Diyarname
Di lîga Îngilistanê Premier Lîgê de heyecan ma hefteya dawî. Manchester City bi serketina îro wekî lîder derbasî hefteya dawî bû. 19'ê mehê encam wê diyar bibe.
Manchester City îro li Tottenhamê bû mêvan. Tottenham bi ser biketa ji bo hefteya dawî hêviya wê ya bo çûyîna Lîga Şampiyonan hebû. Li aliyê din Manchester City jî ji bo li ser rêya şampiyoniyê derbê nexwe mecbûr bû bi ser bikeve. Maçê bi vî awayî dest pê kir. Di nîveka yekemin de tu tîmî nikarî golek biavêje û nîveka yekemin bi 0-0 bi dawî bû.
Di nîveka duyemîn de deqe 51, Kevin De Bruyne asîstkir, Erling Haaland golavêjiya xwe nişan da: 1-0. Di deqîqeyên din de firsendên ku ketin destê lîstikvanên Tottenhamê bi avê de çûn. Û deqe 90+1: Jeremy Dokuyê deqe 69'an de ketibû cihê Bruyne ber bi goga ku Silva avêtibû de beziya, bi gogê ket nava xeta pêş kelehê, lê tenê dikarîn wî li erdê bixin. Û hakem ji bo penaltiyê li firfirîkê da: Haalandê ku gog li erdê çikand, hem gola xwe ya diduyan, hem gola dîma xwe avêt: 2-0.
Bi vê encamê Machester City di rêza yekemin de bû xwedî 88 pûanan. Arsenal bi 86 pûanan di rêza duyemîn de cih digire.
Hefteya pêşiya me hefteya dawî, hefteya 38'an e. Hefteya pêşiya me Manchester City li mala xwe West Ham Unitedê dike mêvan. Arsenal jî Evertonê dike mêvan. Şampiyonê Premier Ligê roja 19'ê mehê diyar dibe. Hemû maç li gor saeta Amedê saet 18.00'an de dest pê dikin.
Di vê navberê de di rêza sêyemîn de Liverpoor bi 79 pûanan, Aston Villa bi 68 pûanan mafê çûyîna Lîga Şampiyonan bi dest xistin. Tottenham bi vê têkçûnê di 63 pûanan de ma û mafê çûyîna Lîga Ewropayê bi dest xist.