Ji bo rihê Mîr Celadet...
Schopenhauer dibêje: "Romanek, çiqas behsa jiyana hundirîn û çiqasî kêm behsa jiyana derveyîn bike an jî pêşkeş bike ew qasî dê xizmeteke bilindtirîntir û berztirîntir bike. Çimkî huner meseleya serketina kêmbûna tevgerên derveyîn û zêdetirîn tevgerên hundirîn e. Jixwe tiştê ku em miraq dikin jiyîn û jiyana hundirîn e.”
Romana Şems Qemer a bi navê “Xelek” kurteromaneke herkehişîn a hundirîn e. Her çiqas dîmenên derveyîn hebe jî dîmenên û atmosfera vebêjiya hundirîn hîn bêtir hikumdarî li metnê kiriye. Destpêka romanê behsa têkiliya hezkirina karakter û eşqa wan dike, karakterê romanê bo hezkiriya xwe bibîne ber bi rawestgehê ve diçe. Vebêj û hezkiriya vebêj, her du jî di romanê de navên wan ne eşkere ne, em tenê fêm dikin vebêj ji yekê hez dike, li rawestgehê benda wê dimîne, heta ku polîs tên wî dibin şûnde dibîne ku hezkiriya wî li dû wî tê, lê belê xwe nagihêjin hev, dibe ku hezkiriya vebêj jî xeyalî be, çimkî karaktereke bi nav tune ye. Talî vebêj êdî xwe li qereqolê dibîne, an jî em dikarin bibêjin vebêj çavên xwe di atmosfera navbera çar dîwaran de dest pê dike vedike. Vebêj/karakter di xewn û xeyalên tirswarîn û xewnereşkan de dijî.
Her wiha di romanê de du karekterên me yên din jî hene navên wan; Narîn û Hidayet e. Narîn qîza Abê (Ozel Hareketçî) ye, bo ku vebêj dersê bide Narînê tim û tim tîne qereqolê, vebêj xwendekarê zanîngehê ye. Lê sahneya Narînê û Karakter/vebêj a di ereksiyonê de dibore, sehneyeke çavên erotîk e. Gelek kitekit di vê sehneyê de veşartî ye. Sehneyeke serketî a binhişîn e, sehneya xwestek û daxwazê ye.
Di romanê de Hîdayet kî ye? Hidayet ne diyar e kî ye? Belkî vebêj bi xwe be jî, çimkî di metnê de zêde xuya nabe, carekê an jî du caran xuya dibe. Hidayet xumamî maye di metnê de. Vebêj belkî jî xwe vedişêre, belkî Hidayet bi xwe be. Çima xwe vedişêre? Yanê em tam fêm nakin Hidayet kî ye, vebêj e an jî karekterekî serbixwe ye. Heger karekterekî serbixwe be ka îcar rola wî çi ye, dema kesê sêyem vebêjiyê dike em fêm dikin polîs Hîdayet dixin erebeyê, wê çaxê kesê sêyem behsa xwe dike gelo? Çimkî vebêj, kesê yekem vediguheze kesê sêyem jî wê çaxê gengaz e Hidayet vebêj bi xwe be. Kesê yekem û kesê sêyem cih diguherîne, ev teknîkên vebêjiya monologîn, vebêjiya psîkoyîn û vebêjiya jêgirtî ne.
Di van teknîkan de derûniya karakteran serdest in. Heman demê hafiza/hişê karekter tên xwendin, dikevin hişê karakter û dewsa karakter rol digirin, vebêj kesê zana ye, desthilatdariyê li metna xwe û karakteran dike. Ev teknîk mijarên berfireh in.
Em werin ser karakterê xwe dîsa heke Hîdayet vebêj be wê çaxê karekterê me vebêjiyê dike. Çimkî berê wê vebijiyeke din serdest bû, vebêjiya nivîskar. Hasilkelam, vebêj dema dersê dide qîza Abê, carinan ne bi awayekî fizîkî be jî, bi çav û hişan bi wê re dikeve ereksiyonan, heta ku Abê deriyê odeyê vedike bi xwe dihese, ji tirsan dûxan ji serê vebêj hildikêşe. Talî tiştên vebêj di destpêka romanê û heta dawiya romanê wekî xewnekê dixuye.
Di romanê de atmosfer girîng e, atmosfera derûniya karakteran, atmosfera mekên, a zemên û dengan qalîteya tevnesazî û rêzebûyera metnê derdixîne holê. Atmosfera naveroka romanê, atmosfereke tarîgewrik e, atmosfereke derûnî ye. Metin di cêja atmosfereke herkehişîn de dipêliya, mîxekî û dîwarekî sureal xwe li dîwarê hişê vebêj veniştiye. Wekî benîştên bi poran ve dizeliqe wiha atmosfer ji holê ranabe. Belê mîxek di dengê dîwarê tirsê de cit bûye, atmosfera dengê odeyeke tarî û sîleyên birûskwarîn li nava çavên hebûnekê dikeve, xaçerêkeke hişekî bargiran e û berxwedêriyeke bêhempa a xewn û xeyalîn e, rastî û heqîqet di hişekî xwedî xaçerêk de hildikişe, ji tirsa dihilkume radibe, dîsa dihilkume. Heta ku şiyar dibe. Çoyê tariyê û tirsê ser serî, û dil de eşq, ne xwe digihê eşqê û ne ji tirsa xwe rizgar dibe. Çoyê desthilatdarekî bi navê Abê li ser e, nikare xwe bilivîne. Ji hêla zemên ve û helandina zemên û herîkandina wê, berê me bi teknîkên post-modern vedike.
Romana Xelekê romaneke bingeha wê li ser desthilatdarî, eşq û tirsê hatiye avakirin. Zeman di romanê de kêlî ne, kêliyên ku dibin bargiranî, kêliyên ku dibin demên dirêj ên ku naqedin. Zeman di romanê de hem borî ye û hem jî dema niha ye. Çimkî roman naveroka xwe di navbera dema borî û têdeyîn de diborîne. Şêwaz di navbera teknîka herkehişîn û real ve diçe û tê. Dema karakterê romanê vebêj dikeve xewn û xeyalan a wê çaxê bi teknîka herkehişîn roman didome, dema karakter di qereqolê de ji destê Abê derban dixwe, a wê çaxê jî şêwaz vediguheze realbûnê. Her çiqas sehneyên qereqolê di dawiya romanê de xewnek be jî. Mekanên romanê qereqol û xewnên karakter dibîne û têde dijî ye. Karakterê me vebêj e, vebêj carinan şêwaza xwe diguherîne dibe kesê sêyem û çavdêriyên xwe ji me re vedibêje. Lê roman bêtir bi deng û sewta vebêj dibore.
“Nizanim çiqas wext tê re çû wekî dengê qorneyek erebeyê hat guhê min, şêwqa sor vêketî bû. Ez li ser dîreksiyon, hevala min jî rex min, mîna ko em navsere û zewicî bûn.”(rp, 32)
Vebêj, ji xweveçûyî di xewn û xeyalan de, dengê olanê û rastiyê li bin guhê hev ketine. Rastî ketiye dewsa xeyalan, xeyalan bi pîçemayê rastiyê de mîstî ye, rastî hatiye lewitandin û xwe diguherîne, kirasê xewnan li bejna xwe difesilîne. Yanê vebêj di navbera pira rastiyê û xeyalên de ji xwe re kadînek, di hundirê wê kadînê de alifek ji xwe re çêkiriye û li ser hêkên xewn û xeyalîn lûsiyaye gava bi xwe dihese çêlikên dişibin kitêban derxistiye.
Şingîniya qedehan ji midbexê hat, hişê min li ser hevala min. Yan ko li hêviya min sekinîbe? Belkî niha jî li devê qereqolê be ko bihistîbe! Min di şibakê re li derve dimeyizand; tu ‘evdê xwedê nedixuya ji bilî kûçikê li ber dîwarê qereqolê razayî, serî di nav pêkan de, bi alikî. Tava rojê nû dayiyê.(rp, 51)
Wekî paragrafa din em têdigihîjin, dîsa vebêj di qereqolê de xewnan dibîne. Yanê zeman di vê paragrafê û romanê de zemanekî xeyalî, zemanekî teng û berfirehîn e, kronotopîk e. Hemû heyat dikeve hundirê kêliyan, kêlî dibin zemanekî herî dawîdirêj, berevajî wextê, saet, deqe û kêlî dibin sal û demsalên dawîdirêj halbûkî kêlî li hewa diqedin mesele ew e ku mirov hemû bîranîn û jiyînan di kêliyan de bicivîne. Her wiha romana me hinekî di ekla çîrokan de bû, di hin ciyan de meriv digot qey em çîrokan dixwînin, peyvên kurt û watedar ên çîrokî serdest bûn. Di vê berhemê de çar têgehên serdest hebûn “tirs, desthilatdarî, zeman û Xewn" bûn.
“Çavên min vebûn, destek li ser laşê min bû ez dihejandim; rab lawo rab, ma tu dîsa rastî!”(rp, 57)
Hasilkelam di dawiya romanê de em ji vê hevoka xwe têdigihîjin hemû rêzebûyer û mijar di xewnekê de hatine nivîsandin. Yanê me xewna vebêj (karekter) dixwend, me fêm kir jiyaneke dûdirêj me xistiye hundirê xewneke ku di kêliyan de dijî û diqede, mesele ev e, pişta zemên hatiye şikandin, şikil daye zemên, zeman li gor xwe hatiye eyarkirin. Helbet em dizanin xewn di Freûd de tiştên hatine binpêkirin e, tiştên ku di jiyana mirov de taybet û an jî tiştên em di bin bandora wan de mane, wekî xewn û fantazî xwe didin der, lê li gor Lacan derhişî, nepêkhatin e, ango tiştên ku pêknehatin e, bi şêwazeke nû xwe didin der... Hasilkelam çi birîn û bîranîn li ku be, talî bi awayekî xwe didin der, an bi rêya xewn û xeyalan an jî bilêvkirina bêhemdî...
Romana me ji hêla honakbûnê û atmosferê hinekî dişibe Santraç a Stefan Zweig û di ekla Veguherîna Kafka de bû, dema ku min dixwend her du pirtûk anî bîra min. Helbet ji hêla atmosferê ve bibîrxistin dida...di van her du romanan de honakbûn û atmosfera zemên û derûniyên bikekit serdest bûn, mirov di bin tesîra zemanên diheliya û atmosfera derûniya xirecira wê bi ekl de dima. Heman tişt bo atmosfera romana Xelekê jî derbasdar e. Atmosfera derûniya vebêj û zemanên ku li hember zemanê rastîn çawa dihele di kêliyan de me hîs dikir û didîte. Ji hêla mekên ve hersê romanûs jî karakterên wan di nav çar dîwarên de dikevin xirecira derûniyê, dikin û nakin nikarin xwe ji vê derûniya atmosfera mekên û zemên rizgar bikin. Ji vê hêlê ve bi awayekî têknîkî hinekî kronotopîk e. Serdestiya mekên û zemên karekter têk dibe. Nivîskar berhemeke ceribandina post-modern nivîsiye. Bi awekî atmosferî herikandina berhemê û pêga wê xwe destnîşan dike ku berhemeke cihêreng e, mîxê xwe di dîwarê wêjeya kurdî de kutayî ye...