Diyarname
Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî îsal 11'emîn car li dar ket lê juriyê tu dosya hêjayî xelatdayînê nedît, loma îsal xelat nayê dayîn.
Li gor daxuyaniya komîteya amadekar îsal 5 dosya ji wan re hatine şandin. Dosyaya bi navê "Ji Ewran Gulbijêrkek" ji ber hin helbestên wê raste rast ji trikî hatine wergerandin loma ew nenirxandine. Ji bo çar dosyayên mayî jî wisa hatiye gotin, "Li gorî nirx û asta helbesta kurdî û bi taybetî asta helbesta Arjen Arî, mixabin, lijneya pêşbaziyê dosyayek hêjayî xelatê nedît." Ji ber vê yekê di warê pêşbazî de îsal wê xelat neyê dayîn.
Komîteya amadekar ku her sal "Xelata Rûmetê" dide, îsal Murathan Mungan hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor bi hev re vê pêşbaziyê li dar dixin. Îsal juriya pêşbaziyê ji Necla Arî, Îrfan Amîda, Îsmaîl Dîndar, Serdar Şengul û Şener Ozmen pêk dihat.
Her sal dosyayên ku di pêşbaziyê de bi ser diketin ji aliyê Weşanên Sor ve wekî pirtûk dihatin çapkirin.


