Diyarname
Neteweyên Yekbûyî (NY) biryareke nû stand: "Roja 25'ê gulanê wê wekî Roja Fûtbolê ya Dinyayê bê pîrozkirin."
Ji bo rojeke wekî Roja Fûtbolê ya Dinyayê bê pîrozkirin pêşniyar hat kirin. Lijneya Giştî ya NY'yê ku 160 endamên wê hene ev biryar pejirand û roja 25'ê Gulanê wekî Roja Fûtbolê ya Dinyayê ragihand.
Lîstikên Havînê yên Olimpiyatê yekem car di sala 1924'an de roja 25'ê gulanê li dar ketibûn. îsal 100 saliya van lîstikan e loma jî roja 25'ê gulanê ji bo vê rojê hilbijartin.
Hat gotin, ji bo spor di pêşvebirina pêşketinê de tê bikaranin û keda sporê di "sazkirina aştiyê, xweşbînî û teşwîqkirina hurmetê" de heye.
Bang hate kirin ku ajantajên fûtbolê ji bo her kesî bê bikaranîn.