ABBAS

de yela Abbas, wext temam e 

te digo êvarê, a ji te re êvar e

deyne wê sifra sor a çeþnîgir 

bira ker bibe êþa dilê kafir

ha li dera hanê ye hewz, 

li wê kenar-kêlekê

li siya darê deyne sifreya me 

xeberê bide hîvê 

bira bi dilê min derkeve îþev 

qirbac ke secadeya sir li ser

bira midet û mesafe nemînin li ber

rabe here, toz û dumanê ji rê rake

bêje wanî emir kiriye Cahit 

bigire bîne wê yara min a pêþî ji Beþiktaþê 

vegerim gênciya xwe dîsa

bikevim heyecan û telaþê 

Cahît Sitki Taranci, 1942 

Werger: Omer Faruk Baran, 2022


Tarîxciyên edebiyata tirkî bi salan li dû þopa Abbasê di vê þiîrê de ketin. Þopa li ser þiîrê rast bûye raber dike ku Cahît Sitki yê serleþker li eskeriyê li Abbas kurê Abbasekî rast hatiye û ew xistiye bin emrê xwe ku kar û suxreyên wî bike. Rîwayet û hîkayet ew e ku Cahît Sitki, þevekê li dû çend qedeh eraq ji Abbas dipirse ka ew Stenbol nas dike yan na û dibêje ewê adresekî bide wî ku ew here jê yara wî birevîne bîne. Emir emrê serleþker e, lê þor û serxweþî li þev dimîne. Serê sibê Cahît Sitki ku dibîne Abbas xwe hazir dike ku bi rê bikeve here wê yarê ji Stenbolê bîne, li ber vê samîmiyeta saf û sidqane hêsir bi çavên Cahît Sitki dikevin û ew þiîra meþhûr dadikeve dilê wî. Cahitê di vê þiîrê de Cahît Sitki ye, Abbas kurê Abbas e, lê ew yara pêþî ya li Beþiktaþê kî ye ku heyecan û telaþê çêdike..

Canîp Yildirim di xatirayên xwe de dibêje ew di salên 1940'î de li "Kurdun Meyhanesi" ya li Enqereyê li maseya Kekê Cahit rûdiniþtiye. Ji wan salan du îþaretên kurdî, yek "Kurdun Meyhanesi" ye ku meriv bi kurmancî kane bêje "Meyxaneya Kurdo" û yek jî bo þairekî mezin yê þiîra tirkî, ne Cahit Abê lê Kekê Cahit. Meyxaneya Kurdo, di eslê xwe de "Yenî Hayat Lokantasi" bûye, ji 1944'an heta 1960'î vekirî maye û wan salan bûye merkezeke þair, nivîskar û resamên wê demê. Ji navê meyxaneyê meriv kane texmîn bike ku xwediye wî kurd e û loma bûye "Kurdun Meyhanesi" lê bo gotina Kekê Cahit, Canip Yildirim rê li ber texmînên þaþ digire û dide zanin ku wan her çiqas ji wî re werga digotiye jî Kekê Cahit kurdî nizanibûye. Di xatirayên xwe de Canîp Yildirim dibêje "Kekê Cahit pir vedixwar, tim zîl-zirne serxweþ bû bo êþ û elemên xwe bîr bike." Ser wan êþ û eleman jî dibêje "Wî dema li Stenbolê dixwend, dil daye keçeke afat a fetan, li Beþiktaþê rûdiniþt, xwiþka Vedat Gunyol."

Vedat Günyol nivîskar û tercuman e, di sala 1911'an de hatiye dinê. Cahît Sitki di sala 1910'an ji dayik bûye û li Enqereyê di buroya tercumeyê de xebitiye. Bi tenê di ser van malumatan re meriv kane bêje her du tercuman yên dewra hev in, îlem bi þiklekî hev nas kirine, lê Muhsîn Kizilkaya di kitabeke xwe ya ser portreyan de li ber meseleyê meseleyekê din vedike. Li gor malumatên Kizilkaya dane, Vedat Gunyol xwarziyê Mala Cemîlpaþa ye. Bavê Vedat Gunyol, dema li Diyarbekir walî bûye, bi keçeke ji Mala Cemîlpaþa re zewiciye û Vedat û xwiþka wî Mihrimah ji wî dê û bavî çêbûne. Cahit, Vedat û Mihrimah ji zarlixiya li Dîyarbekir ve hevalên hev bûne û ev hevalî li Stenbolê jî dewam kirine. Ji Stenbolê wêde Parîs e û îcar jî xatirayeke Vedat Gunyol e ku li gor gotina Muhsîn Kizilkaya wî bi kilma zarê xwe ji wî re gotiye. Vedat Gunyol dibêje "Ez û Cahît em tev li Parîsê bûn, þevekê me pir vexwar, em zêde zêde serxweþ bûn, Cahit þiîr li ser þiîran dixwend û li dû þiîrekê dest bi giriyê kir, û bi îskeîsk navê xwiþka min, Mihrimah got. Min got ‘Xêr e te, çi bû Cahit? Qey te bêriya hevala xwe ya zarlixîyê kir?" Vedat Gunyol dibêje "Cahit qehirî, got "Hevaliya çi halê çi yaw, ew meraqa vî dilî bû, eþqa min a pêþî, Mihrimah." Ne dûrî aqilan e, ne dûrî qederan e jî, Mihrimah ku dûr e ne bi þairekî derbeder re, lê bi dixtorekî debdebe re zewiciye. 


Jêder: 

Aksoy, Fahir: Kurdun Meyhanesi, h2o Yayincilik, 2017

Taranci, Cahît Sitki: Otuz Beþ Yaþ - Butun Þiirleri, Can Yayinlari, 2019

Miroglu, Orhan: Canîp Yildirim'la Soyleþi - Hevsel Bahçesinde Bir Dut Agaci, Îletîþîm Yayincilik, 2005

Kizilkaya, Muhsin: Yagmura Þemsiyesiz Çikanlar, Avesta Yayinlari, 2021

Diyarbakir'i Tanýtan Adam Yazar Þevket Beysanoglu'na 70. Yil Armagani, San Matbaasi, 1991 

Vedat Gunyol, Wikipedia

omerfarukbaran@hotmail.com 

 

 

**

Nivîsên din ên Omer Faruk Baran ên ku di Diyarnameyê de hatiye weþandin:

- Rûken Be Sezen Aksu û Gulumse Kemal Burkay 

- Silêmanî, Dengekî Dawidî, Stranên Edip Karahan 

-  Manaya Bilibendê û Çend Sirên Kurdish Mashup 2019

- Bila kes netirse, Xwedê jî gotiye ''Min Dît''! 

- Meþa Siya Þevê 

  

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Notên ji Þaredariya Þemrexa Mêrdînê

Notên ji Þaredariya Þemrexa Mêrdînê

02 10 2009

Birêz Serokwezîr kurd asîmile ne yan entegre ne?*

Birêz Serokwezîr kurd asîmile ne yan entegre ne?*

16 02 2008

Kurdan got, 'One minute'

Kurdan got, 'One minute'

30 03 2009

Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd

Wergera pirtûka Shakespeare û bêcidiyeta wergerê kurd

18 04 2010

Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê

Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê

26 11 2008

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname