Diyarname
Kovara du mehane ya bi kurdî û tirkî Dilop bi hejmara xwe ya nû li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovarê hejmara xwe ya 34'an a mehên gulan-pûşperê belav kir.
Kovara Dilopê vê hejmarê gotûbêjek wekî dosya belav kiriye. Serpil İlgun ligel zanyarê siyasetê Prof. Dr. Mesut Yegen li ser têkiliya DEM Partî ya li metropolan axiviye. Yegen dibêje, "Li metropolan têkiliya DEM Partî ya ligel hilbijêr/hezkirên xwe lawaz dibe."
Ji hevpeyvînan Ferdî Tutmez ligel hunermend Mehmet Atli axiviye. Atli ku qala çîroka xwe ya 30 salên hunermendiyê kiriye dibêje "Ez her dem xwendekarê kurdî me."
Bulent Ulus jî ligel lêkolîner Firat Aydinkaya axiviye. Aydinkaya dibêje, "Çîna navîn dest daye ser axaftina ku li ser navê kurdan tê kirin!"
Azîz Tekîn li ser navê Nûbiharê beşdarî Fûara Pirtûkan a Hewlêrê bûbû. Wî, bi sernavê "Çavdêriyeke kurt li ser Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê" nivîsek nivîsiye û di nivîsê de bi dorfirehî li ser fûarê nivîsiye.
Adnan Firat Bayar jî bi ser navê "Amedspor, ji kulûbek zêdetir" nivîsek nivîsiye ku sernav kurdî, lê nivîs bi tirkî ye. Bayar bi dorfirehî li ser helwesta Amedspor û temaşevanên wê nivîsiye.
Di vê hejmarê de nivîsên Ozkan Zulfikar, Fewzî Bîlge, Dr. Eskerê Boyîk, Yildiz Çakar, M. Emîn Bozarslan, Îsmaîl Dîndar, İbrahim Karaca, Şenay Kumuz, Îbrahîm Gênç, Kemal Înal, Cemil Oguz, Kejê Bêmal, Zeynel Aşkin Oguz hatine weşadin. Her wiha helbestên Eugênê Pottier, Reyhan Sarhan û Ece Ayhan di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî:
dilopdergisi@gmail.com
Web: kovaradilop.net
twitter: @kovaradilop
instagram: kovaradilop
facebook: @kovaradilop
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


