Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de îro maçên duyemîn ên nîv fînalê dest pê dikin. Tenê maçek hebû, di navbera PSG û Borussia Dortmundê de. Dortmund çû fînalê.
Di maça îro de PSG'yê li Fransayê Borussia Dortmund kir mêvan. Dortmundê li Almanyayê bi 1-0 PSG şandibû mal. PSG'ê nekarî îro bi ser bikeve û têk çû. Borussia Dortmund li vir jî bi 1-0 bi ser ket û çû fînalê. Gola Dortmundê lîstkvan Mats Hummels di deqîqeya 50'î de avêt.
Maça din sibê saet 22,00'an de di navbera Real Madrid û Bayer Munihê de ye. Li Almanyayê maç bi 2-2'yan bi dawî bûbû.
Dortmundê ku derket fînalê li benda reqîbê xwe ye; Dê Real Madridê spanyol, yan Bayer Munihê alman bibe reqîb?
Maça fînalê 1'ê meha pêşiya me tê lîstin.
KÛPAYA TIRKIYEYÊ
Di Kûpaya Tirkiyeyê de jî maçên nîv fînalê dest pê kirri.. Îro Beşiktaşê li mala xwe Ankaragucuyê bi 1-0 têk bir. Gola Beşiktaşê di deqîqeya 70'ê de Ernest Muçi avêt. Ankaraguce nekarî bersivê bide û bi vê encamê Beşîkktaş derket fînalê.
Sibê jî Karagumruk Trabzonê dike mêvan ku maça yekem bi 3-2 bi serketina TS'ê bi dawî bûbû.
Sibê ji bo fînalê wê reqîbê Beşiktaşê diyar bibe.