Diyarname
Mele Mihemed Reşîd Irgat ku pirtûkên xwe bi navê M. Reşîd Irgat çap dikir roja 16'ê mehê canê xwe ji dest da.
M. Reşid Irgat yek ji nifşê medreseyên kurdan bû. Ew di sala 1943'yan de li gundê Oranisa ya Tetwana Bedlîsê hatibû dinê; kurê Mela Ebdussemed bû. Irgat li medreseyê xwendina xwe kiribû. Paşê bûbû mele û bi awayekî fermî meletî kiribû. Di sala 1995'an de ji meletî malnişîn bûbû.Dema wekî bi hezaran kurdan koçî metropolan kir, li wir jî wî xebata xwe ya ji bo kurdî dom kir.
Ji bo Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê gelek ked dabû, pirtûkên wî derketibûn. Rojnameya Azadiya Welat, kovara Zendê jî têde di gelek kovarên kurdî de nivîsên wî derketibûn. Irgat ku li îzmîrê dijiya li wir di nav Kurdî-Dera îzmîrê de xebatên wê çêbûbûn. Di kovara Hinar ku li wir derdiket de jî nivîsên wî derdiketin.
Di tîpguziya pirtûkên bi alfabeya erebî ji bo latînî de gelek keda wî çêbû. Gelek ji wan ji Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê derketin.
Di pirtûka ji bo 100 saliya Musa Anter (Apê Mûsa) hatibû amadekirin de wî jî li ser Apê Mûsa gotarek nivîsandibû.
Va ne hin berhemên wî:
- Çend Xezel û Helbest / Siyahpoş / Amadekar M.Reşîd Irgat / Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 1999
- Ey Avê Av / Dîwana Feqiyê Teyran / Amadekar M.Reşîd Irgat û Îsmet Kiliçarslan / Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 1999
- Şêxê Sen‘anî / Feqiyê Teyran / Amadekar M. Reşîd Irgat/ Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê / 1999
- Leyla û Mecnûn / Siwadî / Amadekar Mela Reşîd Irgat / Nûbihar / 1999
- Dermanên Bijîjkiya Gelêrî / Calînosê Hekîm û Mela Mihemed Qutub / M. Reşît Irgat / Enstîtûya Kurdî Stenbol / 2000
- Dîroka Navdarên Kurd / Baba Merdûxê Rûhanî / Amadekar M. Reşîd Irgat û M. Îsmet Kiliçaslan / Nûbihar / 2021
- Çar berhem ji raperînên dîroka kurdan / Wergerandin û amadekirin M. Reşît Irgat / J&J / 2022


