Çarşem- Porrê avê tune ye, birêz Strauss. Seba av di nava min de nefetise, destê xwe dikim por ji destê avê re. Av ji nava min derdikeve, ji destê min dirije ser rûyê tîbûna ax’ê, porê axê dibe şînbûna biharê, bihar dibe mêtîngeha Xwedê û êdî nema karim bimînim li wê, li wê derê, dêrê, mizgeftê… Hêêêw hêêê! Îja ka ez xwe sirgûnî dojeha kîjan metnê bikim, go siya nivîskarê wê nebûbe Xwedê û netefiya be agirê dojehê?
Birêz Jan Fabre, ka hela hebekî navberê bide masturbasyona firçeya xwe ya li bin siya te çok kutaye erdê, deriyekî vekirî bixêzîne li tabloya vê bêderîbûnê, bo min bibe wê dojehê – dojeha direve ji ber xezeba bihuşta bûneweriyê!
Jan Fabre navber da masturbasyona firçeyê û rahişt qelemê:
Huner revandina însên e.
Huner jinek e
Û vê jinê ez revandime.
Erê, jineke hunermend xwe revandiye, hatiye ketiye nava min û valabûn ji nava min reviyaye ciyê însan li wir. Însan bûne valabûn. Na, însan rijiyane zikê valabûnê, valabûn bûye tijîbûneke avis. Xerabî miqîm dizê û zayîn miqîm avis e.
Tiştên basît bêîmkan in, Baqî – wekî basîtiya navê te û wekî paşnavê te yê ji basîtiya navê te re dibe xala dawî.
Pê li ‘delete’yê dikim, navê xwe jê dibim, lê dîsa jî paşnavê min ji naleta basîtiyê xelas nabe.
Paşnavê te jî wekî paşnavê min û ewên din ji naleta navê te xelas nabe. Lewra cinawirekî pirdest ev kirasê naletê li te û min û ewên din dike.
Na, ev nebû birêz Fabre, ev hevok basîtiyê basîtir dike. Qene ji nû ve çîroka vê naletê binivîsîne û paşê nivîsê jê bibe, bo navê me bi tûmerî ji vê naletê xelas bibe!
Mixabin ziman birînek e li ser tenê nivîsê û firçeya min nikare birînan maqyaj bike.
Firar dikim ji hemû bihuştên bûneweriyê, têm dojeha odeya xwe ya nivîsê û kurdbûna min bi hesret min hembêz dike li wê.
Kurd li ku zêde dibin, li wir kurdbûna min kêm dibe. Ez li ku ji kurdan kêm dibim, li wir kurdbûna min zêde dibe.
Xwe dirêjî quncika masê dikim, radihêlim kitêbeke nexwendî ya kurdî. Navê nivîskêr pîneyekî gemarî ye li ser spîbûna bergê. Dûxana cixareya min dinyayê diqulipîne, tillîkên min jî berga pînekirî ya kitêbê. Hevoka destpêkê dixwînim, bi tayê hêrsa nivîskêr hatiye dirûtin. Hevoka diduyan dixwînim, kêlên hêrsa min dibişkivin.
Qurtek eraq vedixwim, hêrsa min zêde dibe, lê kêlên hevoka dirûtî nabişkivin. Bo ciyê hêrsê di nava min de nemîne, hêrsa tûtinê dikişînim nava xwe, dûxan di nava hêrsa nava min de difetise û ez dibim çiyayekî volkanîk ê neteqiyayî. Wateyekê ji vê bêwatebûnê derdixim, neteqandin hilweşînertir dibe ji teqînê – Bîg Ben. Îja welatên biçûk diwelidin ji atomên ‘dîffêrance’yê
Hêrsa nivîskêr gihîştiye pêpelûka onanîzmê, bêhna genî ji metnê tê. Diçike hilma xwendinê. Digirim derê kitêbê. Hêrsa nivîskêr di hundirê kitêbê de bê oqsîjen dimîne û pîne rûyê bergê dixwe. Nivîsê qeyd dikim, çavê kompîturê digirim û ji bo bêhna masê neçike, pîneyê gemarî ji ser masê radikim.
Ji bo guhdarîkirinê: