Diyarname
Maça duyemîn a nîv fînalê li holê bû: Real Madrid û Bayer Munihê li Almanyayê bi 2-2 wekhev mabûn û rovanşê de wê kîjan tîm biçûya fînalê? Bayerê 87 deqe ber xwe da, deqeyên mayî têra Realê kirin.
Di nîveka yekemin de her du tîman bi şûtan dixwest zora reqîb bibe. Deqîqeya 13'yan ede şûtê Vinivius Junior ji dîrekê vegeriya. 28'an de Lunin şûtê Harry Kane vegerand kornerê. Nîveka yekemin bi 0-0'ê bi dawî bû.
Deqîqe 68 bû. Alphonso Davies ji baskê çepê ve gog ajot, ber bi aliyê restê ve kişand û lêda; gog bi torê ve eliqî: Bayer Münih li Santiago Bernabeuyê 1-0 derket pêş. Lê hemberî van Real Madrid hebû.
Joselo di deqîqeya 81'ê de ket sehayê, deqîqeya 88'an de qeleparêz Neuer xetayeke mezin kir; gog ji destê xwe filitand, Joselu efû nekir: 1-1.
Barnebau li ser piyan bû, temaşevanan gol dixwestin, realî bi ser xwe de hatibû; di gelek maçên wisa di deqîqeyên dawî de bi ser ketibû. Dîrok carek din dihat nivîsandin: Joselu di deqîqeya 90+1'ê de golek din avêt û Real Madridê bilêta fînalê kir bêrîka xwe.
Bi vê encamê Real Madrid di fînalê de bû reqîbê tîmeke din a alman Borussia Dortmundê.
Borussia Dortmun duh PSG li Fransayê têk biribû û derketibû fînalê.
Maça fînalê 1'ê meha pêşiya me saet 22.00'an de li Stada Wembley Londona Îngilistanê bê lîstin.
Real Madridê heta niha 14 caran Kûpaya Lîga Şampiyonan biriye mala xwe. Borussia Dortmund tenê du caran derketiye fînala Lîga Şampiyonan û tenê carek bi ser ketiye (sala 1997).
LÎGA KONFERANSÊ
Di Lîga Konferansê ya UEFA'yê de jî maça nîv fînalê di navbera Club Brugge û Fiorentinayê de bû. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Fiorentina ku di maça yekem de 3-2 bi ser ketibû derket fînalê
Maça din a nîv fînalê ya Lîga Konferansê 9'ê mehê di navbera Olympiakos û Aston Villa de ye. Olympiakos di maça yekem de bi 4-2 bi ser ketibû.
LÎGA EWROPAYÊ
Her wiha di Llîga Ewropa ya UEFA'yê de jî 9'ê mehê du maçên ji bo nîv fînalê hene: Leverkusen û Roma, Atalanta û Marsilya.
KÛPAYA TIRKIYEYÊ
Li aliyê din di Kûpaya Tirkiyeyê de jî naça duyemîn a nîv fînalê hebû. Trabzonsporê Karamgumruk bi 4-0 têk bir û derket fînalê. Duh Beşîktaş derkitûbû fînalê. Her du tîm 23'yê vê mehê ji bo kûpayê di fînalê dê dê bên hemberî hev.
***
Nûçeya Eleqedar: