logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Tiştên ji Soçî derketin, xalên daxuyaniyê

Ev nûçe her tê nûkirin...

  • Dîrok: 22/10/2019
  • Beş: Nûçe

Ev nûçe her tê nûkirin...

 

21.00: 'Platforma Sînema û Aştiyê' vîdyoyên li ser aştiyê weşandin

Platforma Sînema û Aştiyê îro ji ser hesabê xwe yê twitterê re gelek vîdyoyên li ser şer û aştiyê weşandin. Platformê di 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Dinyayê de dest bi xebatê kiribû. Niha jî hesaba xwe ya twitterê vekir û îro li dijî şer gelek vîdyoyên li ser şer û aştiyê weşandin. Ligel vîdyoyan gelek gotinên bi vî rengî ên li ser aştiyê belav kirin: "Ew aştî dê were vir", "Ji şer kes nikare bi serbilindî û dilşadî vegere; wekî kujer, seqet û mirî veger çêdibe", "Dersa me aştî", "Em alîgirê zanistê ku xizmetê jiyanê dike, alîgirê hunera azad û aştiyê ne".

Her wiha gotina hunermend Aramê Tîgran a wekî "Ez carek din bêm dinê çiqas tang û tifing û sîleh hene ezê hemûyan bihelînim û ji wan tembûr, cumbuş û zirneyê çêbikim." (Ji bo temaşevakirinê hesabê wan: @BarisveSinema)

 

20.15: Tiştên ji Soçî derketin, xalên daxuyaniyê

Hevdîtina Serokdewletê Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li bajarê Soçî hatin ba hev. Hevdîtin 6 saetan dom kir.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevbeş a ji 10 xalan pêkdihat hat belavkirin.

Li gor daxuyaniyê her du welatan li hev kiriye ku yekpareyiya Sûriyeyê bê parastin, bi her awayî li dijî terorîzmê derkevin. Daxuyanî dibêje ku32 kîlometreyên ku Girê Spî û Serê Kaniyê jî digire nava xwe ku Tirkiye ketiye kê bi vî awayî bê qebûlkirin.

Yek ji xala derdikeve pêş xala 5'an û wisa tê gotin: "Ji roja 23'yê mehê saet 12'yan wêdetir polîsên leşkerên Rus û muhafizên Sûriyeyê li aliyê Sûriyeyê dê 30 kîlometre endamên YPG'ê û çekdarên wê bi sînorê Tirkiyeyê dûr bixin. Ev kar dê di 150 saetan de temam bibe. Piştî vê yekê dê ji bilî Qamişlo di nav 10 kîlometreyên aliyên rojava û rojhilatê cihê Tirkiye ketiye kê dewriyeyên hêzên rus-tirk bidome."

Di xala 6'an de jî tê gotin ku dê endamên YPG'ê ji Munbîc û Tel Rifatê ligel çekên xwe bêne derxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku her du aliyan li hev kiriye ku pêşî li êrîşên terorîstî bê girtin, kar bê kirin û penaber bi rehetî vegerin, ji bo van bişopînin mekanîzmayeke kordînasyonê bê sazkirin. Di xala dawî de jî hatiye gotin ku her du aliyan li hev kiriye ku di çarçoveya Mekanîzmaya Astana de ji bo Sûriyeyê çareseriyeke siyasî a her demî bê dîtin û xebatên Komîteya Zagona Bingehîn bê piştgirîkirin.
Putîn: Divê diyalogek fireh bê sazkirin
Di vê navberê de ji bilî daxuyaniya hevbeş ku hat parvekirin Putin û Erdogan li pêş çapemenî axivîn. Putin got ku ew metirsiyên Tirkiyeyê fêm dikin û paşê got ku divê diyalogeke berfireh di navbera Sûriye û kurdên bakurêrojhilatê Sûriyeyê de bê sazkirin, mafê kurdan encax dikare wisa bê sazkirin.

19.00: Hêvî ew e şerawestin bidome

Sekreterê Ofîsa Çapemenî ya Qesra Sipî John Hogan Gidley got ku ew hêvî dikin dê şerawestin bidome û bibe her demî.
18.00 Serokwezîrê Swêdê: Operasyona Tirkiyeyê derhiqûqî ye

Serokwezîrê Swêdê Stefan Leuven li ser facebookê re nivîsî, xwest Tirkiye êrîşa li ser axa Sûriyeyê bide rawestandin û got: "Tevgera Tirkiyeyê derveyî hiqûqa navneteweyî ye û dê bibe sedema encamên xirab ên mirovî." Her wiha Leuven got ku ji bo Sûriyeyê bi rêya leşkerî çareserî nabe, aştî û îstîkrar encax dikare bi diyalogê çêbibe.

17.00: Le Pen: Tirkiyeyê ji NATO'yê biavêjin

Siyasetmedara partiya rastgira tundiraw a Fransayê,

Seroka Partiya Yekîtiya Neteweyî (Front National) Marine Le Pen ji bo televîzyona RCĞ axivî û got bila Tirkiye ji NATO'yê bê avêtin

16.00: Zîzek jî axivî

Civaknasê navdar, fîlozof û rexnegirê çandê Slovaj Zizek gotarek ji bo rojnameya The Independent nivîsî û li hemberî êrîşa Tirkiyeyê ya li ser Rojava got: "Ger Ewropa rûyê ji xwe ji kurdan ber bi cihek din ve bade wê çaxê dê xwe bi xwe îxanetê bike." 

15.00: Esed çû Îdlîbê û axivî

Îro li Soçî li ser Sûriyeyê civîn heye. Berî vê civînê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esad çû Îdbîlê serdana leşkerên xwe. Esad piştî 8 salan yekem car e diçe Îdlîbê. Esad li vir wisa axivî: "Erdogan diz e. Fabrîkeyên me dizî, genimê me dizî û ligel DAIŞ'ê şirîkatî kir û petrola me dizî. Niha jî axa me didize."

14.00: Bankeya Ewropa planên krediyê betal kirin

Li gor nûçeya rojnameya alman FAZ'ê (Frankfurter Allgemeine Zeitung) Bankeya Razemenî ya Ewropayê hema hema hemû planên krediyê yên nû yên ligel Tirkiyeyê dan rawestandin.

Rojnameyê ji çavkaniyên navenda bankeyê agahî girtine û li ser vê nûçe çêkiriye. FAZ Dibêje: "Ger siyaseta Tirkiyeyê bi dawî hebe em ber bi sifir kredî ve diçin."

Nûçe dibêje bankeyê îsal li ser krediyan tu biryareke erênî negirtiye, tên di meha glanê de ji bo projeya kanalîzasyonê 67 mîlyon euro kredî  daye ew jî ji ber ku berê soza wê hatibû dayîn.

Nûçe radigihîne ku banke di rewşa asan de ji bo projeyên cur bi cur salanê li dor mîlyar û nîv euro krediyê dide ku di sala 2016'an de ev li dor 2,2 mîlyar euro bû. Nûçe dibêje krediyên ku îsal dê banke bide dê negihîje 100 milyon euroyî.

Her wiha Almanya betalkirina krediyên Hermes jî nîqaş dike.

11.00: ANS ber bi Nisêbînê ve birin

Dewleta Tirk kesên ku navê "Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê" (ANS) lê kiribû ji Serêkaniyê ber bi Nisêbînê birin û li ser sînorê Qamişlo bi cih kirin. Îro li dor 50 erebe endamên ANS'ê di bin çavdêriya leşkerên tirk de birin ser sînor. 

10,00: Îro civîn li Soçî heye
Îro li qeraxa Behra Reş li bajarê Soçiyê dê cînek girîng li ser Sûriyeyê li dar bikeve. Serokdewlet Rusyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê ligel hev li ser Sûriyeyê biaxivin.

