Diyarname
Li Mezra Îsa Axa ya bi ser Cizîra Şirnexê re meleyê gund bi îdîaya der barê wî de îxbar heye hat binçavkirin û paşê heman rojê hat berdan. Gundî dibêjin M.K. bi salan e li gundî meletî dike û niha di dema desteserkirinê de jê pirsîne ku rojên înê di dema xutbeyê de dijî dewletê axiviye yan na û bi kurdî waez dane yan na? M.K. piştî hatiye berdan Miftîtiya Cizîrê bang li wî kiriye û biryara Walîtiya Şirnexê ku waezdayîn û xutbekirin li wî hatiye qedexekirin. Her wiha walîtî ji bilî vê ketina wî ya mizgeftê jî (ji bilî nimêjkirinê) lê qedexe kiriye.
Piştî vê bûyerê miftîtî meleyekî din şand gund lê gundiyan ew qebûl nekir û li dû wî nimêj nekir.
(Ji Ajansa Mezopotamya hatiye girtin)


