Diyarname
Rojnameger Mehmet Guleş niha li Girtîgeha Elezîzê ya bi Nimreya 1'ê girtî ye. Guleş nûçegîhanê DÎHA'yê bû ku DÎHA bi KHK'yê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hatibû girtin. Guleş nameyek şand û di nameyê de qala binpêkirinên ku li hemberî girtiyan têne kirin anî ziman. Guleş gotiye hê jî 30 girtî bêyî daxwaza wan di hucreyên yek kesî de têne girtin û qala rewşa tenduristiya wan a xirabûye jî kir. Guleş wisa got: "Ji van yek jî Yaşar Kirmizi ye ku ev salek e bi nexweşiya KOAH'ê ketiye. Ligel ku nexweş jî ew di hucreya yek kesî de tê girtin."
Guleş dibêje 8 meh berê ew sewqê vê girtîgehê kirine, pirtûkên bi kurdî nadin wan, tenê ferheng û gramera bi kurdî dane wan, nameyên ku bi kurdî dişînin derve jî nayên şandin, têne qedexekirin.
Guleş ev 21 meh in girtî ye.
Ji MA'yê hatiye girtin