Diyarname
Di Koma Spî ya Lîga Duyemîn de îro maçên dawî hatin lîstin. İstanbul Spor di rêza yekemîn de xwedî 65 pûanan, Amed Spor di rêza duyemîn de xwedî 63 pûanan bû. Îstanbul Sporê Sivas Spor kir mêvan, Amed Sporê Kahramanmaraş kir mêvan. Encam dê ji her du tîman yek bibira şampiyoniyê û İstanbul Sporê bi 2-0 Sivas têk bir û bû şampiyon. İstanbul Spor sala bê di Lîga 1'emîn a PTT'yê de bilîze. Amed Spor ku li mala xwe ligel ku Kahramanmaraş bi 2-1 têk bir jî di rêza duyemîn de ma,dê ligel tîmên din Play Offê bilîze. Di encama Play Offê de tîmek din jî dê derkeve Lîga 1'emîn a PTT'yê.
Di Lîga 2'yemîn Koma Sor de jî Ankara Gucu bûbû şampiyon îro kûpaya xwe girt. Ankara Gucu jî sala pêşiya me dê Lîga 1'emîn a PTT'yê de bilîze.
Maçên play-offê
Maçên play-offê yên Lîga 2'yemîn dê rojên 4,8,12 û 16'ê gulanê bêne lîstin û maça fînalê 21'ê mehê dê bêne lîstin.
Vane mazên play-offê:
4 Gulan 2016, Saet 16.00
Koma Sor:
MENEMEN BELEDİYESPOR GÜMÜŞHANESPOR
HATAYSPOR KASTAMONUSPOR 1966
Koma Spî:
SİVAS BELEDİYE SPOR AMED SPORTİF FAALİYETLER
KOCAELİ BİRLİK SPOR B.Ş.BELEDİYE ERZURUMSPOR
8 Gulan 2017, Saet 16.00
Koma Sor:
GÜMÜŞHANESPOR MENEMEN BELEDİYESPOR
KASTAMONUSPOR 1966 HATAYSPOR
Koma Spî:
AMED SPORTİF FAALİYETLER SİVAS BELEDİYE SPOR
B.Ş.BELEDİYE ERZURUMSPOR KOCAELİ BİRLİK SPOR
Ji 8 tîman 4 tîm dê bi ser bikevin û derbasî nîv fînalê bibin. Ji çar tîman jî 2 tîm dê derkevin fînalê û di fînalê de yê serketî dê derkeve Lîga 1'emîn a PTT'ê.
Maçên play-offê yên Lîga 3'yemîn jî rojên 4 û 8'ê gulanê dê bêne lîstin. Maçên fînalê jî 13-14'ê mehê dê bêne lîstin. Ji tîmên kurdan Diyarbekir Spor ku di Lîga 3'yemîn de dilîst ew jî ma play-offê û dê play-offê bilîze.