Kaya û Kizilkaya hatin tewqîfkirin
Diyarname
Gerînendeyê Weþanê yê Ozgur Gundemê Bilir (Zana) Kaya û Berpirsê Karên Nivîsaran Înan Kizilkaya ku ev 5 roj bûn di bin çavan de bûn û îro piþtî îfadeyan dadger ew bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" tewqîf kirin.
Berî van nivîskara rojnameyê Asli Erdogan jî hatibû tewqîfkirin.
Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) li ser girtina Kaya, Kizilkaya û Erdogan daxuyaniyek nivîskî da. CRA wisa got: "Kaya, Kizilkaya û Erdogan bi îdîaya 'Endamtiya rêxistinê' û 'Propaganda rêxistinê kirineD hatine girtin ku ev biryar li dijî hiqûqê ye. Di vê pêvajoya ku herî zêde pêdiviya Tirkiyeyê bi demokrasî, ronîkirina rastiyan û edaletê heye, rojname tên girtin. Di vê pêvajoya DAIÞ komkujiyan pêk tîne, li þûna endamên DAIÞ'ê bên girtin û komkujî bên ronîkirin, dijberî vê yekê kujer tên parastin û kesên rastiyan ronî dikin tên girtin. Ev þerma demokrasî û Tirkiyeyê ye. Em wekî CRA girtina hevalên xwe yên rojnameger bi tundî þermezar dikin û em dixwazin di demek kurt hevalên me serbest bên berdan."