Dewleta Tirkiyeyê roja 9'ê mehê êrîşê Rojava kiribû. Paşê li ser daxwaza DYA'yê ji bo 5 rojan şerawestin çêbûbû.

Hêzên kurd jî li ser vekişîna leşkerên DYA'yê ligel Rusyayê hevdîtin çêkiribû ku leşkerên rejima Sûriyeyê bên ser sînor û biparêzin. Îro dê mesele hinek din zelal bibe ka Rusya çi dixwaze, dê çi bike?

Di vê navberê de rojnameya alman Mitteldeutsche Zeitung îro nivîsî ku yên ku ligel Moskovayê cih digirin divê ji bo şikestina her cure xeyalan jî amade be.

 

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- Siyasetmedarê alman: Bila leşkerên Ewropayê herin Rojava 

- Wezîrê Alman: Operasyona Tirkiyeyê ne meşrû ye (Roja 13'an)

- Ciwan Haco bangî hunermendên dinyayê kir 

- Meclisa Almanyayê: Operasyona Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye 

- Di vê fotoyê de HDP'yî li ku ne? 

- McGurk: Peymana Erdogan û Trump li ser 450x32 kîlometre ye (nûçeyên roja 12'an) 

- Temaşevanên St. Pauli deng dan Rojava (roja 11'an) 

- Sedî 91'ê almanan dixwazin ambargo bidin ser Tirkiyeyê

- Hunermendên kurd bang kirin: Bibin yek 

- Serokomarê Çekyayê: Kurd ne terorîst in (roja 10'an) 

- Vane notên dawî yên li ser Rojava (roja 9'an)

- Volkswagenê jî biryara xwe guhart 

- Wezîrê Îtalyayê: Fînala Lîga Şampiyonan bila ne li Tirkiyeyê be 

- Cîgirê Trump û Wezîrê Karên Devre tê Tirkiyeyê (roja 7'an) 

- Buldan: We nava xwe de çi aştî çêkiriye dora bakurê Sûriyeyê ye 

- Trumpî tiştên ku dê bike eşkere kir 

- Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin (agahiyên roja 6'an) 

- Rêverberiya Xweser: Erka hikumeta Sûriyêye ku sînorê xwe biparêze 

- QSD: Bila qada navneteweyî gavên pratîkî biavêje 

- Kayhan Kelhor konsera xwe ya Stenbolê betal kir 

- Lîstikvanê navdar George Cloney jî ji bo kurdan deng bilind kir (Agahiyên roja 3'yan) 

- Ji banga Elî Qazî heta axaftina Trump, ji îro agahiyên derketine 

- 14 partiyên Başûr dest bi çalakiyan dikin 

- YE: Operasyonê bi dawî bikin 

- Dewleta Tirkiyeyê dest bi êrîşê Rojava kir           

 


 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 16 04 2026

'Ji bo li ser mirina Xezal Mewlan lêkolîn bike bila lijneyek bê avakirin'

news
  • 14 04 2026

Koma sêyemîn a koçberan gihîşt Efrînê

news
  • 12 04 2026

Berendamê YNK'ê Nîzar Amêdî bû Serokomarê Iraqê

news
  • 03 04 2026

Rêveberiya Kobanî: Em vê tayînkirinê qebûl nakin

news
  • 02 04 2026

UNICEF'ê li ser dibistanên Rojava daxuyanî belav kir

news
  • 02 04 2026

Hikumeta Sûrî kayûm şand ser Çelebiyê, gel daket kolanan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'The Favourite' û yên din

ad

KONFERANSÊ KIRMANCKÎ SER O

ad

Li 10 cihan Newroz: Dengê bilind îro li Wanê ye

ad

Mistefa Borak: Peeyyyîî! Xorto me tu ji bîr kirî...

ad

Kaya û Kizilkaya hatin tewqîfkirin

ad

AKP'yiyan pêşniyaza xebata bi kurdî qebûl nekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname